13/12/2009 |
|
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Metîn Guleç (Zafer Cûdî) ê ku li çiyayê Cûdî di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû li Sîlopiyê bi tevlibûna 10 hezar kesan hate definkirin. Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Metîn Guleç û Yakup Dellayîmîlan ji aliyê xwîşka Guleç, Adîle Guleç û apê wî Dervîç Guleç jî di nav de ji aliyê 40 kesan ve ji herêma pevçûnê anîbûn gundê Dagkonakê. Piştre jî cenaze biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî otopsiyê cenaze bi sloganan anîn navçeya Sîlopiyê. Serokê DTP’a Şirnexê Selîm Bayar, Serokê DTP’a Cizîrê M. Şerîf Uçkan, Şaredarê Silopiyê Emîn Togurlu, Şaredarê Tilqebînê Sînan Uysal, Nûnerê MEYA-DER’ê Ramazan Togurlu û şaredarên navçe û bajarokên Şirnexê jî bi cenaze re ji Şirnexê hatin Sîlopiyê. Li Sîlopiyê cenaze bi dirûşmên “şehîd namirin”, “PKK gel e gel li vir e” hate pêşwazîkirin. Piştî vecîbeyên olî cenaze bi beşdariya 10 hezar kesan birin Goristana Şehîtlîk a Başakê. Di meşê de alên Konfederalîzma Demokratîk, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin rakirin. Her wiha dirûşmên “destên dirêjî aştiyê dibin bila bişikên”, “ciwan fedaiyê Apo ne”, “şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “tolhildan”. “tolhildan, tolhildan” hatin berzkirin. Di merasîmê de "Şehîdê aşitîyê heval Zafer Cudî rûmeta me ye" hate rakirin. Cenazeyê Guleç li goristanê li cen gora kurê apê wî Salîh Guleç (Çekdar Cûdî) hate definkirin. Piştî ku cenaze hate definkirin Serokê DTP’a Şirnexê Selîm Bayar axivî. Bayar got ku di şerê 30 sal in didome de bi hezaran ciwanên ku di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji des dane tenê nakin axê wan di dilê xwe de jî vedişêrin. Bayar diyar kir ku dewlet nikare li hemberî têkoşîna azadiya gelê kurd bikesike û wiha berdewam kir: “Li ser vê gelî gelek lîstîk qewimîn. Ji van yek jî girtina DTP’a ku ji aliyê kurdan ve di enceme gelek bedelan de hatiye avakirin e. Bi operasyonên leşkerî ve ciwanên kurdan têne qetilkirin û bi darbeyên siyasî jî dixwazin têkoşîna azadiya gelê kurd tune bikin. Lê divê bê zanîn ku heta ku zarok^ne kurdan ên bi rûmet ên wekî Zafer Cûdî hebin agirê azadiyê nayê netafindin.” Piştî axaftinan girse bi meşê çû konê sersaxiyê ya ji bo Guleç li taxa Başakê hate vikirin. ŞIRNEX © Azadiya Welat |
|
Sunday, December 13, 2009
10 hezar kes beşdarî cenazê bû
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment