Navenda Giştî ya DTP'ê bi daxuyaniyekê bersivda nûçeyên têkildarî wan li ser avakirina komek nû derdikevin û diyar kir ku koma wan ji Meclisê vekişiyaye û komek nû ava nakin.
DTP'ê têkildarî nûçeyên îdîa dikin dê DTP li Meclisê komek nû ava bike, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komek nû nayê avakirin û wiha hate gotin: "Koma me ya Meclisê û endamên MYK'a me di civîna xwe ya dawî de biryar dane ku tenê parlementeriya kesekê jî bê rakirin dê ji Meclisê vekişin û berê xwe bidin gel. Ev biryara me berdewam dike. Di heman civînê de parlementerên me daxwaznameyên xwe dane Hevserokên me û bi biryarbûna xwe nîşan dane. Têkildarî vê biryarê tu guherîn û nirxandinek nû tune ye. Mijarên wiha di rojeva partiya me de nînin. Ev li derveyî me pêk tên. Koma me fîlîlî ji Meclisê vekişiya ye û di 14'ê kanûnê de Ahmet Turk û Aysel Tugluk dê biçin Amedê û vê biryara xwe bi cih bînin." Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Meclisa Partiyê, Meclisa Lijneya Şêwirînê ya Kongreya Civaka Demokratîk dê li Amedê bicive û biryara têkildarî daxwaznameyên îstîfayê, dem û şêwaza wê bê kişfkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku daxuyaniya Turkdi 12'ê kanûnê de aşekar kirî, dê berdewam bike.
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment