Sunday, December 13, 2009

‘Medya durûtiyê dike’

13/12/2009

Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB), bi daxuyaniyeke nivîskî rewşa dawî nirxand. Di daxuyaniyê de bal kişand ser durûtiya medyaya tirk û hate gotin ku divê medyaya tirk bê teşhirkirin û bê boykotkirin. KJB’ di daxuyaniyê de diyar kir ku di 17’ê mijdarê li hemberî gelê kurd û têkoşîna demokrasiyê, pêvajoya darbeya siyasî bi girankirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku kesek nikare hucreya ku ji bo Ocalan hatî amadekirin de bijî û daxuyanî wiha dom kir: “Ev tişt tê wateya darbeya siyasî. Her wiha zêdekirina operasyonan a li hemberî gerîlayan, dîsa li hemberî çalakiyên gel êrîşa bêtehamûlî û herî dawiyê jî kuştina xwendekar Aydin Erdem. Ev gav bi gav pêş ket. Darbeya herî dawiyê jî bi girtina DTP’ê pêk hat. Der barê 37 siyasetmedaran qedexeya siyasî hate dayîn. Li gorî me ev biryar biryareke siyasiye.”

OBAMA Û ERDOGAN
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo gelê kurd mafê siyasetê hate qedexekirin û ji bo kurdan tê gotin hûn kole ne, wisa jî bijîn. KJB’ê di daxuyaniyê de got ku biryara Dadgeha Makeqanûnê ne biryareke serbixwe ye û talîmatên mekanîzmayên siyasî pêk hatiye.
Koordînasyon di daxuyaniyê de da zanîn ku êdî ji bo jiyaneke azad û bi pîvan têkoşîneke bi pîvan ji hêla gel ve bê dayîn û daxuyanî wiha dom kir: “Hevdîtina serokê Amerîkayê Barack Obama û Tayip Erdogan di vê pêvajoyê de girîng e. Cezayê hucreyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtina DTP’ê û qedexeya siyasî ya 37 siyasetmederan durûtiya hikûmetê nîşan dide. Her wiha Amerîka rojek pêşiya girtina DTP’ê li Amerîkayê vekirina nûnertiya DTP’ê qebûl kir. Ev tişt ne tesadûfiye. Hevdîtina Obama û Erdogan di dema doza girtina DTP’ê de dom dikir. Li dijî Tevgera Azadiyê têkoşîna xwe kirin yek.”

DÊ TÊKOŞÎN BIDOME
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin medyaya ku bi xwîna kurdan xwe xurt dike divê teqes bê boykotkirin û wiha hate gotin: “Êdî gelê kurd AKP’ê li Kurdistanê naxwaze, rayek nade partiyên faşîst CHP û MHP’ê. Parlamenterên kurd ên di nav AKP’ê de cih girtine divê di nav helwesteke bi rûmet de ji partiya xwe îstîfa bikin. Gelê kurd dê wekî her car xwedî li Rêberê xwe û Tevgera xwe derkeve û têkoşîna xwe bidomîne.”

‘Medyaya tirk boykot bikin’
Di daxuyaniya koordînasyona KJB’ê de qala medyaya tirk jî hate kirin, hate diyarkirin ku ev pêkanîn domandina tasfiye, înkar û îmhayê ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li hemberî gel û Tevgera Azadiyê êrîşên hovane dom dike û ev tişt bi medyayê pêş dikeve û di daxuyaniyê de vî tiştî cih girt: “Medya û nivîskar piştgiriyê didan pêvajoya demokratîkbûnê lê niha li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê û gel dest bi êrîşên hovane û kirêt dikin. Çawa daraz serbixwe nîn e medya jî serbixwe nîn e û neserxwebûn careke din derket holê. Biryara bêçalakbûnê, domandina pêvajoya demokratîkbûnê û pêşniyarên Ocalan nayê dîtin. Li hemberî cezayê hucreyê, operasyonên li hemberî gerîla, êrîşên li hemberî gel, girtina DTP’ê û cezayê qedexeya siyasî ya 37 kesan hatî birin, daxwaza bêdengiya gelê kurde. Medya berdevkiya îdeolojiya siyasî dike. Medya tu carî polîtîkayên tahrîkê, kuştina Aydin Erdem, êrîşên li hemberî gel û operasyonên li hemberî gerîlayan nanirxîne. Mafê parastina meşrû wekî provakosyon dinirxine. Polîtîkaya qirêj a AKP’ê nayê dîtin. Ev tişt encama durûtiya medyaya tirk nîşan dide.”

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment