| 19/12/2009 |
| |
| ‘Têkoşîna demokratîk bidomînin’ Rêberê Gelê Kurd Ocalan, li ser biryara vekişîna parlementerên DTP’ê ji meclîsa tirk, nêrînên xwe aşkere kirin. Ocalan wiha got: “Li Tirkiyeyê jixwe çerxa hiqûqê baş naxebite û çareserî di têkoşîna demokratîk de ye.” Ocalan xwest li Tirkiyeyê saziyeke ku hemû derdorên demokratîk himbêz bike, were pêkanîn. Rêberê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Abdullah Ocalan biryara îstîfayê ya parlementerên DTP’ê şîrove kir. Ocalan wiha got: “Em hê negihîştine wê qonaxê, biryareke wisa jî bi şewirîna gel dikare were standin.” ‘PÊNGAVA DÎROKÎ YA ADARÊ’ Ocalan rewşa xitimî ya siyaseta îro şiband serdema destpêkî ya tevgera xwe û wiha got: “Wê demê Komeleya Xwendakarên Şoreşger ên Zanîngeha Enqerê ji du derdoran pêk dihat. Yek jê DDKO ya din jî Dev-Genç bû. Ez hem endamê her duyan jî bûm. Dilê min dixwest ez herduyan bikim yek û biratî û azadiyê bi pêş bixim. Dû re, yek ji wan şemitî ser xêza netewgiriya burjûwaya biçûk. Yê din jî şemitî ser xeta nasyonalîzmê. Aliyê din jî digot, ku ew nikare bi kurdan re li hev bikin. Dû re bi Kemal Pir û Haki Karer re em derbasî Kurdistanê bûn. Kemal Pir û Haki Karer, ji ber ku didîtin ku min dixwest her du gelan nêzî hev bikim, bi min re tevgeriyan.” Ocalan sefera xwe ya wê demê ya li Kurdistanê weke ‘pêngava dîrokî ya Aderê’ bi nav kir û bi bîr xist ku wî ji Agiriyê dest bi gera xwe kiribû û li Qers, Bazîd û Amedê bi ciwanên kurd re civîn pêk anîbûn. MÎRASA DEMOKRATÎK Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan anî ziman ku, ji ber wê pêngava wî ya dîrokî îro jî gel rûmetê didê û wiha got: “Gel min nas dike. Ev çil sal in ez vê têkoşîna dimeşînim. Ocalan diyar kir ku wê demê jî tevgerên ku mafên kurdan qebûl dikirin hebûn lê belê Tevgera Şoreşger a li Tirkiyeyê di heman astê de dewam nekir. Ocalan wiha dewam kir: “Denîz Gezmîş jî Mahîr Çayan jî hebûna kurdan û mafên wan qebûl dikirin. Denîz li ber sêdarê jî- ku ev tiştekî pir zehmet e- got ‘Têkoşîna min têkoşîna biratiya gelên kurd û tirk e.’ Di heman demê de Mahîr jî digot ‘Kurd hene, nabe ku pirsgirêka kurd were înkarkirin.’ Me ev ji devê Mahîr bihîst. Wêrekiyeke mezin pêwist bû ji bo helwesteke wisa. Divê herkes rêzê ji Denîz û Mahîr re bigire.” Ocalan got, ancax bi xwespartina vê mîrasê, siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê dikare were pêkanîn û j bo vê yekê divê li gel derdorên demokratîk û bi hevkariya wan pêşiya siyasetê were vekirin. DU HÊZ LI TIRKIYEYÊ HENE Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan carek din bibîr xist ku li Tirkiye hê xeta Îttîhat û Terakî dewam dike. Ocalan got li Tirkiye 2 xet bi hev re di nava pevçûnê de ye û wiha dewam kir: “Di rastiyê de, li Tirkiye niha 2 hêz hene. Ji vana yek xeta hişk û faşîst ya Îttihat Terakî ye. Ya din jî, hêza nerm ya kêm be jî hinek di nava AKP’ê hinek jî di nava artêşê de ye. Di rastiyê de niha ev her du hêz bihev ketine. Her roj subay û general têne giritn. Sedema van girtina, pevçûna di nava van herdu hêzan de ye.” DÎSA CEZAYÊ HUCREYÊ Lê li gorî ku agahiyên Ocalan dan parêzerên xwe, cezayê hucreyê ya dawî lê hate birîn, hat erêkirin. Behane jî, îdîaya ku Ocalan gef li dewletê xwarine ye.. Rêberê Gelê Kurd bi van gotinan bersiv da van kirinan: “Ev îdîayên tên kirin ne rastin. Ez gefan li tu kesî nakim, tenê ez tesbîtan dikim. Min li dijî kesên li Meclîsê ne tişetek negot, yanî min ji bo kesayetiya mirovan tiştek negotiye. Tevahiya axaftinên ez dikim li ser hîmên siyaseta demokratîk in. Ya ez dibêjim li dijî wan kesên li meclîsê ne û naxwazin çareserî pêk were.” Ocalan diyar kir wî der barê mijarê de daxwazname şandiye û gotiye nabe ku bûyer di çarçoveya hiqûqî ya teng de were nirxandin. Ocalan got: “Dema ez rexneyan dikim û diaxivim, ez tenê xwe dispêrim hêza xwe û anî ziman ku ev hêz jî, gelê kurd û dostên wî yên pê bawer dikin.” ÊRÎŞA LI KOPÊ Rêberê Gelê Kurd, her wiha behsa nerazîbûnên gel yên li Kurdistanê jî kir. Ocalan, ji bo malbata Aydin Erdem ê li Amedê û ji bo malbatên Necmî Oral û Kemal Agca yên li Kopê jiyana xwe ji dest dan, sersaxî xwest. Ocalan got, êrîşkarê li Kopê du kurd qetil kirin ne dikandareke ji rêzê ye, ew wezîfedarekî dewletê yê taybete. ‘KURD BILA XWE BIPARÊZIN’ Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan li dijî êrîşan diyar kir ku divê gelê kurd xwe biparêzer û wiha dewam kir: “Ev kes li Bedlîs, Sêrt û gelek deverên din hatine rêxistinkirin. Gelek kes li doran wan kom bûne. Ez ji hin nivîsên di rojnameyan de dikarim van mijaran fêm bikim û bighêjim van encaman. Dibe ku bi hezaran kes ji van derdoran li Amedê jî hatibin bicihkirin. Ev kes li benda komkujiyan e. Li bendê ne bê gelo wê kengî komkujî werin kirin. Dema komkujî destpêbikin, ev kes ji bo kuştina kurdan hatine amadekirin.” Ocalan, vê heftê behsa hin baskên rêxistinên mîna Ergenekonê yên ku saxên xwe li nava kurdan hatine vedan. Ocalan diyar kir ku hedefan van rêxistinan jî, têkbirin têkoşîna demokratîk ya gelê kurd e û weha dewam kir: “Nabe ku ji her tiştî min berpirsyar bigrin. Van gelek komên çeteyan saz kirin, çeteya çaran, kesên mîna Hogri û Şemdîn bi Ergenekonê re ketin nava hevkariyê. Bi ser gundên mîna Zanqirtê de girtin û zar û zêç qetil kirin. Van kesan xwest min jî bikujin. Bûyera Hasan Bîndal tê zanîn. Paşê ev têgeh ji aliyê Osman û Botan ve hat dewamkirin. Van kesan zerar da têkoşîna me jî. Van kesan hewl da ku têkoşîna me ya demokratîk û nirxên me pûç bikin.” Ocalan herî dawî girtiyên li Çewlik, Bedlîs, Amed û Sêrt û her weha gelê kurd silav kir. ‘Destkeftiyên kurdan neyên hebakirin’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dewamên rêxistinên mîna THKO- Dev Genç û elewiyan, gavên girîng dikarin bên avêtin û bi qasî 40-50 parlamenter dikarin tevlî nav vê xebatê werin kirin. Ocalan destnîşan kir ku dema parlementerên DTP’ê biryara îstîfayê wergirin, divê van xisûsiyetan giş li ber çavan bigirin û bi awayekî vekirî wiha got: “Bi ya min, hê ne wextê îstîfayê ye, çareserî di têkoşîna demokratîk de ye.” Ocalan nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Ji bo vê yekê divê bi gel were şewirîn û dû re biryar bên standin lê belê divê ev şewirîn bi awayekî pir cidî were kirin. Li Amedê bi hezaran kesan re civînên gel dikarin bên lidarxistin. Dû re bajar bi bajar civînên gel dikarin bên pêkanîn. Dikarin biryara vegera li meclîsê jî bidin. Dikarin bibêjin ku me wisa pêwist dît. Bi vî awayî dikarin siyasta demokratîk bi pêş bixin. Divê parlementer meclîsê ji bo vekirina kanalên siyaseta demokratîk bi kar bînin. Bi vî awayî wê destkeftiyên demokratîk ên kurdan jî neyên hebakirin. Divê karibin li meclîsê hertiştî guftugo bikin. Ji bo têkoşîna demokratîk pêdivî bi siyaseta demokratîk heye. Pêkanîna vê yekê pir girîng e.” Ocalan ji bo têkbirina helwestên tûj ên MHP û CHP’ê jî pêwistî bi siyaseta demokratîk a li meclîsê heye û aştî jî ancax dikare bi vî awayî were afirandin. XEBATA DEMOKRATÎK Rêberê Gelê Kurd destnîşan kir, ku ew di aştiyê de bi israr e, lê herkes berpirsyariyê davêje ser milê wî. Ocalan wiha dewam kir: “Ez naxwazim gerîla jî leşker jî bimirin. Bi rastî ez ji ber vê yekê pir xemgînim. Bila êdî zarokên anatoliyê, zarokên kurd û tirkan nemirin. Min di nexşerê ya xwe de, ji bo pêşî li vê şidetê bê anîn, prensîbên pêwist destnîşan kiribû. Hin bi lezgînî hat amadekirin, lê dîsa jî min tiştê pêwist gotibû. Berpirsyarî hemû davêjin ser milê min. Bi vî awayî hikûmetê jî hemû bar daye ser milê min. Ev yek jî tendurustiya min xirab dike. Eger dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, divê xeta demokratîk bikeve dewrê.” PROJEYA AŞTIYÊ FERZ E Rêberê Koma Civakên Kurdistanê Abdullah Ocalan pêdiviya lezgîn ya ji bo demokrasiyê jî bi pêkanînên kapîtalîs yên li Anatoliyê tên birêvebirin ve girê da û wiha got: “Kapîtalîzma ku li ti deverek cîhanê nayê pêkanîn, li Anatoliyê tê bikaranîn. Ev kapîtalîzm, kapîtalîzma xumarê ye. Dema malbatek saz dikin, hinek pere jî bi dest xistin, erebeyek, xaniyek jî bidestxistin, hima dev ji têkoşîna civakî berdidin. Heta xwe didin ber têkoşîn civakê û li pêşiya wê dibin asteng. Em bi siyaseta demokratîk û aştiyê, dikarin pêşî li vê yekê bigrin.” Ocalan her wiha destnîşan kir ku ji bo ew rola xwe bicih bîne, divê projeyek aştiyê derkeve holê. Rêberê Gelê Kurd Abdulluh Ocalan wiha got: “Divê bi durustî projeyek demokratîkbûnê bê amadekirin. Û ji bo vê yekê ji, hima ji niha ve divê mirov têkevin nava tevgerê.” REWŞA PARTIYÊN TIRK Rêberê Koma Civakên Kurdistanê Abdullah Ocalan anî ziman ku ji xwe CHP û MHP alîgirên neçareseriyê ne, AKP jî ne zelal e û wiha dewam kir: “Di nava AKP’ê kin kesên hinek ji dil yên di xeta îslama demokratîk de jî hene. Ev 7 salin hindûrê vê xeta hinek demokratîk tê valakirin. Hindurê vê xeta îslama demokratîk bi îslama nermik vala dikin. Ên ku çareseriyê naxwazin jî, ên dixwazin jî di nava wan de hene.” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotinên: “AKP tiştên ku qaşo ji bo kurdan, elewiyan û demokratîkbûyînê dikin, hindurê wan vala ne. Dixwaze kurdan bi riya kurdan bê bandor bike” destnîşan kir, ku niha kijan xeta AKP’ê di dewrê de ye. STENBOL - ANF |
Saturday, December 19, 2009
Ocalan şensekî din da demokrasiyê
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment