Sunday, December 13, 2009

Biryareke xeternak e

13/12/2009

Girtina Partiya Gel a Civakî (DTP) ya ji aliyê Dadgeha Makeqanûna Tirkiyeyê ve ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bi bertek hat pêşwazîkirin. Li ser mijarê ji Serokatiya Demê Swêdê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de fikara ku li hember biryara girtina DTP’ê anî ziman. Bang li Tirkiyeyê hat kirin da ku girtina partiyan de krîterên Komîsyona Venedîkê û Peymana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê esas bigire û qanûnên xwe biguhêrîne. Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Amadeu Altafaj Tardio da zanîn ku ew ji hemû aliyan ve mijarê dinirxînin ji ber vê jî tu daxuyaniyê nadin.

BIRYAR SABOTAJ E
Parlamentoya Ewropayê (PE) jî li dij biryarê bêdeng nema û biryar bi tundî rexne kir. Li ser mijarê Hevseroka Komîsyona Parlamentoya Têkel a Tirkiye-YE’yê Helene Flautre daxuyanî da. Diyar kir ku biryara hatî dayîn rasterast ‘hewldanên çareseriya demokratîk’ sabote kiriye. Hat gotin ku ev biryar pir xeternak e û li hember hewldanên demokratîk ên li Tirkiyeyê bilî sabotajê bi kêrî tiştekî din nayê. Parlamentera firansî Flautre bal dikişîne ser biryara ji bo Ahmet Turk û Aysel Tuglukê hatiye dayîn û wiha pê de çû: “Turk û Tugluk ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbaza demokratîk pêk bê heta dawiyê têkoşiyane.” Bi bîr anî ku Leyla Zana jî xwediya xelata Sakharove ku PE’yê daye wê. Flautre xwest ku DTP ji bo biryarê serî li DMME’yê bide. Parlamentera Keskan Flautreyê bo ku li Tirkiyeyê reformên makeqanûnê pêk bên bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir.

REFORMA HIQUQÊ DIVÊ
Raportorê Tirkiyeyê yê PE’yê û Parlamenterê Hollandayê Ria Oomen-Ruijten jî got ku ew ji ber biryarê pir xemgîn û bi fikar in. Ocmen-Ruijten destnîşan kir ku vê biryarê hewldana çareseriya demokratîk felç kiriye. Bang li rayedaran kir ku di demeke nêz de hiqûqê li gor cîhana modern a hemdem di reformê de derbas bikin.

LI YE’YÊ GIRTINA PARTIYAN
Li YE’yê mirov rastî qanûnên girtina partiyên siyasî nayê. Di nav welatên endamê YE’yê de biryarên DMME’yê dide wek krîterên nexşeriya girtina partiyên siyasî esas tê girtin. Di vir de 3 xalên bingehîn hene. Xala yekemîn bawerî û girêdana bi hîma demokratîk re, şîdetê nezêrîne û destekê nede şîdetê.

PÎVAN XELET IN
Girtina DTP û girtina Herrî Batasûna ku Îspanyayê girt didin ba hev. DMME’yê di girtina partiya Herrî Batasuna de jî ev her sê xal esas girtin. Di vê biryarê de têkiliya organîk a bi ETA’yê re bi awayê şênber bi daneyan hat tespîtkirin û li ser vê biryara girtinê hat dayîn. Lê ev ji bo DTP’ê ne pêkan e û girtina DTP’ê jî derqanûnî tê qebûlkirin.

HELWESTA DYA’YÊ
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya nivîskî de rexneyên sergirtî û nerm hatin kirin. Hat gotin ku biryara girtina DTP’ê ya Dadgeha Makeqanûna Tirkiyeyê wek biryareke navxweyî dibînin û ji ber vê jî nirxandinên berfireh nakin.
Ligel vê jî vedibêje ku divê li Tirkiyeyê pergala demokratîk ji bo hemû welatiyan azadiya siyasî mîsoger bike. BRUKSEL

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment