13/12/2009 |
|
Di salên dawî de serhildanên pêk hatin de gelek qehremanî pêk hatin ciwanên kurd di serhildanan de pêşengî ji gelê kurd re kir. Di 2008’an de li hemberî Komploya Nawneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15’ê Sibatê li navçeya Cizîr a Şernexê Yahya Menekşe(16) ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Mahsûm Karaoglan(21) û Mustafa Dag (27) di 4’ê nîsanê de di dema Meşa Amarayê ya bi munasebeta 60`emîn roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin de di encama gulebarana leşkeran de bi awayekî hovane hatin kuştin. Herî dawî bi mebesta protestokirina pêkanînên li Îmraliyê di 6’ê kanûnê de li Amedê Aydin Erdem(23) ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Di nava gel de ev kes wekî ‘Şehîdên Serhildanan’ tên binavkirin û nayên jibîrkirin. Li her bajaran gelê kurd wekî zarokên xwe li şehîdên serhildanan xwedî derketin û bi awayekî tund nerazîbûna xwe nîşan dan. Hevalên Aydin Erdem sekna wî û biryardariya wî vegotin û xwestin faîlê wî bê dîtin û darizandin. Hevalên Erdem destnîşan kirin ku sekna ciwanan dê her tim li hemberî tecrîd, îşkence, tunekirin û qetlîaman wekî pola be. LI HEMBERÎ ÇALA MIRINÊ Ciwanên kurd di çalakiyan de peywira xwe ya pêşengiyê bi awayekî qehremanî pêk tînin. Ji ber vê yekê ciwanên kurd bûne hedefa şerxwazan. Ciwanê kurd Aydin Erdem bi mebesta protestokirina pêkanînên li Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ev pêkanîn wekî çala mirinê binav kiribû di 6’ê kanûnê de li Amedê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Aydin Erdem li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê ji dayik bûye û xwendekarê Zanîngeha Dicleyê bû û di beşa Matematîkê de di pola 3’yemîn de bû. Qetilkirina Aydin Erdem li hemû bajaran û li zanîngehan hate protestokirin û kujerê Aydin Erdem jî hêj nehatiye dîtin. Hevalên Aydin Erdem kesayiyeta wî û sekna wî ya li hemberî tecrîdê û pêşangiya wî ya di nava ciwan de vegotin. Hevalên Aydin Erdem xwestin faîlê Erdem bê dîtin û darizandin. Hevalên Aydin Erdem diyar kirin ku Erdem sekneke bêhempa nîşan da û bi awayekî bi biryar tevlî çalakiyê bûye û Rêberê Gelê Kurd Ocalan wekî îradeya xwe didît. ÎŞKENCE QEBÛL NEDIKIR Hevalê Aydin Erdem yê polê Dogan Kurç (22) diyar kir ku Erdem îşkence û tecrîd qebûl nedikir û got: “Pir zor e mirov Aydin bîne ziman, ez nikarîm wî vebêjim lê Erdem hevalê min yê polê bû ez û wî me gelek tişt bi hev re parve kir. Ev 2 sal e ez wî nas dikim. Yekî pir bi biryar bû li hemberî îşkenceyê û tecrîdê sekneke wî ya bi biryar hebû. Erdem dikarîbû bi her kesî re têkilî daniya.” EZ HÊ JÎ BAWER NAKIM Kurç diyar kir ku beriya çalakiyê wî ew dîtiye û gava gotin Erdem hate qetilkirin bawer nekiriye û hê jî bawer nake. Kunç got: “Beriya çalakiyê min Erdem dît pir bi biryar bû digot ez ê îşkence û tecrîdê bibersivînim. Piştî qetilkirina Erdem nîv saetê hevalan ji min pirsîn paşnavê Aydin çi ye, min got Erdem e. Gava min got Erdem e, hevalên min giriya gotin Erdem mir, min bawer nekir min li Roj TV temaşe kir, di wir de jî wêneyê wî û navê hebû lê min bawer nedikir ez hê jî bawer nakim û gelek xemgîn im.” ‘OCALAN ÎRADEYA MIN E’ Hevala Aydin Erdem Songul Sicakgûz (20) destnîşan kir ku Erdem digot ‘Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocan îradeya min e.’ Sicakgûz diyar kir ku Erdem bala polîsan kişandibû û di çalakiyê de bi awayekî zanebûn hate kuştin. Sicakgûz got: “Erdem kesekî pir aktîf bû ne mimkûn e ku bala polîsan nekişîne ew bi zanebûn hate kuştin. Aydin pir wêrek bû li zanîngehê li yurdê bi her kesî re têkiliya wî hebû. Aydin beriya çalakiyê digot ‘Ji ber ku ez Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî îradeya xwe dibînim îşkence û tecrîda li wî tê kirin wekî li min tê kirin û ez ji bo vê yekê dê tevlî çalakiyê bibim.’ Ez bûm şahidê wan gotinên Aydin. Pir bi biryar tevli çalakiyê bû.” Sicakgûz diyar kir ku Aydin kesekî pir dilsoz bû û got: “Aydin pir dilsoz bû bi her kesî re parve dikir û têkilî datanî. 3 sal ez û ew di heman polê de bi hev re bûn, min nedît ku rojekê dilê kesî jê maye an jî kes şikandiye li her derê dixebitî û gelekî kedkar bû.” ‘AYDIN KESEKÎ PÊŞENG BÛ’ Hevalê Aydin Eray Olçen(23) diyar kir ku Aydin kesekî pêşeng bû û got: “Aydin kesekî pir fedekar bû, mala wî hebû lê ji bo hevalên xwe nûdiçû malê, li yurdê dima gelek caran. Aydin pêşeng bû hemû peywirên xwe bi cih danîn û pir bi hevalên nû re eleqedar dibû. Aydin yekî rûken bû û ji henekan hez dikir.” Olçen diyar kir ku Aydin ji bo çalakiyê xwe amade kiribû û gelek bi heyecan bû. Olçen got: “Aydin ji bo çalakiyê pir bi heycan bû beriya çalakiyê hefteyekê xwe ji bo wê çalakiyê amade dikir. Ên ew di çalakiyê de jî dîtin digotin herî li pêş bû, wekî her tim. Li gorî min Erdem bi zanebûn hate kuştin, beriya çalakiyê polîsan ji xizmên wî re pirsîne gotine Erdem li ku ye. Ji hevalên Aydin ê nêz Halîl bi wî re bû ez bawerim ji bûyerê re jî şahidî kiriye ew girtine binçavan. Delîlên bûyerê polîsan îmha kirin û şahid jî binçav kirin. Polîsan hevalê me bi zanebûn kuşt, em dixwazin faîlê Aydin bê dîtin û bê darizandin.” Şehîdên Amarayê Ciwanên kurd Mustafa Dag (27) û Mahsûn Karaoglan(21) di 4’ê nîsanê de bi munasebeta 60`emîn roja rojbûna Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan hate lidarxistin de di encama gulebarana leşkeran de hatin qetilkirin. Di meşa Amarayê de ciwanên kurd dîsa pêşengî dikir û bûn hedefa kujeran. Mahsûn Karaoflan jî xwendekarê Beşa Metematîkê yê pola 3'yan a Zanîngeha Dîcleyê bû wî jî bi Aydin Erdem re heman qederê parve kir. Yahya Menekşe (16) di çalakiya protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Menekşe di bin panzera polîsan de bi awayekî hovane hate kuştin û wekî ‘Sembola Serhildanê’ hate binavkirin. SEDEMA KUŞTINA WAN ÇI BÛ Di encama otopsiyê de derket holê ku Mustafa Dag, bi guleya rasteqîn hatiye kuştin. Li gorî rapora otopsiyê Dag ê bavê 2 zarokan bi guleya rasteqîn hatiye qetilkirin. Di raporê de wiha hate gotin: "Ji ber guleya agirîn li serê wî ketiye, hestiyê serî parçe bûye. Girêdayî vê yekê mejiyê wî belav bûye û xwîn riştiye ser mejî. Di encama vê yekê de jiyana xwe ji dest daye." Di rapora otopsiyê de sedema kuştina xwendekarê Beşa Metematîkê yê pola 3'yan a Zanîngeha Dîcleyê Mahsûm Karaoglan(21) ku di pevçûna Meşa Amarayê de jiyana xwe ji dest da, diyar nebû. Di rapora ku encameke teqez neda de wiha hate gotin: "Di valahiya sîngê wî aliyê rastê de xwîn kom bûye. Li gorî texmînê piştî lêdanê xwîn daweriyaye hundirê wî." Di raporê de bi awayekî teqez sedema kuştinê nehat diyarkirin. Ji ber vê yekê tahlîl şandin Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Piştî ku encama raporê li vir zelal bibe dê sedema kuştinê jî zelal bibe. Der barê mijarê de bijîşkên ku nexwest navê xwe bidin, diyar kirin ku dibe sedema kuştina Karaoglan ji ber guleya plastîk be. Bijîşkan diyar kir ku guleya plastîk laşê mirovan birîn nake û xwîn nake ji ber wê xwîn diçe hundirê mirov. © Azadiya Welat |
Sunday, December 13, 2009
Sehîdên Serhildanan
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment