Sunday, January 3, 2010

DURAN KALKAN SALA 2009'AN NIRXAND

Serokê Navenda Parastina Rewa ya KCK'ê Dûran Kalkan sala 2009'an weke sala serhildanan nirxand.

Serokê Navenda Parastina Rewa ya KCK'ê Dûran Kalkan sala 2009'an weke sala serhildanan nirxand.

Kalkan bi bîr xist ku tevahiya salê bi serhildanan derbas bûye û got: 'Gelê kurd tevî zextên AKP'ê hemûyan paşde gav neavêt û hertim daket kolanan.

Hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ên ku lîstikên AKP'ê pûç kirin, Kalkan weke ya herî diyarker ya sala derbasbûyî bi nav kir.

DURAN KALKAN SALA 2009'AN NIRXAND
2009 BÛ SALEKE SERHILDANÊN HERÎ MEZIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê û Serokê Navenda Parastina Rewa Dûran Kalkan ji ANF'ê re axivî û sala 2009'an nirxand.

Kalkan anî ziman ku sala 2009'an ji aliyê kurdan ve, bûye saleke serhildanên mezin û got:

'Gelê kurd ji rojên destpêkê yên salê, heta roja dawî ya salê di nava serhildanan de bû û ji ber hilbijartinên herêmî jî, bi hewaya referandûmê ketiye sala 2009'an'.

Kalkan bi bîr xist ku propagandaya hilbijartinê, di heman demê de veguheriye propagandaya azadiya 'Ji bo Rêber APO' û got: 'Sala derbasbûyî saleke bi coş û heyecan bû'.

AKP DI HILBIJARTINAN DE TÊK ÇÛ
Kalkan da zanîn ku DTP di hilbjiartinên herêmî de, serketinek bi dest xistiye û AKP jî tevî piştgiriya hundur û derve hemûyî jî, têk çûye.

Kalkan destnîşan kir ku hukûmeta AKP'ê serketina siyasî ya DTPê û gelê kurd hezm nekiriye û ji ber vê jî, dest bi êrîşên pir-alî kiriye.

Duran Kalkan operasyona hukûmeta AKP'ê ya di 14'ê Nîsanê de û di rojên dawî yên salê de, li hemberî îradeya gelê kurd pêk anîbû jî wiha nirxandin:

'Hukûmeta AKP'ê ya ku rûyê wê yê rastî derkete holê, piştî ku nêrî bi zextan, şîdet û terorê nikare bigihêje armanca xwe, vê carê jî hesabê bi hîle, dek, dolab û gotinan xapandina gelê kurd kir. Tevahiya rêbazên şerê psîkolojîk bi kar anîn. Tercûbeyên ji pratîka Emerîka û tecrûbeyên pratîka şerê taybet ê dewleta tirk û demogojiya AKP'ê kirin yek û bi gotina pêşîvekirina demokratîk, dest bi propagandaya xapandina herkesî kir. Alozî derxist û îdîaya demokrasiyê tîne anî ziman û bi gotinên 'pirsgirêka kurd çareser dikim' jî, hewl dide Tevgera Azadiya Kurd û Demokrasiya Tirkiyê tesfiye bike. Yanî lîstik mezin û hîle kûr bû. Lê belê gel li hemberî vê hertim hişyar bû. Gel hertim Rêberê xwe û partiya xwe ya pêşeng şopand'.

RÊBER APO, LÎSTIKÊN AKP'Ê XERA KIRIN

Duran Kalkan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lîstikên hukûmeta AKP'ê xera kirine û wiha dewam kir:

"Rêber APO, bi xebatên nexşeya rê, roleke girîng pêk anî. Herkes xistin nava tevgerê û gel hestiyar kir. Yanî eger çareseriya pirsgirêka kurd û pêşîvekirina demokratîk wê hebin, tiştên bên kirin çi ne, nîşan dan. Lê belê, hukûmeta AKP'ê bi qedexekirina nexşeya rê, hewl da bandora wê tine bike. Rêber APO jî li hemberî vê serî li pêngavake din da û banga çûna komên aştiyê kir. Komên Aştiyê yên 19'ê Cotmehê, ji Deriyê Sînor yê Xebûrê çûn Tirkiyê, lîstik û hîleyên hukûmeta AKP'ê xera kirin û rûyê rastî yê AKP'ê raxist ber çavan. Bi vê yekê, herkesî rastiya AKP'ê dît. Maskeyê wê ji rûyê hat xistin û niyeta wê û rastiya siyaseta wê derket holê. Ji ber vê rastiyê, Tayîp Erdogan bi gotina 'dibe ku vegerin serî', li niyeta xwe ya rastî mikur hat."

Serokê Navenda Parastina Rewa ya KCK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku AKP'ê zext û êrîşên li hemberî dijî îradeya gelê kurd zêde kirine û got:

Sedema şidandina sîstema êşkencê ya Îmraliyê, zêdekirina hewldanên lîncê, girtina DTP'ê, pêkanînên qirêj ên li dijî parlementerên kurd û operasyonên dawî jî, ev siyaseta hukûmeta AKP'ê ne'.

Duran Kalkan, destnîşan kir ku gelê Kurd bi serhildanan destketiyên mezin bi dest xistine û diyar kir ku di warê rêbaz û taktîkê de, dewlemendî heye...

Kalkan got, 'Êdî gelê Kurd nîşanî her kesî da ku ew ê netirse, ji hev belav nebe û hêza xwe ya rêxistinbûyînê bi serhildanan xurt bike'...

Kalkan anî ziman ku gelê Kurd li dijî êrîşan peyamên zelal dane û xwest serhildan werin xurtirkirin..

"SALA 2009'AN BÛ SALA XURTKIRINA SERHILDANAN"
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Duran Kalkan diyar kir ku gelê Kurd di sala 2009'an de, berxwedaneke bi rûmet nîşan daye û bal kişand ser van xalan:

'Gelê Kurd li hemberî êrîşên li dijî rêbertî û siyaseta xwe ya demokratîk, bi ciwan, jin, zarok, pîr û kal, siyasetmedar û rewşenbîrên xwe, bi awayekî bi hêz li ber xwe da û nerazîbûnên tûnd nîşan da. Parlamenterên DTP, ango îradeya siyasî ya gelê Kurd bi berxwedaneke weha hatin himbêzkirin û parastin. Li her deverê serhildan pêş ketin. Bi taybetî li hemberî êrîşên li dijî Rêber Apo, gelê Kurd û ciwanên wî, nerazîbûneke tûnd nîşan dan. Heta niha serhildanên weha yên girseyî pêk nehatibûn. Bi slogana 'Destê dirêjî Rêber Apo bibe wê bişke' ciwanên Kurd li dijî polêsan berxwedaneke bi rûmet kir û bi hefteyan li kolanan şer kirin. Ev rêbazeke nû bû. Pêşketineke girîng bû. Bi gotineke din, asta herî bilind a serhildanê bû. Di heman demê de, hêza berxwedanê ya ciwanên Kurd û xwedîderketina wî li rêberitiyê jî nîşan da. Gelê Kurd hêza xwe ya berxwedanê nîşanî her kesî da."

KALKAN: DI WARÊ RÊBAZ Û TAKTÎKÊ DE
PÊŞKETIN HEBÛ

Kalkan got, 'Sala 2009'an bû sala serhildan û berxwedanê. Hewldanên AKPê gelek caran hatin pûçkirin.'...

Kalkan asta serhildanê weha anî ziman:

"Di tevgera serhildanê de, di warê wêrekî, nûjeniyê û taktîkê de, dewlemendî û pêşveçûnên mezin hatin bidestxistin. Ev tevger û asta serhildana gelê Kurd, gelek caran êrîşên polêsan û planên dewletê yên tesfiyekirinê, pûç kirin. Êdî gelê Kurd nîşanî her kesî da ku ew ê netirse, ji hev belav nebe û hêza xwe ya rêxistinbûyînê bi serhildanan xurt bike."

KALKAN: YA ESAS GUHNEDANA SIVÎL Û
SERHILDANA DEMOKRATÎK IN

'Têkoşîna heyî bi sîleh û rêbazên çekdarî nayê birêvebirin. Her kes baş dibîne, gel ji dil li ber xwe dide. Weke awayê herî tund, ciwanên Kurd li dijî êrîşan, xwe bi molotofkokteyl û keviran diparêzin. Ev bersivdayîn jî ji bo astengkirina êrîşan pêk tên. Yanî ya tê kirin, berxwedaneke bi zanîn û rêxistinkirî ye. Ji vê re divê were gotin çalakiyên guhnedana sivîl, em jî dibêjin serhildana demokratîk. Ev weke çalakiyên gel têne binavkirin. Berxwedaneke bi vî rengî esas e.'

Duran Kalkan, taybetmendiyên serhildanan bi 4 xalan vegotin:

1- Serhildan xwedispêre zanebûn û baweriyê. Bi tenê kesên zane û xwedî bawerî dikarin wêrekî, fedekarî û berxwedaneke weha nîşan bidin.

2- Ev serhildan xwedispêre rêxistinbûyîna berxwedanê. Kesên serhildanê birêve dibin, dikarin rêxistinbûyîneke bi hêz jî pêş bixin. Bêyî rêxistinbûyînê, ne mumkin e mirov li dijî êrîşan raweste.

3- Heta karibin, divê bitevlîbûnên girseyî serhildanên xwe birêve bibin.

4- Di çarçoveya serhildanên demokratîk de, wê bibin xwedî amûrên xweparastina rewa. Mîna berxê li ber kêrê wê serê xwe li ber polêsan netewînin û ji copên wan netirsin.

Kalkan ji bo pêvajoya pratîk baş were birêxistinkirin, îşaret bi girîngiya amadekariyên baş kir û weha bang li gel kir:
KALKAN: KURD HEM DIMEŞIN, HEM DIAXIVIN Û
HEM JÎ LI BER XWE DIDIN

'Roj roja meşê, axaftinê û berxwedanê ye. Helwest û sekna gelê Kurd bihêz e. Gelê Kurd hem dimeşe, hem diaxive û wê bê deng nemîne. Hin kes jî bang li gelê Kurd dikin da ku dengê xwe bilind neke. Ev şaş e. Ev bangên weha destekê didin hêzên dagirker. Ev bang tên maneya xiyanet û hevkariyê. Divê her kes xwe ji rewşeke weha dûr bixe.'

Duran Kalkan got, gelê Kurd bi çalakiyan derbasî sala 2010'an bû û destnîşan kir ku ev sal wê bibe sala têkoşîneke mezin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment