Saturday, January 2, 2010

Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hate pirsîn

Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hate pirsîn
ÎHD'ê ku ji bo kişifbûna aqûbeta windayan û darizandina berpirsyarên qetilkirinên kiryarnediyar li Amad û Êlihê çalakî dabûn dest pêkirin, vê hefteyê jî balkişandin ser zordariyên li hemberî kurdan hatine meşandinên wekî zilma 12'ê Îlonê.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di çarçoveya rêzekalakiyên bi dirûşemya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" de di hefteya 47'emîn de jî li ber Bîrdara Parqa Koşuyoluyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Seroka Şaxa SES'ê Bedriye Yorgun, MEYA-DER, Diyar TUHAD-DER, nûnerên saziyên sivîl ên li Amedê û xizmên windayan beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Di çalakiya ligel barîna baranê jî hate dom kirin de dirûşmeyên "Şehît namirin", "Pêkutî me bêzar nakin" û "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têkbibe" avêtin û wêneyên windayan hilgirtin. Li ser navê komê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amed Racî Bîlîcî, diyar kir ku "Carekê din bûn şahid ku li vê erdnîgariyê hiqûq cûda tê pêkanîn. Bi pêkanînek der hiqûqî Serokê Şaxa me Muharrem Erbey û şaredarên ku bi vîn gel hatine bijiartin bi awayekî dest kelepçekirî hatin binçavkirin û girtin." Bîlîcî, diyar kir ku armanca parêzvanên mafên mirovan, parastina rûmeta mirovan e û wiha got: "Armanca me astengkirina cînayetên kiryar nediyar û kuştinên bêdar in. Bidawîkirina bêhiqûqiyan e û parvekirina bi rayagiştî re ye. Derxistina holê ya tiştên dewletê kirine û çêkirina hîstiyariya rayagiştî ye."

'Ji bo jiyanek azad em dê gotinên xwe bêjin'

Bîlîcî, anî ziman ku astengkirina siyaseta legal û hewldana ji holê rakirina xebatên saziyên sivîl, tê wateya ji holê rakirina siyaseta legal û da zanîn ku li Tirkiyeyê di serî de pirsgirêka kurd lazime tevahî pirsgirêk bi rêbazên aştiyane û demokratîk bên çareserkirin. Bîlîcî, xwest şaredarên di operasyonda li dijî BDP'ê de hatin girtin û serokê Şaxa wan di zûtirîn demê bên berdan. Seroka Şaxa SES'ê Bedriye Yorgun jî, balkişand ser windayên li herêmê û wiha axivî: "Ew li gel demek kin jiyan jî nîrxên gelekî mezin ji bo hiştin. Ji bo jiyanek azad em dê gotinên xwe her dem bêjin." Yorgun, bi lêv kir ku girtina şaredarên ku bi vîna gel hatine bijartin û kelepçekirina destên wan bêhiqûqiyek mezin e û ev tişt gotin: "Bêhiqûqiya 12'ê didome. Lê gel dê xwedîderketina li hilbijartiyên xwe bidomîne. Em li ber windayên xwe sûnd dixwin ku em dê bibîranînên wan ve girêdayî bimînin." Piştre Rêveberê Şaxa İHD'ê ya Amedê Serdar Çelebî, serpêhatiya Aydin Ay ku di sala 1993'an de li Êlihê vegot. Çelebî, diyar kir ku di serî de Aydin Ay, bi seden winda hîna nehatine dîtin û xwest yên derbarê windayan xwedî agahiyan bin serî li ÎHD'ê bidin. Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan hate li dar xist in.

'Bi windakirinan pirsgsirêk xilas nabe'

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê, têkildarî bûyerên kiryar nediyar li avahiya komelê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Osman Kûnteş, rêveberên ÎHD'ê, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Mehmetşah Kaygusuz, rêveberên BDP'ê û gelek xizmên windayiyan beşdar bûn. Li ser navê komê daxuyanî Rêveberê ÎHD'ê Nîhat Ekîncî xwedî û diyar kir ku pirsgirêka li Tirkiyeyê ya heri bingehî ji bo mafên demokratîk tu rumetiyê nagirin e. Ekîncî, ani ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e û wiha got: "Pêşveçûnên dawî hatine jiyîn pêşiya gavên çareseriyê girtine. Vê yekê jî şuna hêviyan diltirsî li holê hiştiye. Li aliyekî girtina partiyanî, xistina parlementeran û girtina kesên bi hilbirjartinê hatine ser kar li dijî vina demokratik e. Hekê bi pevçûn. şîdet, girtin, windakirin û zextan pirsgirêk hatiba çareserikirin, pirsgirêkê 30 salan dom nedikiri." Ekîncî, daxwaza xwe ya êdî li Tirkiyeyê bûyerên kiryar ne diyar neyên kirin anî ziman.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment