Saturday, January 2, 2010

Hêrsa kurdan a li hemberî zordariya li ser nûnerên kurd ranawest e

Hêrsa kurdan a li hemberî zordariya li ser nûnerên kurd ranawest e
Operasyonên li dijî BDP'ê li Elezîz, Amed, Semsûr û li Rihayê hatin şermezarkirin. Li Amedê di meşa şermezarkirinê ya ku serokên sendîqayên girêdayî KESK'ê û rêveberên Navenda Giştî beşdar bûnê de, Serokê Giştî yê KESK'ê Samî Evren operasoyna li dijî BDP'ê şiband Darbeya 12'ê Îlonê.

AMED

Li Amedê, bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP'ê di pêşengiya KESK'ê de bi piştgirî dayîna gelekî nûnerên saziyên sivîl, meşek hate li darxistin. Serokê Giştî yê KESK'ê Samî Evren jî serokên giştî yên sendîqayên KESK'ê û rêveberên navenda giştî û bi sedan kesên li Parqa Koşuyoluyê hatin cem hev, heta ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya bajar meşiyan. Di meşa ku panqarta "Me hêviyên xwe yên aştiyê winda nekirin, em di meşandina têkoşîna aştî, demokrasî, ked û azadiyê de bibiryar in" vekirin de wesayîtên li rê diçûn bi qorneyan û welatiyan jî bi tîlîlî û çepikan piştgirî dan meşê. Kedkarên ku wêneyên dest kelepçekirî yên şaredar û siyasetmedarên kurd bi yaqeyên xwe ve daliqandin de di meşê de dirûşmeyên "Duh Halepçe, îro kelepçe", "Vîna gel nayê astengkirin", "Deng bidin aştiyê agirbesta du alî", "Bêdeg nemî ne her ku bêdeng bî dê dor bê te", "Roj dê bê dewran dê vegerê AKP dê hesap bide gel" avêtin. Kedkarên ku bi çepik û tîlîliyan meşiyan, ji aliyê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê M. Alî Aydin û rêveberên bajar ve hatin pêşwazîkirin.

'Em ji bo gotina xwe bêjin hatine'

Piştî meşê Serokê Giştî yê KESK'ê Samî Evren, bi gotina "Li hemberî êrîşên li dijî gelê Amedê ji bo gotina xwe bêjin hatine" dest bi axaftina xwe kir. Evren, operasyona li dijî BDP'ê û girtan şaredar û siyasetmedarên kurd şiband darbeya 12'ê Îlonê û wiha got: "Me beriya niha li vê senaryoyê temaşe kiribû. Ger li vî welatî partiyên siyasî bên girtin, şaredar bên girtin, tê wê wateyê ku li wî welatî derbe çêbûye." Evren diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd bi şidetê nabe û çareserî siyaset e. Evren wiha domand: "Ev pirsgirêk bi şidetê çareser nabe. Lazi me em li hemberî şidetê keda kedkar û kurdan bikin yek. Em hêza xwe nekin yek yên ji demokrasiyê fam nakin dê her tim biaxivin. Bila êdî ew xwe ker bikin." Evren diyar kir ku ji bo çareseriyê makezgonek nû p3eist e û xwest ku zordariyên li ser gelê kurd bên bi dawî kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajar M. Alî Aydin jî nerazîbûna xwe ya li hemberî zordariya li ser kurdan dubare kir û daxuyand ku têkoşîna wan dê bilind bibe. Piştre kedkaran avahiya BDP'ê ya bajar ziyaret kir.

ELEZÎZ

Şaxa ÎHD'ê ya Elezîzê bi armanca şermezarkirina girtina Cîgerê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û nûnerên din ên kurdan li Qada Postexaneyê hatin cem hev. BDP, EMEP, KESK û gelek rêxistinên din ên civakî jî piştgirî dan daxuyaniyê. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Elezîzê M. Nafîz Koç daxuyanî xwend û diyar kir ku operasyonên binçavkirin û girtina kurdan hewayê rênî ji holê rakirine. Koç diyar kir ku van operasyonan ew xistine nav fikaran û ev tiş tgotin: "Cîgirê Serokê Komeleya me Muharrem Erbey, şaredarên îradeya gel û gelek siyasetmedarên kurd, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Hatîp Dîcle jî di nav de hatine girtin. Ev bi tevahî biryarek siyasî ye û tu eleqeya wê bi hiqûqê re tune ye. Em dixwazin ku ev siyasetmedarên îradeya gel in di zûtirîn demê de serbest bên berdan.

RIHA

Vekirina Rêxistina BDP'ê ya Rihayê jî vegeriya nerazîbûna li hemberî girtina siyasetmedarên kurd. Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, Serokê Rêxistina Bajar Celîl Sorîcî, Serokê Rêxistina DTP'ê ya berê Îbrahîm Ayan û rayedarên BDP'ê û DTP'a hatî girtin û bi sedan kes beşdarî vekirina avahiyê bûn. Di vekirina avahiyê de pankarta, "Komara demokratîk, welatê demokratîk û neteweya demokratîk" hate vekirin û dowîzên, "Misilmaniya Teyîb=Qetilkirina Ceylanan", "Dara jiyanê jîn bikin", "Çeqên dara berûyê diçe di kesên ji aştiyê heznakin re" û "Li Dawosê misilman li Kurdistanê minafiq" hati nvekirin. Di vekirinê de ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan slogan hatin avêtin. Serokê Rêxistina DTP'ê ya berê Îbrahîm Ayan, diyar kir ku zordariyek wekî faşîzma 12'ê Îlonê li ser gelê kurd tê meşandin û wiha got: "Li hemberî partiya me ya siyaseta demoratîk dimeşîne, operasyonek wekî darbe pêk hatiye. Bi vê yekê dixwazin îradeyagelê me bişkînin lê ev hewildanên bêhûde ne." Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajar Celîl Sorîcî jî bagn li gelê kurd kir ku di bin baneya BDP'ê de xwe rêxistin bike.

Parlementer Bînîcî jî diyar kir ku gelê kurd bi salane bedelên mezin dayîne û di encama van bedelan de nirxên bi rûmet derxistine holê. Bînîcî wiha domand: "Gelê kurd bi zordariyê nayê qedandin. Em tu caran dest ji têkoşîna xwe bernadin. Bi girtina îradeya kurdan DTP'ê gelê kurd naqede. Heta dawiyê em dê vê têkoşîna bi rûmet bimeşînin. Di bin navê hewildanê de dixwazin îradeya gelê kurd a azad tune bikin. Lazim e êdî kurdek jî dengê xwe nede AKP'ê. Ez bang dikim ku gelê kurd di bin baneya BDP'ê de nirxên xwe biparêz û bigihe azadî û rûmeta xwe."

SEMSÛR

Serokê Rêxistina Semsûrê Mehmet Varol li avahiya bajar daxuyaniyek da çapemeniyê. Varol bi bîr xist ku li hemberî serhildanên gelê kurd ev 200 sale êrîş pêk tên lê heta niha encam nehatiye bi destxistin û bi bîr xist ku ligel hemû hêz û piştgiriya dewletên derveyî jî serhildana kurdan a dawiyê ev 30 sale li ber xwedide û hindî diçe mezin dibe. Varol diyar kir ku di encama berxwedana bi rûmet û mezin de dewlet neçar bûye polîtîkaya xwe biguherîne û ev tişt gotin: "Vê carê di bin navê çareseriyê de dixwazin tevgera azadiya gelê kurd tasfiye bikin. Lê gelê kurd xwedî îradeyek mezin û siyasetek demokratîk e. Van lîstikan tevan dibîne. Gelê kurd li hemberî van zordariyan tu caran dest ji têkoşîna xwe bernade û têkoşîna 30 sale mezin dibe dê bigehe encamê." Varol xwest ku siyasetmedar û nûnerên kurdan di zûtirîn demê de serbest bên berdan.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment