02/01/2010 |
|
Mamoste, xwendekar û rêveberan li Navenda Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan bi armanca nerazîbûnên xwe bînin ziman civînek çapemeniyê pêk anîn û diyar kirin ku serwîskirina wêneyên 36 kesên bi kelepçe xistine rêzê şerme û rûmetê dişkîne. Şaredarê Hazoyê Raşît Haşîmî ku çû serdana konê ‘Azadiya Atalay’ diyar kir ku tu êrîş nikarin gelê kurd ji têkoşîna aştî û demokrasiyê dûr bixin. Mamoste, xwendekar û rêveberan li ber Navenda Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî BDP’ê û girtina şardar û siyasetmedarên kurd, civînek çapemeniyê pêk anîn. Di daxuyaniya li ber Navenda Perwerdehiyê de 740 xwendekar, mamoste û rêveberên saziyan amade bûn. Li ser navê xwendekaran Mehmet Yakut, daxuyanî xwend û diyar kir ku nêzîkatiya li dijî şaredar û siyasetmedaran şerma mirovahiyê ye. Yakut, anî ziman ku wêneyê ku pêşkêşkirina wêneyên yek rêzî û de destkelepçekirî li çapemeniyê hatiye belavkirin li gel şerma mazin şikandina rûmetê ye û wiha got: “Şaredarên me bi vekirina van navenda pergal pir aciz kiriye.” ‘GUH BIDIN DENGÊ GEL’ Yakut, xwest hikûmet guh bide daxwazên gelê kurd û wiha dom kir: “Me zarokên kurd her tim dewlet li dijî kurdan û bi zilmkariyê nas kir. Ji ber ku her tim dema gundê me şewitand, bav û birayên me serê sibeyan ji malê birin û li kolanan li zarokan xist nas kir.” Yakut, da zanîn ku ew girtina şaredarên xwe yên ku ji bo kurdan dest bi xizmetê kirin û heviyên kurdan geş kirin, qebûl nakin. Yakut, daxuyand ku ew xwekî xwendekaran dê hêza xwe û rêxistina xwe mezintir bikin û wiha got: “Soza ku me dabû şaredarên xwe em dê bi cih bînin. Em her yek dê bibin Orhan Doganek, Nejdet Atalayek. Em dixwazin wekî welatiyekî azad û hewhev li zanîngehên çar aliyê Tirkiyeyê bi awayekî azad bixwînin. Em dixwazin dewlet guh bide dengê gelê kurd û hemû şaredarên me û girtiyên din serbest berdin.” Piştî daxuyaniyê “Êrîş me bêzar nakin”, “Em dê bi berxwedanê biser bikevin” berz kirin. SERDAN DIDOMIN Serdanên konê ‘Azadiya Atalay’ ku ji aliyê Platforma Demokrasiyê ya Êlihê ve piştî operasyona li dijî BDP’ê pêk hatî û di encamê de Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay jî di nav gelekî kes hatin girtin, li Bexçeyê Çayê yê Şaredariyê hatî vekirin, didomin. Şaredarê Hazoyê Raşît Haşîmî û komek pê re hatin serdana kon. Şaredarê Hazoyê Raşît Haşîmî, diyar kir ku gelê kurd li hemberî tevahiya êrîşan dê têkoşîna xwe bilindtir bike. Haşîmî, anî ziman ku li hemberî gelê kurd zilmek mezin heye û êrîşên li dijî gelê kurd şermezar kir. ÊLIH © Azadiya Welat |
|
Saturday, January 2, 2010
‘Dixwazin rûmeta kurdan bişikînin’
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment