Sunday, January 3, 2010

Parêzerên Ocalan: Mafê DMME'yê heye nexşeriyê bixwaze

Parêzerên Ocalan: Mafê DMME'yê heye nexşeriyê bixwaze
Hate daxuyandin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nexşeriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi armanca çareseriya pirsgirêka kurd amade kirî, ji Tirkiyeyê xwestiye. Parêzerê Ocalan Cengîz Çîçek diyar kir ku nexşerê di meha tebaxê de hatiye radestkirin û me ji bo di heman mehê de bê teslîm kirin serlêdan kir. Lazim e nexşeriya perçeyek parastina miwekîlê ye radestî DMME'yê bê kirin. Wiha neyê kirin mafê darizandina adîlane tê binpêkirin. Dema maqûl tijî bû, rayeya DMME'yê heye ku bixwaze."

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina hefteyî ya di 22'yê tebaşa 2009'an de bi parêzerên xwe re pêk anî de daxuyandibû ku nexşeriya bi armanca çareseriya pirsgirêka kurd amade kirî, di 20'ê tebaxê de daye îdareya girtîgehê. Ocalan daxuyandibû ku nexşeriya ji 160 rûpelan pêk tê ji bo bidin çapemenî, rayedarên dewletê û Dadgeha Mafên Mirovan amade kiriye. Li ser vê yekê parêzerên Ocalan ji bo hildana nexşeriyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

'Divê nexşerê bê şandin'

Her wiha parêzeran serî li Wezareta Dadê û DMME'yê jî dabû. Hate daxuyandin ku DMME'yê nexşeriya Ocalan amadekirî ji Tirkiyeyê xwestiye. Têkildarî mijarê Parêzerê Ocalan Cengîz Çîçek diyar kir ku lazim e li gorî hiqûqê Tirkiye vê nexşeriyê teslîm bike û wiha got: "Ji bo vê yekê dema maqûl tijî bûye. Nexşerê perçeyek parastinên miwekîlê me ye. Ku ev nexşe rê neyê dayîn, mafê darizandina adîlane tê binpêkirin."

'Ev 5 mehe tê vekolandin'

Çîçek anî ziman ku lazim e di nav meek du mehan de nexşe rê ji DMKE'yê re bihata şandin û wiha domand: "Ev şîroveya me ye. Niha 5 meh derbas bûn û bi awayek xwezayî DMME'yê di çarçoveya serlêdana hatî kirin de ji bo mafê parastina adîlane nexşeriyê dixwaze. 550 rûpelên parastinê midûrê girtîgehê radestî me kiribû. 160 rûpelên wekî nexşeriyê hatiye tarîfkirin jî ev 5 mehe tê vekolînkirin. Doza miwekîlê me têkildarî tecrîdê vekirî li DMME'yê didome. Bi îhtîmalek mezin dê îsal bi encam bibe."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment