13/12/2009 |
|
Berdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle, di civîna awarte ya kongreyê de axivî û diyar kir ku girtina DTP'ê plana tasfiyekirinê ye û wiha got: "Girtina DTP'ê êrîşa li dijî gelê kurd e." Dîcle, bang parlamenterên DTP'ê kir û got: "Werin di bin vî banî de em li hev kom bibin û cudatiyan biparêzin. Werin em yekitiya kurdan a neteweyî bi hev re ava bikin." Kongreya Civaka Demokratîk, têkildarî pêvajoya dawî û girtina DTP'ê, bi awayekî awarte li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a DTP'a Amedê, civiya. Di civînê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û 98 şaredarên DTP'ê, Serokên Rêxistinên DTP'ê yên Bajaran, neviyên Şêx Seîd, Diyadîn Firat, Ahmet Feyzullah Firat, endamên Komên Qendîl û Mexmûrê, hîndekar, hunermend, nivîskar û delegeyên gel jî di nav de nêzî 700 kesî, amade bûn. Civîna ku li bendê ye 2 rojan bidome, ji bo "Şehîdê Çareseriya Demokrasiyê" Aydin Erdem û kesên di têkoşîna aştiyê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin. Serokê Dîwana Kongreyê Abdullah Akengîn, axaftina vekirinê kir û diyar kir ku Endamên Meclîsa DTP'ê û parlamenterên DTP'ê dê sibê beşdarî civînê bibin. PIŞTA XWE DANE ÇIYA Piştre Berdevkê KCD'ê Hatip Dîcle axivî û diyar kir ku hemû cîhan dibêjin çima nikarin 'Têkoşîna Azadiyê' têk bibin. Dîcle anî ziman ku divê her kes li dîroka têkoşîna kurdan binêre û wiha axivî: "Gelê kurd ev 14 hezar sal in li ser vê axê kok û reh berdane. Li ser vê axê yekem car şoreşa çandiniya neolîtîk dest pê kiriye. Ev erdnîgarî, erdnîgariya ku kurd dê dijîn in. Gelê Kurdistanê ku her tim rastî êrîşa serdestan û dagirkeriyê hatiye her tim pişta xwe daye çiyê û li ser lingan maye. Em ji bîr nekin, li Mezopotamyayê Beriya Zayinê di sala 1700'an de li Rihayê Hz. Îbrahîm li hemberî nemrûdan serî hilda û diyar kirin ku mirov nikarin bibin xweda. Ev xak, hêlîna felsefeya Zerdûştan û bingeha azadiye ye. Ev xak, xaka ku Kawayê Hesinkar li hemberî Dehak serî hildaye. Axa ku arê Newrozê lê geş bûye." Dîcle, destnîşan kir ku gelê kurd ev 200 salin li dijî feqa berjewendiyên qapîtalan tekoşînê dimeşîne û wiha dom kir: "Dema Ataturk derket Semsûnê zanîbû bêyî kurdan nikare Tirkiyeyê rizgar bike. Ji ber vê yekê bi gelê kurd re tifaq çêkir. Heta ku komar ava kir bi kurdan re tifaqî çêkir. Lê piştî sala 1924'an ji her alî ve kurd hati înkarkirin. Ji aliyê nasname, aborî, çandî, siyasî û her alî ve kurd hatin înkar kirin. Hemû berxwedanên kurdan hatin desteserkirin. Şeyh Saît û Seyît Riza li ser vê axê berxwedanek pir mezin dan. PKK wekî 29'emîn serhiladina kurdan tê qebûl kirin. Di hemû serhildanên kurdan de kurd dasî tunekirin û înkarê hatine. Niha jî dixwazin Rêberê 29'emîn serhildana kurdan Brêz Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmralî bê bêhn bihêlin û li wir bikujin." Bi vê axaftina Dicle re dirûşmeya "Bijî serok Apo" hat berz kirin. 'EM TÊK NEÇÛNE' Dicle, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku kurd êdî ne kurdên berê ne û dikarin li mafê xwe xwedî derkevin. Dicle, da zanîn ku êdî têkoşîna kurdan li her qadê didome û wiha dom kir: "Gelê kurd êdî destûrê nade ku rêberê wî li Îmralî bê behn bimîne û bê kuştin. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî dewlet dest ji polîtîkayên li ser Ocalan berde. Gelê kurd her tim wekheviyê û biratiya gelê kurd û tirk dixwaze. Dixwazin bi mirovahî li ser axa xwe bijîn. Ji ber vê yekê jî divê makezagona sivîl û demokratîk bê sazkirin." BANGA YEKITIYÊ Dîclê, bal kişand ser doza DTP'ê û anî ziman ku Dadgeha Makeqûnê, di pêvajoyek ku ev 14 mehin hewldan tên nîqaşkirin de biryara girtina DTP'ê daye û wiha got: "Di pêvajoya hewldanan de planek tenik a qedandinê îlan kir. Ev êrîşa li dijî vîna gelê kurd e. Hevalên me yên parlementer di nava koma xwe de îstîfayên xwe dan û wekî kesên azad beşdarî nava gel bûne. Ger di vê biryara xwe de samîmî bin, bila zanibin ku wekî KCD'ê û gelê kurd em dê heta dawiyê li pey wan bin. Bila hemû kes bizanibin ku gelê kurd vê êrîşa li hemberî rûmeta xwe bêbersiv nahêle. Ji ber vê yekê jî derveyî DTP'ê ez bang li tevahî yekîneyên kurdan dikim. Werin, em di bin vê banê de bi parastina cûdahiyên xwe werin cem hev. Hemû nîqaşan bi rojan li vir bikin, lê em seknek hevpar nîşan bidin. Em yekîtiya neteweyî ya kurdan ava bikin." Dîcle, destnîşan kir ku pêvajo xetereyên mezin jî di nav xwe de hîltîne û derbarê rîskên pevçûnên di navbera kurd û tirkan de nirxandin kir. Dîclê, da zanîn ku buyerên li Îzmîr, Bursa û Çanakkaleyê qewimîn, qêrînek ji bo êdî dewlet hişê xwe bide serê xwe bû û wiha axivî: "Ger ev pêvajo berbi aştiyê ve neçe, ditirsim ku pêvçûnên bê maf ên ku ji kontrola dewletê derketine, dibe ku bên jiyîn. Lazime ev yek wekî gefan na, lê wekî tesbît û pêşdîtinekê bê nirxandin. Em tu carî alîgirê vê yekê nînin. Em dibêjin em mahkûmê aştiyê ne." 'DEM NÎN E' Dîclê, bibîr xist ku heta Newroza 21'ê adara demek wekî 3 mehan heye û lazime dewlet û hikûmet peywira dikeve ser bi lez bi cîh bînin û ev tişt gotin: "Wekî tê zanîn bi hatina 15'ê sibetê timî li Kurdîstanê xwepêşandanên girseyî yên şermezarkirinê tên li dar xist in. Ji wê demê û heta Newrozê demek bi xetereye. Ji ber vê yekê jî lazime dewlet bi lez dev ji plana qedandinê berde û bihiştî serdest bikin û bi saziyên kurdan re bikevin nava diyaloqan. Em bawer dikin ku gelekî tiştên bên kirin hene." AMED / DÎHA |
Sunday, December 13, 2009
WERIN EM YEKITIYA NETEWEYÎ AVA BIKIN
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment