Tuesday, December 1, 2009

Ahmad Turk: Ocalan hasasiyeta gelê kurd e û divê hasasiyeta gelê kurd li ber çavan bê girtin

Turk: Ocalan hasasiyeta gelê kurd e û divê hasasiyeta gelê kurd li ber çavan bê girtin
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, ji ber bûyera Îzmirê rexne li AKP'ê kirin û diyar kir ku ji ber tedbîr negirtine AKP sûcdar kir. Turk got ku bi vê êrîşê hatiye xwestin ku peyama "DTP û MHP siyaseta dijber dikin. Em jî ji bo Tirkiyeyê misogeriya îstikrarê ne" bê dayîn. Turk da zanîn ku ew bi doza girtinê hatine tehdîtkirin û ev yek helwestek etîk nîne û wiha got: "Ji bo ku partiya me negirin dixwazim em dest ji gotin û kirinên xwe yên pê bawer berdin. Em ji bo ku tiştên pê bawer dikin pêk bînin hene. Em partiya Tirkiyeyê ne. Lewma dê gerên me yên bajarên Tirkiyeyê jî bidomin." Tirk derbarê şert û mercên Ocalan de jî hikumet hişyar kir û anî ziman ku divê hasasiyeta kurdan li ber çavan bê girtin.

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk ku hefteya borî di çerçoveya gerên "Vegotina pêvajoyê çareseriya demokratîk" de li Îzmirê rastê êrîşê hatibû, derbarê êrîşê, çareseriya pirsgirêka kurd, helwesta hikûmetê, gera Serokwezîr a DYA'yê û herî girîng jî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de peyamên girîng dan. Turk, pirsên DİHA'yê wiha bersivandin.

* Di demek geşedanên girîng pêk tên de we herema Egeyê ziyaret kir û li hemberê konvoya we êrîş pêk hat. Hin ev yek tê niqaşkirin. Hûn vê êrîşê çawa dinirxînin?

Dema ku partiyên din xebatên bi vî rengî dikin, ji aliyê girseyan ve tên pêşwazîkirin lê kes tiştek nabêje. Lê dema mesele DTP be, qiyamet radibe. Em jî serî de heya niha biratiya gelan diparêzin. Lewma em ji Îzmiriyan re nabêjin faşîst. Min tenê kesên êrîşkar wekî faşîstan sûçdarkirin. Niha mesele tîrên guherîn û veguherînê ne. Lê ji ber ku feraset feraseta tasfiyekirinê ye, maf û azadiyan esas nagire, di vir de xitimandin û pirsgirêk derdikevin. Divê projeyek durist hebe. Mesele çi ye? Bi salene kurd hatin înkarkirin. Îro înkar nakin lê dibêjin mafê wan tunin. Dema em bi baldarî binhêrin em dê bibînin ku înkarek zirav didom e. Her tim dibêjin kurd birayên me ne. Lê di vê biratiyê de mafên kurdan, mafê gelekî tunin. Ev biratî wekî pareyek tirkbunê tê tarîfkirin. Di vir de jî kurd dîsa tên înkarkirin. Qebûl nakin ku mafên wan hene. Ji ber vê yekê jî çareserî mimkun nabe.

Çima..?

Ger ku hûn kurdan wekî parçeyekî tirkan bibînin di vir de çareseri dernakeve. Kurd gelekî cuda ne û mafên wan ên gelemperî hene. Dixwazin mafên kesayetî bidin lê kurd sed sale ji bo mafên kesayetî têkoşîn nakin û bi tiştek wiha jî qayîl nabin. Ji ber vê yekê niqaş derkevin. Ger ku pirsgirêkê wekî pirsgirêka gelek û maf û azadiyên wî gelê qebûl bikin dê pirsgirêk jî kêm bin. Lewma di bin tengasiyan de feraseta tasfiyekirinê heye. Ger ku hûn mafê gelekî înkar bikin hûn nikarin ji vê re bêjin "Çareseriya demokratîk" ev yek feraseseta kerkirinê, tasfiyekirinê, parçekirinê û tûjkirina nakokiyên di navbera gelan de ye. Pirsgirêka esasî ev e. Êrîşên li Îzmir û deverên din jî ji ber vê yekê pêk hatin û ji ber ku pirsgirêka kurd bi aweyek aşkera nehat terîfkirin. Ji ber ku nehat gotin "Kurd gelek in û mafên wan hene" îro pirsêk derdikevin. Ger ku maf û azadî bên niqaşkirin ev paronayaya perçebûnê jî dernakeve holê. Ji ber ku helwesta dewletê kurdan tatmîn nake û serê wan tevlihev dike pirsgirêk hatin vê merheleyê.

* Hûn behsa nesamîmî bûnê dikin?

Em dibînin ku ev helwest pirsgirêkê çareser nake. Ev ne bes e. Di navbera daxwazên kurdan û helwesta dewletê de cudatî heye. Ev çiye? Ger ku hûn li hemberê daxwazên kurdan ên ewqas zelal ku hûn jî dizanin, meseleyê bînin cîhek din ev yek nesamîmîbûn e.

* Pozîsyona CHP û MHP'ê kişf e lê di demên dawî de AKP jî we bi 'Sabotekirina pêvajoyê' rexne û sûçdar dike. Hûn helwesta AKP'ê çawa dibînin?

Formul û ferasetek AKP'ê ya çareseriyê nîne lê dizanin ku bi vê yekê pirsgirêk çareser nabe û nikarin vê pêvajoyê bibin serî. Lewma DTP kirine kursiya bersûciyê. Dixwazin peyama "Me dixwast em hin tiştan bikin lê DTP'ê pêşî lê birî" bidin. Yanê dixwazin xebatên me, daxwaza me ya demokrasiyê bi karbînin an jî cuda bidin nîşan dayîn û faturaya ne serkeftina pêvajoyê bikin para me. Dê ji gel re bêjin, "DTP'ê gav neavêt, piştgirî neda, li hemberê vê pêvajoyê ye". Dixwazin bi van gotinan xwe ji berpirsiyariyê xilas bikin.

* Ger em vegerin ser bûyera Îzmirê hîn ev yek tê niqaşkirin...

Bûyera Îzmirê mirov dide fikirandin. Li wir tenê MHP tune bû. Derdorên statukoparêz û hikumeta AKP'ê ku li hemberê îhtimala êrîşan tedbir negirtin jî ji bo van êrîşan bû bingeh û xizmeta vê yekê kirin. Hêzên ewlekariyê tu tedbîr negirtin. Dixwestin bi vê yekê peyama wekî "DTP û MHP hêzên dijberin em jî hêza ewlehî û îstikrarê ne" bide. Xwe li navendê bi cîh kir û bi tirsandina derdorê jî xwest ku cardin dengan bi dest bixe. Ji bo vê yekê listikek zirav hate lîstin. Midûrê Şaxa Ewlekariyê got "Em li benda êrîşek wiha nebûn lewma me tedbîr negirt" û lêborîna xwe xwest. Lê Midûrê Ewlehiyê jî got, "Ger me tedbîr negirta dê 10 kesî jiyana xwe ji dest bidana". Gotinên di nav nakokiyê de gotin.

Vekirina alên cuda ji bo sedema êrîşê hate nîşan dan...

Disa meseleya alan tê rojevê. Em înkar nakin li gelekî cîhan di çalakiyên me alên cuda derdikevin û mirov tên xwe îfade dikin. Lê di çalakiya Îzmirê de tenê alên DTP'ê hebûn û flamayên kesk û sor û ser ên ku di heman demê de rengê me ne jî hebûn. Ji bilî vê yekê tiştek tunebû. Konvoya Îzmirê ji bo me konvoya herî bi dîsiplin bû. Disa li aliyê din parlamenterên AKP'ê li dîmenên polîsan nihêrîn û ditin ku alên cuda tunin. Ligel ku hikumetê dizanibû ev kar karê ala nîne, cuda da nişan. Ev di peyamên Cemil Çiçek û Huseyîn Çelik de aşkera dixuyin. Dema em van didin berhev em dibînin ku polîtikayek wiha zirav hatiye pêk anîn û xwestin AKP fayde bigire.

* Herî dawî doza girtina partiya we hate rojevê û hûn bi vê yekê hatin tehdîtkirin. Hûn vê yekê çawa dibînin?

Tabî em naxwazin partiya me bê girtin. DTP gelek tişt li siyaseta Tirkiyeyê zede kiriye. Li Tirkiyeyê keviran ji cîh kiriye, gelek mijarên ku wekî tabû hatine hesibandin aniya rojevê. Hebûna DTP'ê demokrasiya Tirkiyeyê xurt dike. Lewma em gotinên "DTP dixwaze xwe bide girtin" etîk û exlaqî nabîn in. Kijan parti dixwaze bê girtin? Lê li vir dar didin nîşanê me, me tehdît dikin û dibêjin 'hun xebatên xwe bidonîn emê partiya we bigrin' Em li hemberê vê helwestê bê deng namînin û bila kes jî nebêje ku DTP li hemberê van tehdîtan ji baweriyên xwe vegere. Ji ber ku em ji bo pêkanîna baweriyê hene. Lê emê ji bo siyasetê hesaba kirin û gotinên xwe bikin. Lê ji tirsa doza girtinê na ji bo rastiya siyaseta xwe. Disa em partiyek siyase ne. Emê xebatên xwe û gerên xwe bidomîn in. Ger ku em xebat û gerên xwe bi dawî bikin ev dê bê wateya vekişindina me ya siyasetê. Em partiya Tirkiyeye ne emê li her derê Tirkiyeyê bigerin û nêrînên xwe bela bikin. Baweriya min ewe ku gelên Tirkiyeyê jî rastiya bizanibûya dê bi qasê li hemberê helwesta statukoparêz derketa.

* Li gorî pêşvçûnê yên derbarê rewşa Ocalan de gelê kurd dixe nav fikarê. Di demek wiha de ev helwesta hikûmetê tê çi wateyê?

Min beriya niha jî gotibû, ev pêvajoyek hesas e. Divê hesasiyetên kurdan jî li ber çavan bên girtin. Birêz Ocalan ji bo kurdan kesek girîng e. Lewma divê di pêvajoya çareseriyê de ev yek li ber çavan bê girtin. Lê li gel ve yekê cîhê 12 metrekareyan bikin 6 metrekare, şertên wî zihmettir bikin, hunê pêşiya pêvajoyê bigirin. Divê hikûmet hîn gavên rasteqîn bavêje. Ev helwest rika gel zêde dike, li ser PKK'ê bandorek neyînî dike, lewma ev kirin û pêkhatin ne rast e. Divê di nav 72 milyonan de hesasiyetê kurdan li ber çavan bên girtin. Ji bo kurdan hesasiyeta herî mezin jî Ocalan e. Em van yekan di hevdîtina de jî tînin ziman.

* Erdogan di 7'ê kanûnê d e bi Obama re bê cem hev. Ji vê hevdîtinê hêviya we çi ye?

Em hergav dibêjin, divê Tirkiye pirsgirêkê xwe di nav xwe de niqaş bike û çareser bike. Divê bizanibe ku bê kurd çareserî ne mimkûn e. DTP di nav siyasetê de ye, li meclîsê xwediyê komekî ye. Di nav civakê kudan de ye û herî baş daxwazê kurdan ew dizane. Niha di pozisyonek wisa de ye ku amedeye ji bo çareseriyê rolek girîng bilîze. Lê hun bi DTP'ê re hevdîtin nekin, bi aktorên pirgsirêka kurd re nekevin nav temasê hun nikarin li İraq, İran û DYA'yê pirsgirêkê çareser bikin. Em elbette girîngiya têkiliyên navnateweyî dizanin û bandora DYA'yê ya li ser Rojhilata navîn jî dizanin. Lê ger ku hêzên li derveyê welat dixwazin di vê pêvajoyê de rolek bilîzin divê daxwazên kurdan li ber çavan bigrin û li gor vê yekê bi hikûmetê re bikevin têkiliyê.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment