03/01/2010 |
|
Parêzerên malbata Ceylan Onkola 12 salî ya li navçeya Licê ya Amedê hate qetilkirin dosya dan dozgeriyê, nerazîbûn nîşanî fezlekeya Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Abaliyê Yuksel Şanliturk çêkirî dan. Parêzeran bi bîr xist ku Şanliturk wekî bersûcê qetilkirina Onkolê ye lê tevahiya dosyaya dozgeriyê ji belgeyên Şanliturk amade kirî pêk tê. Parêzerên pirsa, "Cendirme dê çawa belgeyeke ku wan bixe zorê amade bikin?" kir û der barê Şanliturk ku fezleke amade kiriye de gilî kirin. Parêzerên malata Ceylan Onkol a 12 salî ku li nezraya Xambaza gundê Şenlîka Lica Amedê di encama bombeavêja leşkeriyê de jiyana xwe ji dest da, têkildarî bêdadiyên di dema lêpersînê de hatine kirin, raporek dan Dozgeriya Komarê ya Licê ku bûyerê dişopîne. Parêzer Serdar Çelebî û Rahşan Bataray Saman di dosyaya bi riya Serdozgeriya Komarê ya Amedê, şandin Serdozgeriya Komarê ya Licê de, balikşandin ser binpêkirinên hiqûqê yên di çarçoveya mijarê de. Di raporê de wiha hate gotin: "Leşker û dozgerî dereng çûne cihê bûyerê. Vekolînên pêwist nekirine. Her wiha biryara nepenîtiyê ji bo dozê hatiye dayîn. Ji ber vê yekê parêzeran nekariye xwe bigihînin agahiyan. Piştî biryara nepenîtiyê hatiye rakirin, derketiye holê di dosyayê de bi navê 'Rapora lêkolînê' fezlekeyek ji hêla bersûcan ve hatiye amadekirin heye. Leşkerên wekî gumanbarên bûyerê ne dê çawa belgeyek wan bixe zorê û kêmasiyên wan nîşan bide amade bikin? Ev li derveyî hiqûqê ye." MALBATÊ SÛCDAR DIBÎNIN Parêzeran di rapora xwe de daxuyandin ku di belgeyên leşkeriyê de li şûna derxistin sedema mirina Onkol zêdetir hewldana sûcdarkirina malbatê hatine amadekirin. Parêzeran balkişand ser van xalan: "Hemû belgeyên hatine amadekirin agahiyên giştî yên der barê rêxistinê de ne. Di belgeya bi sernava 'Girtînameya Lêkolînê' ya 9 rûpel de tenê daneyek ber biçav jî tune ye. Li şûna van agahiyên ber bi çava birek agahiyên kêrnehatî yên der barê rêxistinê de hatine rêzkirin." Parêzeran balkişand ser haletî rûhiyeya leşkeran jî û wiha domandin: "Li gorî pisporan bombeavêja 40 mm heta niha di destê rêxistinê de tune ye. Lê li ser vê tu agahî di rapora leşkeran de cih nagire. Em dizanin destê dewletê de têkildarî mihimata rêxistin bikar tîne agahiyên berfireh hene. Leşkerî dikare tespîk bike ka ev mihimat ya kî ye. Çima tu agahî nehatine dayîn." GILIYA FERMANDARÎ KIRIN Parêzerên diyarkirin ku di tu pergalên hiqûqê de dosya bi belgeyên bersûcên bûyerê nayên amadekirin û ev tişt hatin gotin: "Di dosyayê de gotinên wekî, 'Gelê herêmê di hemû bûyeran de dixwaze ji dewletê pere bi dest bixe', 'Ji malbatê kesek endamê rêxistinê ye', 'Malbat terorê îstîsmar dike' hatin bikar anîn. Ev gotin di heman demê de nêrîna li hemberî gel jî nîşan dide. Wisa xuya ye ku leşkerî malbatê wekî endamê rêxistinê dibîne. Lazim e ev gotin wekî hêmana sûc bê dîtin." Li ser vê yekê parêzeran derbarê rayedarê fezleke amadekerî de gilî kir. Parêzeran xwest ku rayedarên leşkeriyê jî di çarçoveya dosyayê de wekî gumanbar bên nirxandin û bersivên van pirsan xwestin: "- Li cem yekîneyên leşkeriyê yên li heman herêmê çiqas çekên mîna mihimata tê diyarkirin bûye sedema teqînê hene, menzîl, qad û bandora van çi ye, - Bombeavêja 40 mm a ji hêla pêzan ve hatiye gotin li cem qereqolên li derdorê heye an na, - Gotinên kesê pêzan ên derbarê bandor, menzîl û qada bombeavêja 40 mm'de ji hêla pêzanek din ve hate piştrastkirin. - Ku bûyerek din a wiha pêk hatibe, lazim e wêneyên wan kesan wekî mînak bên xwestin û bandora wan bê analîzkirin, - Lazim e ji leşkeriyê bê pirsîn ka li derdora xwe dikarin bi alavên dest de heyîn çiqas menzîlê bişopînin, dikarin zindiyarên di kîjan mesafeyê de tespît bikin, - Ji bilî qereqolan yekîneyên seyyar ên leşkeriyê li derdorê û herêmê hebûne an na, - Lazim e rayedarên cendirmeyê wekî gumanbar bên zanîn û lêkolînên pêzanan li Laboratuara Vekolînê ya Krîmînal a Midûriyeta Polîsan a Giştî bê kirin." AMED - DÎHA |
|
Sunday, January 3, 2010
Dosyaya ji gotinên bersûc pêk tê
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment