Saturday, January 2, 2010

Dayîkên Şemiyê: Dest ji înkara bêhûde ya JÎTEM'ê berdin

Dayîkên Şemiyê: Dest ji înkara bêhûde ya JÎTEM'ê berdin
Dayîkên Şemiyê ku bi armanca balikşandina ser aqûbeta kuştinên kiryar nediyar di hefteya 249'an de jî li Qada Galatasarayê hatin cem hev û banga, "Dest ji înkarkirina bêhûde ya JÎTEM'ê" berdin. Dayîkan xwest ku dewlet rastiyan îtîrf bike.

Çalakiya Dayîkên Şemiyê ku bi armanca balikşandina ser aqûbeta kuştinên kiryar nediyar daye destpêkirin di hefteya 249'emîn de jî li Qada Galatasarayê berdewam kir. Dayîkên pankarta, "Ne parêzerên windayan kujerên wan bigirin" vekirin, wekî her hefteyê wêneyên windayan û kulîlk hildan. Birê Hasan Ocak ku hatibû qetilkirin, Huseyîn Ocak bi bîr xist ku Serfermandariya Giştî û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan hewil didin JÎTEM'ê îtîraf bikin û wiha got: "Dest ji vê hewildana vala û bêhude berdin. Rastiyan îtîrfa bikin." Piştî Ocak, Endamê Komîsyona li Dijî Windakirian di Binçavan de ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Îlker Eraslan bi bîr xist ku heta niha gelek leşker, fermandar, îtîrfakarên di salên 1990'an de li bajarên kurdan wezîfekirî û tev li van karan bûne, qirêjiyên JÎTEM'ê îtîraf kirin û belge danîn holê.

'Belgeyên kozmîk odeyê bidin darazê'

Eraslan wiha domand: "Navê vê rêxistina sûc di gelek biryarên dadgehan de hene. Albayê teqawît Arîf Dogan di sala 2008'an de li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê îtîrfa kir ku damezirînerê JÎTEM'ê ye. Serdarê (Yuzbaşi) teqawît Ozcan Tolzu jî îtîrfa kirib3u ku li tevahiya buroyên leşkeriyê lewheya JÎTEM'ê hebûye. Xebatkarê JÎTEM'ê Yildirim Begler îtîrafên xwe didomîne. abdulkadrîr Aygan belgeyên miaş ên JÎTEM'ê dabû çapemeniyê." Eraslan derbirî ku bi fikarin hestiyên xizmên wan ên hatine windakirin, bên windakirin û wiha got: "Niha li Daîreya Şerê Taybet lêkolîn tê kirin. Lazim e hemû agahiyên odeya kozmîk radestî darazê bikin. Di belgeyên tarî yên Daîreya Şerê Taybet de hemû komujî, cihên mihimatan, krokiyên gorên tomarî hene." Eraslan xwest ku li cihên di îtîrafên Yildirim Begler de derbas dibin bên kolandin û berpirsyar bên darizandin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment