Sunday, December 13, 2009

AHMET TURK: AKP`Ê DEMOKRASÎ QETIL KIR

AHMET TURK: AKP`Ê DEMOKRASÎ QETIL KIR

EM BI AWAYEKÎ FIÎLÎ JI MECLÎSÊ VEDIKŞIN

Hevserokê DTP'ê Ahmet Türk, beriya vekişîna xwe ya ji meclîsê eşkere bike anî ziman ku wan li Meclîsa Tirkiyê her tim aştî parastiye...

Turk got, xwîn bi xwînê nayê şûştin, xwîna diherike tenê dikare bi aveke zelal were paqijkirin, ji ber vê çendê jî xwest hewldanên ji bo aştiyê zêdetir bibin..

Ahmet Turk diyar ku DTP'ê her tim êşên civakê fêm kirine û wan ti caran negotiye pirsigrêka Kurd divê bi riyên şîdetê were çareserkirin....

AHMET TURK: BIRYARÊ DERBEYEK LI AŞTÎ
Û BIRATIYA GELAN DA

Ahmet Türk anî ziman ku tevî hewldanên wan ên ji bo aştiyê jî, dadgehê biryara girtina partiya wan daye û ev yek weke derbeya li aştî û biratiya gelan binav kir..

Turk da zanîn ku ew siyaseta xwe ya demokratîk dewam bikin û ev pirs kir:

Çima heta niha derheqê partiyên nijadperest yên mîna CHP û MHP ên parêzvaniya çeteya Ergenekonê dikin, ti doz nehatiye vekirin?...

Ahmet Turk weha got, 'Heyfe, van tiştan bi serê vî welatî nekin' û ev bang kir, "Meclîsa xwe li çareseriyê ranegire wê Tirkiyê ber bi şerê navxweyî ve bibe..''

AHMET TURK: AKP JI BO BERJEWENDIYÊN XWE
DEMOKRASÎ QETIL KIR
Ahmet Türk rexneyên tûnd li AKPê jî girtin..

Turk gotina AKP'ê ya 'Em bi dengên gel hatine hilbijartin, nabe ku partiya me were girtin' bi bîr xistin û got, AKP li hemberî girtina DTP'ê bê deng maye û ji bo rantê bidest bixe, demokrasî qetil kiriye...

Balkêşbû dema ku li ber navenda DTP'ê daxuyaniya çapemeniyê dihat dayîn, li malên derdorê alên Trkiyeyê hatin daliqandin..

Girseya gel a ku daxuyanî dişopand jî bê navber sloganên, "Wê zext me çavtirsandî nekin", "Em hemû Kurd in, em hemû DTPyî ne" gotin...

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment