02/01/2010 |
|
Daraza tirk ku di sala 2009'an de bi biryarên bi sedan zorakên kurd, bi hezaran siyasetmedar û sivîlên kurd şandin girtîgehan û deng ji qirêjî û hovîtiyên li hemberî kurdan hatin kirin re dernexist, dê di sala 2010'an de jî bi pirsgirêka kurd re rû bi rû be. Destê pirsgirêka kurd dê ji doza JÎTEM'ê heta darizandina zarokên kurd û heta bêdadiya li hemberî siyasetmedarên kurd bi pêsîra daraza tirk ve be. Daraza tirk ku di sala 2009'an de bi sedan zarokên kurd şandin girtîgehan, bi hezaran siyasetmedar û sivîlên kurd ceza kirin, deng li hemberî zordariyên li ser kurdan, qetilkirin û qirêjiyan dernexist dê di sala 2010'an de jî bi heman pirsgirêkan re rû bi rû be. Di dawiya sala 2009'an de jî di çalakiyên bi armanca şermezarkirina şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocala n ên girtîgehê dest pê kirin de zêdeyî 150 zarok, siyasetmedar û welatparêzên kurd şandin girtîgehan. Her wiha mijarên din ên wekî Ergenekonê, Komkujiya Gundê Zanqirtê, zarokên mexdûrên TMK'yê, zordariyên li hemberî siyasetmedar û gelê kurd di rojeva daraza tirk de bêencam man. TMK Û ZAROK… Di sala 2005'an de mijarek herî zêde di rojevê de mayî darizandina zarokên kurd a wekî mezinan li Dadgehên Cezayên Giran ên tirk bû. Bi hinceta kevir avêtina polîsan di sala 20087an de bi sedan zarokên kurd bi cezayên di navbera 23-40 salan de hatine darizandin û gelek ji wan bi cezayên cihê hatin cezakirin. Li 384 zarokên kurd doz hatine vekirin û ji van tenê 27 li dadgehên zarokan hatin darizandin. Der barê 228 zarokên kurd de biryaar cezakirinê hate dayîn. Di sala 2006'an de jî li 567 zarokan doz hate vekirin. Ji van 176 li dadgehên zarokan hatin darizandin. Ji 20 zarokan de ceza hate dayîn. Di sala 2007'an de 873 zarok hatin darizandin. Ji van tenê 9 li dadgehên zarokan hatin darizandin. Li 220 zarokan ceza hate birîn. Heta 31'ê tîrmeha 2009'an jî li 2 hezar 728 zarokên kurd ceza hate birîn û niha li girtîgehên tirkan dimînin. Ji van hezar 133 li girtîgehên zarokan û yên din li girtîgehên mezinan tên girtin. Darizandina sêbî û savayên kurd dê di sala 2010'an de jî bidome. 9 MEH IN GIRTÎNE LÊ… Dozek din a bi armanca îmha û înkara gelê kurd hatiye destpêkirin a bi navê 'KCK/TM' de hatiye dest pêkirin e. Di çarçoveya vê operasyona îmhakirina kurdan de Hevserokên DTP'ê Kamuran Yuksek, Bayram Altun, Selma Irmak, Hevserokê KCK'ê Hatîp Dîcle, Serokê Şaxa ÎHD'ê Muharrem Erbey, şaredarên kurd, Serokê DTP'a Amedê Firat Anli û bi tevahî 218 kes tên darizandin. Ligel ku di ser girtina kurdan de 9 meh derbas bûne jî hêj darizandinê dest pê nekiriye. Her wiha doza bi heman hincetê ji hêla Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Îzmîrê ve bi navê 'KCK-TM-DEK' de hate pêk anîn de 32 endamên KESK'ê hatibûn girtin. Kesên piştî 6 mehan serbest hatin berdan dê di 2'yê adarê cardin derevin dadgehê. KRÎZA ÎFADEYAN Li tevahiya cîhanê fezlekeyên bi boneya diziyê û tevlêbûna çeteyan derbarê parlamenteran de tên çêkirin hemen dixin pratîkê û yên li hemberî mafên ramanê jî an qet nayên çêkirin an jî ji hêla Meclisê ve tên betalkirin. Bes li Mecisa Tirk her tişt berovajî diçe. Gelek parlamenterên ji ber diziyê yên tirk li gel fezlekeyê der barê wan de hatine amadekirin jî gazî îfadeyê nakin. Bes kurdên nêrîn xwe yên siyasî anîne ziman hemen ji hêla Meclisê ve radestî darazê tên kirin. Krîza bi neçûna îfadeyan a parlementerên kurd derket, bi boneya Emîne Ayna, Sebahpat Tuncel û Selahattîn Demîrtaş dê di sala 2010'an de jî dom bike. JÎTEM’Î LI SER KAR IN Doza komkujiya di salên 1990'an de li hemberî kurdan pêk hatî ji xwe nediyare ka dê bi çi awayî bên darizandin. Dozê bi salan e bi boneya dadgehek lê binêre nayê peydakirin li holê mane, kêm be jî di encama îtîrafkirina bi deha kesî de hate dîtin. Serokê Koma JÎTEM'ê Cemal Temîzoz û hevkarên wî li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kiribû lê di danişîna duh hate dîtin de cardin dadgehê biryara bêpeyirtiyê da û doz li holê ma. Di navbera salên 89 û 98'an de 17 hezar 500 kurd ji hêla Koma Îstîxbarat û Têkoşîna bi Terorê re (JÎTEM) ve bi aweyek kiryar nediyar hatin qetilkirin. DARIZANDINA AGAR Dozên din ên girîng Komkujiya li Gundê Zanqirta Navçeya Şemrexa Mêrdînê ye ku ji hêla cerdevanên çekên dewletê di dest de û bi salan ji hêla dewletê ve hatine xwendîkirin ve pêk hat. Her wiha doza derbarê Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Edaletê yê Tirk û Midûrê Polîsan ê Giştî Mehmet Agar de bi boneya "Bi armanca mirovan qetil bike û curmê bike çete avakiriye, mirova qetil kirine" hatiye vekirin e. Parlamentera BDP'ê Pervîn Buldan bi boneya di sala 1993'yan de hevserê wê bi du hevalên wî yên karsaz ve ji hêla Agar ve hatiye qetilkirin ji bo mudahaliya doza li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê didome, bibe serlêdan kiribû. Her wiha doza Ergenekonê ku bingeha xwe ji polîtîkaya înkar û îmhayê digire û ligel vê yekê ji hêla Hikûmeta AKP'ê ve bi zanîn û taybetî destûr nayê dayîn ku sûcên li hemberî kurdan pêk hatîn bihundirîne jî dê di sala 2010'an de berdewam bike. ENQERE - DÎHA Li Amedê afîşên 'Duh Halepçe Îro Kelepçe' Nerazîbûnên li hemberî operasyona li dijî BDP'ê ya ku li 10 bajaran hevdem pêk hat û di endcamê de 7 jê şaredar 49 siyasetmedarên kurd hatin girtin didomin. Bertek û şermezarkirina derxistina Dadgeha Amedê ya 36 kesên bi kelepçe, li bîlboardên şaredariyan jî hatin daliqandin. Piştî saziyên sivîl ên li Êlihê afîşên "Em şaredarê xwe dixwazin" li bîllboardên bajar daliqandin, Rêxistina BDP'ê ya Amedê jî, wêneyên 36 siyasetmedarên kurd ên bi kelepçe yên bi nivîsa "Duh Halepçe Îro Kelepçe" li bîllboardên bajar daliqandin. AMED |
Saturday, January 2, 2010
Kurd nema ku nehate darizandin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment