Saturday, January 2, 2010

‘Zalim dê di agir de bişewitin’


02/01/2010

Serokê Komeleya Hevgirî û Alîkariya Oldaran (DÎAY-DER) Zahît Çîftkuran, girtina şaredaran a di çorçoveya operasyona li dijî BDP’ê de pêk hat wekî zilm nirxand.
Endamên DÎAY-DER’ê piştî nimêja înê, li ber Mizgefta Mezin daxuyanî da çapameniyê. Di daxuyaniya ku bi sedan kes beşdar bûn de dirûşmeyên “Pêkûtî me bêzar nakin”, “Li hemberî zilmê bibin yek” avêtin. Serokê DÎAY-DER’ê Zahît Çîftkuran, destnîşan kir ku hêviyên gel ên derbarê bi dawîbûna şerê li Tirkiyeyê, ji aliyê hind kesan ve berbi nediyarin ve hate herikandin. Çîftkuran, anî ziman ku li cihê hiqûq serbixwê û ji bo hemû kesî wek hev bê bikar anîn ji aliyê hikûmetê ve hatiye siyasî kirin.
Çîftkuran, derbarê operasyona li dijî BDP’ê û giritan 7 jê şaredar a 49 siyasetmedarên kurd jî wekî kelepçe kirina vîna gel û zilmê nirxand. Çîftkuran, destnîşan kir ku li hemberî zilmê bêdeng namînin û da zanîn ku zilma ku dijberiya dadê ye dê neketin çarçoveya wê. Çîftkuran, pêkanîn bi gotinên di Hadîs-î Şerîf ên wekî “Yên li hemberî zilmê bêdeng bimînin, şehtanên bêziman in”, “Yên piştgiriyê bidin zalim û zilmê di agir de ne” nêrazîbûnên xwe anînin ziman û da zanîn ku li hemberî zilmê dê têbikoşin. Çîftkuran, derbarê nîqaşên katsayiyê ya OSS’ê jî, bi lêv kir ku pêkanînên din ên di perwerdehiyê û pêkanîna qadjimarê jî bêdadiyek e. AMED

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment