Li Naçeya Geverê ya Colemêrgê, piştî mudexaleya li hemberî xwepêşandanê, komên ku li taxan hatin cem hev, dîsa berbi navenda navçeyê ve meşiyan. Piştî ku çalakî li tevahiya navçeyê belav bûn, qeymeqamê navçeyê bi rêveberên DTP'î re hevdîtin çêkir.
Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê, girseya ku bi armanca şermezarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê, meş li dar xist, rastî mudexaleya polîsan hatin. Buyerên piştî mudexaleyê derketin didomin. Komên ku piştî mudexaleya polîsan a bi ava şîd û bombeyên gazê, li taxên cuda yên navçeyê hatin cem hev, dîsa berbi navenda navçeyê ve meşiyan.
Qeymeqam bi rêveberên DTP'î re hevdîtin çêkir
Li aliyê din ji ber buyer li tevahiya navçeyê belav bûn, qeymeqamê navçeyê û Midûrê Polîsan ê navçeyê bi Serokê Rêxisitna DTP'ê navçeyê Nazîf Ataman, Şeredar Ruken Yetîşkîn û Şaredarê Bajaroka Bêjingehê Hurşît Altekîn re hevdîtin çêkirin. Rayedaran xwestin ji bo buyer bi qedin, DTP'î bikevin devrê.
Bi hezaran kes meşiyan
Piştî hevdîtinên hatin çêkirin, polîs li hind noqteyan paş de kişiyan û DTP'î jî bi çalakgeran re hevdîtin çêkirin û xwestin çalakiyên xwe bidawî bikin. Ligel hewildanên DTP'yiyan jî bi hezaran kes derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dirûşm qêriyan û berbi navenda navçeyê ve meşiyan. Hate zanîn ku heta niha 5 kes hatine binçavkirin û li navçeyê buyer didomin.

© ROJ TV
No comments:
Post a Comment