Sunday, January 3, 2010

Hikûmeta AKP’ê bûye zarokxur


03/01/2010

Ji bo 5 zarokan 305 sal ceza xwest
Di sersala nû de Dozgeriya Komarê ya Amedê ya bi raya taybet, li 5 zarokên ku li navçeya Elkê hatibûn girtin bi hinceta kevir avêtine polîsan bi daxwaza ji 115 sal heta 305 sal cezayê girtîgehê doz vekir. Di doza li zarokan hate vekirin de sûcdariyên 'şahidê veşartî' jî di îdianameyê de cih girt.
Darizandina zarokan a ji ber "Qanûna Têkoşîna bi Terorê re" (TMK) ku di sala 1991'an de derket û di sala 2006'an de hate nûkirin didome. Li çar aliyên Tirkiyeyê her roj zarokên temenê wan di navbera 12-18 salî bi sûcdariya "teror"ê tên girtin, darizandin. Dozgerên ku li temenê zarokan nanêrin û ceza dixwazin, li şûna delîlên şênber kom bikin, li dijî vê yekê ji bo zarokan ceza bikin dikevin nava hewldanan. Herî dawî ev mînak li navçeya Elkê ya Şirnexê pêk hat. Îdianameya 5 zarokên ku bi hinceta beşdarî merasîma cenazeyê endamê HPG'ê Orhan Aşkan bûbûn, 4 rojan di binçavan de man û piştre hatin girtin, hate amadekirin. Di îdianameyên ku sûcdariya "Şahidê veşartî" jî tê de heye, "Şahidê veşartî" di îfadeya xwe de dibêje zarokan kevir avêtiye polîs. Li ser vê yekê teşhîskirina zarokan jî ji polîsan re hate hiştin. 3 polîs ku diyar kirin di merasîma cenaze de birîndar bûne, di îdianameyê de angaştin ku M.Ç, Y.B, E.T, E.Ç û N.Ç. kevir avêtine wan û li zarokan gilî kirin. Îfadeyên "Şahidê veşartî" yên der barê E.T. de jî di dosyayê de cih negirtin. Dozger, îdianameya der barê 5 zarokên ku 2 meh in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî dimînin amade kir. Dozger, di îdianameyê de bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê", "Endamtiya rêxistinê û li ser navê rêxistinê kirina sûc", "Zirardayîna malê cemaweriyê" û "li dijî zagona 2911'an a xwepêşandan û meşê" ji bo her zarokekî ji 23 salan heta 61 salan bi tevahî ji 115 salan heta 305 salan cezayê hepsê xwest. Darizandina 5 zarokon dê di rojên pêş de dest pê bike. AMED

Girtiyan diavêjin hucreyan
Li Wanê piştî di demên dawî de hejmara kesên hatin girtin zêde bû li Girtîgeha Tîpa F a Wanê cih nema. Ji ber cih li girtîgehê nema, rayedarên girtîgehê hin girtî avêtin hucreyan û hin girtî jî sewqî girtîgehên derdorê kirin.
Di demên dawî de ji ber çalakiyên şermezarkirina şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtina DTP'ê gelek kes hatin girtin, li Girtîgeha Tîpa F a Wanê cihê girtiyan nema. Bi girtinên dawî yên li Wan, Colemêrg, Mûş, Bedlîs re hêjmara girtiyên Girtîgeha Wanê 500 kes derbas kir. Girtîgeha ku cihê 360 kesî lê heye û hêjmara girtiyan derket jora 500 kesî bi dehan girtî avêtin hucreyan. Her wiha hate zanîn ku bi hinceta tuneye gelek girtiyên avêtin hucreyan ji pêdiviyên wekî battaniye, doşek, newresîm û balgî bêpar dimînin. Her wiha hate hînbûn ku gelek hikumxwar ji ber tunebûna cih sewqî girtîgehên Erzirom, Çewlîk, Mûş, Sêrt û girtîgehên herêma Karadenîzê kirin.

NE HIQÛQÎ YE
Cîgirê Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur, diyar kir ku ji ber bûyerên civakî yên dawî gelek kes hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê. Tîmûr, anî ziman ku ji ber girtinên dawî di bin peyvira Dadgeha Cezayê Giran a Raya Taybet ku ji xala 250 ya CMK'ê peyvirdar e hatine girtin tev şandine Girtîgeha Tîpa F a Wanê. Timur, destnîşan kir ku bi van girtinên dawî re hêjmara girtiyan kapasiteya girtîgehê derbas kir û wiha got: "Ji ber ku cih nema gelek girtî avêtin hucreyan. Ev yek ne hiqûyî ye. Rayedarên girtîgehê encak kesên berê li girtîgehê mabin û rastî ceza hatibin karibin wan bavêjin hucreyan. Bi avêtina hucreyan hiqûq tê binpêkirin." Timur, da zanîn ku kesên di demên dawî de hatin girtin bi biryarek siyasî hatin girtin û daxuyand ku dê biçinli girtîgehê têkildarî şert û mercên girtiyan lêkolîn bikin.

CIHÊ ÎŞKENCEYÊ YE
Serokê TUYAD-DER'a Wanê Îbrahîm Ete, jî reşwa girtîgehê nirxand û destnîşan kir ku êdî girtîgeh vegeriyaye qada îşkenceyê. Ete, da zanîn ku êdî mirovan davêjin hucreyan û hêdî hêdî wan radestî mirinê dikin. Ete wiha axivî. "Me berê jî pirsgirêkên girtîgehê anîbû ziman. Hem girtî rastî binpêkirina mafan tên, hem jî malbatên ku diçin ziyaretê rastî binpêkirina mafan tên. Girtiyên nexweşên bi qedera xwe re hatine hiştin. Em dê li hemberî vê yekê serî li rayedarên têkildar bidin." WAN

© Azadiya welat

No comments:

Post a Comment