Tuesday, December 1, 2009

Di kuştina Edîş û Olmez de pirsên li bendî bersivê

Di kuştina Edîş û Olmez de pirsên li bendî bersivê
Piştî qeyda deng a aîdî endamê "Tîma Xençerê" û kiryarê bûyera kuştina endamên DTP'ê Necman Olmez û Ferhat Edîş ên ji devê Zekî Akdogan derket holê, hate îdîakirin ku rayedarên leşkeriyê li malbatê geriya ne û gotine kurê we întîhar kiriye. Her wiha ji ber Akdogan li leşkeriyê rastî gefan hatiye, bûyer avêtiye ser xizmên xwe yên cerdevan ku têkiliya wan bi bûyerê re tune ye. Birayê Edîş, Nîhat Edîş jî bersiva pirsên, "Çima şopa tiliyan nehate girtin? Çawa ji nokteyên lêgerînê yên cendirmeyan derbas bûn?" xwest.

Endamên DTP'ê Necman Olmez û Ferhat Edîş, di 25'ê tirmehê de li Navçeya Elkê ya Şirnexê hatibûn qetilkirin. Têkildarî bûyera qetilkirina Olmez û Edîş, piştî qeyda deng a aîdî endamê "Tîma Xençer" û kiryarê bûyerê Zekî Akdogan derket holê, derbarê bûyerê de agahiyên nû derketin. Piştî telefonên Edîş û Olmez ên ji hêla Akdogan hatibûn hildan ji hêla hevsera wî ve hatin, firotin mijar derketibû holê û li Navçeya Golpazarî ya Bîlecîkê Akdogan hatibû binçavkirin. Her wiha hate îdîakirin ku ji ber Akdogan li leşkeriyê rastî gefên kuştinê hatiye, bûyer avêtiye ser bavê hevsera xwe û xizmên wê û zarokê bi navê M.Y. yê 16 salî ku eleqeya wan bi bûyerê re nîne. Li aliyê din ku di qeyda deng de Akdogan dibêje "Min wesayîta Edîş û Olmez, beyî lepik ajotiye jî" rê li ber pirsên din vekir. Ji ber ku piştî buyerê birayê Edîş, Nîhat Edîş, bi israr xwestibû li wesayitî şopên tiliyan bên girtin, lê ji aliyê dozgeriyê bi hinceta "Qoltix deriyê" lêgerîna şopên tiliyan nekiribû. Li gel bi hêsanî dikaribûn li ser derî, dîreksiyon û vîtesan lêgerîna şopa tiliyan bê çêkirin jî, nekirina lêgirînê pirsên gelo, "Tê xwestin kujer bên veşêrin" tîne hişê mirov.

'Çawa ji nokteyên leşkeran ên lêgerînê derbas bûn?

Birê Ferhat Edîş, Nihat Edîş, diyar kir ku wan tomarên dengê Akdogan dane Dozgerê Elkê û rayedarên leşkeriyê lê heya niha têkîldarî mijarê de ne gazê wan kirine û ne jî ew agahdar kirine. Edîş, ani ziman ku di serê bûyerê de heya niha wan bawernedikiri ku ev bûyerê bi tena serê xwe wan nekiriye û wiha got: "Nava roj û gundê nêzî bûyerê dahwet heyî wan çawa guleberdane û wesayît di latê de avêtine? Heke baweriya dewletê ne be ma dê çawa di nav hezeran kesan devê vê yekê bikin? Heke baweriya dewletê nebe, dê çawa di nokteyên lêgerînê yê leşkeriyê de derbas bibin." Edîş destnişan kir ku wan tomara deng dane çapemeniyê jî û wiha domand: "Me xwest ku hemû çapemenî bide. Lê nedan. Zilim tu çaran veşarî nemaye û hesaba zilmê her tim hatiye dayîn. Ev yekmen nîne lê em dixwazin bibe ya dawî."

'Çima şopa tiliyan negirtin?'

Edîş, bi birxist ku di tomara deng a Akdogan de tê diyar kirin ku "Dewlet ji bo şopa tiliyan bihestiyar e" û wiha berdewam axiftina xwe kir: "Min bi dozgeriyê û qameqamire hevdîtinekî rûp rû kir û ev yekê jî gotê. Min gote dozgeriyê şopa tiliyan bigirin. Lê negirtin. Gotin 'Koltux çerme em nikarin bigirin' Ma dîreksoyon jî çerm bû? Ma vites çerim bû? Ma destê derî çerîm bû? Ev yeke gotinên Zekî Akdogan rast dike. Dozgeriyê şopa tiliyan negirt. Dozgerî got 'Em lêkolînê dikin ka dê tomara deng me bibe kîrê' Dozgerê din gote mîn 'Ez dikarim tomarekî wisa çêbikim lê ev tomare ne wisaye wekî tomarekî rast xuya dike' Ez dê çareke din biçim ji dozgeriyê tomaran bipirsim. Wezîrê Karên Hûndîr Beşîr Atalay gotibû 'Dema ku ev bûyere dernekeve holê ez dê teşkîlata Şirnexê jî perpirsiyariyê bigirim' Bûyer derket lê em dixwazin bi temamî derkeve holê."

'Ger ku lêkolîn bê kirin dê tabloyek xeter derkeve holê'

Serokê Şaxa ÎHD'ê ku di heyeta lêkolîna bûyera kuştina endamên DTP'ê Necman Olmez û Ferhat Edîş de cih girtibû Prz. Muharrem Erbey, diyar kir ku li Tirkiyeyê hîn bûyerên bi vî rengî pêk tên û ev yek asta demokratîkbûna Tirkiyeyê diyar dike. Erbey, anî ziman ku li erdnîgariya kurdan hêzên leşkeriyê serdest e û fermana dide derdorên xwe. Erbey, da zanîn ku ji ber polîtîkayên wan ên şaş cerdevan li herêmê har dibin û bi dora xwe dikevin. Erbey bal kiyand ser rewşa leşekrî û cerdevaniyê û wiha got: "Ger ku li ser vê tabloyê lêkolîn bê kirin, dê bûyerên pir sosret û bi tirs derkevin holê. Em wekî ÎHD'ê dê lêkolîn bikin û dozê bişopînin. Em dê bixwazin ku Akdogan bê parastin û lêpirsîn bê berfirehkirin. Ji bo bersûcên rastîn bêne dîtin û darizandin çi ji destê me bê em dê bikin." Parlementerê DTP'ê Hasîp Kaplan jî diyar kir ku doz çûye darazê û ew li benda encama darazê ne.


© ROJ TV

No comments:

Post a Comment