Saturday, January 2, 2010

00:00 dest îradeya min nede

02/01/2010

Platforma Demokrasiyê ya Êlihê, şeva sersalê saet di 00:00’an de bi daxuyaniyekê diyar kir ku sersala ji aliyê tevahiya gelên cîhanê ve bi kêfxweşî û hêviyan tê pêşwazîkirin, ji aliyê gelê kurd bi xemgînî tê pêşwazîkirin. Di axuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêviyên biratiyê û aştiyê yên sala 2009’an jî cihê xwe dan tarîtî, êş û rondikên çavan.
Platforma Demokrasiyê ya Êlihê, têkildarî girtina şaredar û siyasetmedarên kurd bi beşdariya gelekî kesan saet di 00:00’an de daxuyanî da çapameniyê. Endamên Platforma Demokrasiyê ya Êlihê û gelekî kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Platforma Demokrasiyê ya Êlihê Serokê Şaxa Egîtîm Sen’ê Selîm Aratemur, der barê sala nû de ev tişt gotin: “Di van saetên ku me sala 2009’an li pey xwe hişt û ketin sala 2010’an de tevahî mirovên cîhanê li hind cihan kom bûne. Bi hêyecana ketina sala nû li Qada Sor a Moskovayê, li ber Quleya Eîffelê ya Parîsê, li Qada Trafalgar a Londrayê û li ber Qala Taksîmê ya Stenbolê mirovên civiyane, bi dilxweşiyek mezin kêfxweş dibin û bi hêviyan dikevin sala nû. Dil dixwest ku di sersala nû de gelê kurd jî gihîştibûna aştiyê, zarokên xwe himêz bikirana û bi gelê Tirkiyeyê li qadên Taksîmê, Kizilayê û Deriyê Çiyê sala nû bi coşa aştiyê pîroz û pêşwazîbikirana. Sersala ku gelên cîhanê bi hêvî û coşê kê pêşwazîkirin, mixabin gelê kurd bi van hêstan pêşwazî nekir. Hêviyên aşityê yên ku di sala 2009’an de jîndar bûn, cihên xwe dan tarîtiyan, êş û rondikên çavan.”

HEWLDANA TASFIYEYÊ
Aratemur, tiştên di sala 2009’an de hatin jiyîn bi bîr xist û destnîşan kir ku di hilbijartina Heremî ya 29’ê Adarê kurdan vîna xwe di sindoqan de nîşan da û daxwaz û hêza xwe ya xwe bi rêvebirinê raxist ber çavên cîhanê. Artemîrmur, anî ziman ku di pêvajoya ku daxwaza aştiyê ji aliyê tevahî beşan hate bilind kirin de PKK’ê di 13’ê nîsanê de biryara xwe ya bêçalaktiyê îlan kir û wiha got: “Serokomar Abdullah Gul, daxuyand ku di pirsgirêka kurdan de dê tiştên baş bibin. Piştre jî hikûmetê pêvayoyek da dest pê kirin. Li ser van pêşketinan, li ser bangan Komên Aştiyê ji Qendîl û Mexmûrê hatin. Lê pêşwazîkirina Komên Aştiyê li cihê ku wekî caşo aştiyê bê nirxandin, nêzîkatiyên têgehên faşîzan hatin nîşandin û derket holê ku armanca hewldanan qedandina têkoşîna gelê kurd e. Her wiha bi girtan nûneriya vîna gelê kurd DTP’ê û xistina parlementeriya hevserokê wê û pişt re jî li hêrêmê li hemberî tevahî hilbijartiyan operasyon û girtinên hatin kirin, dema cuntaya 12’ê Îlonê, bi bîr de anî.”

‘VÎNA XWE DIXWAZIN’
Aratemur, balkişand ser ku li tevahiya herêmê pêkanîna girtîgeha ser vekirî hate meşandin û wiha axivî: “Bi van tiştan tişta dihate xwestin teslîm girtina vîna azad a gelê kurd bû. Vîna gelê li hemberî pêkutî û hewldanên tunekirinê û operasyonan, bi bêdelên mezin, saziyên ku qedençkirine û birdoziya wan a xwedî derketina hilbijartiyên wan heye. Rojek ku gelê me winda bike nîne, em di têgeha canê mirovekî me ji hemû tiştan bi nirxtir e dene. Em dixwazin sala 2010’an biben sala aştî û biratiyê. Di vê çarçoveyê de operasyonên ku daxwazên me yên demokratîk ku tên terorîze û krîmînalîze kirin bên bi dawî kirin. Di serî de şaredarên me tevahî siyasetmedarên kurd û parêzvanên mafên mirovan bên berdan.” ÊLIH - DÎHA

No comments:

Post a Comment