Civîna awarte ya Desteya Rêveber a Navendî ya DTPê 6 saetan dewam kir û paşê hat ragihandin ku rewşa Ocalan ji her aliyî ve hatiye nirxandin.
Di civînê de hat nîqaşkirin, ka di pêvajoya hewldanên çareseriyê de hukûmeta AKPê ji bo çi gaveke bi vî rengî avêtiye û armanca hukûmetê çi ye.
Di civînê de her weha bûyerên muhtemel ên ku rewşa Ocalan bibe sedem jî hatin nirxandin.
Li gorî agahiyên bi dest ketine, roja çarşemê der barê mijarê de DTP wê fikr, pêşniyar û endîşeyên xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihîne raya giştî.
No comments:
Post a Comment