03/01/2010 |
|
Li Amedê bi mebesta şermezarkirina operasyona li dijî BDP’ê ji aliyê KESK’ê ve meşek hate lidarxistin. Di meşê de hat diyarkirin ku êdî bi vê Makeqanûna leşkerî nayê jiyîn û operasyona li hemberî siyasetmedarên kurd darbeyek e. Li Amedê bi munasebeta şermezarkirina operasyona li hemberî BDP’ê ji aliyê KESK’ê ve meşek hat lidarxistin. Serokê Giştî yê KESK’ê Samî Evren, Seroka Giştî ya SES’ê Bedriye Yorgun, Serokê Şaxa Egitim Sen’ê ya Amedê Abdullah Karahan, serok û rêveberên sendîkayan ên Amedê û nêzîkê hezar kesî berşdar bûn. Meş, ji ber Parka Koşuyoluyê dest pê kir û heta avahiya BDP’a Amedê berdewamkir. Di meşê de pankarteke li serê “Me hêviya xwe ya ji bo aştiyê winda nekir, em dê têkoşîna aştî, demokrasî, ked û azadiyê bidomînin” hat vekirin û bê navber diruşmên wekî “Bijî biratiya gelan”, “Zext me bêzar nakin”, “Kedkarên berxwedêr dê bi ser bikevin” û “Dê rûmeta gel zilmê têk bibe” hatin berzkirin. Herwiha girseyê wêneyên BDP’iyan ku li serê ‘dest nede îradeya gel’ nivîsandiye bi bersînga xwe ve kirin. Endamên KESK’ê ji bo şermezarkirina operasyona li hemberî siyasetmedarên kurd meşiyan li ber avahiyê BDP’a Amedê bi awayekî girseyî hate pêşwazîkirin. GUHERTIN DIVÊ… Li ber avahiya BDP’a Amedê, Serokê Giştî yê Samî Evren li ser navê girseyê axaftinek kir. Evren diyar kir ku êdî bi vê makeqanûna leşkerî nayê jiyîn û ev operasyona li dijî BDP’ê darbeyek e û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê divê guhertin û pêşveçûnên mezin pêk bên. Sala 2009’an bû sala girtin û kuştinan. Em bi berxwedanê ketin sala 2010’an. Heta ku em bi ser bikevin em dê têkoşîna xwe bidomînin. BANGA HEVKARIYÊ Serokê BDP’a Amedê M. Ali Aydin jî axaftine kurt kir. Aydin ji ber berşdarbûna wan spasiyên xwe ji girseyê re pêş kêş kir û wiha axivî: “2009 ji bo me, tê wateya şer, pevçûn, girtin û kuştin. Dê bi hevkariya Tevgera Azadiya Kurd û kedkarên Tirkiyeyê aştî û demokrasî pêk bê.” Piştî axaftinan girse bi durşima “Li dijî faşîzmê, aştiyê bixwaze” belav bû. AMED © Azadiya Welat |
|
Sunday, January 3, 2010
KESK’î ji bo hevkariyê meşiyan
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment