Friday, January 1, 2010

Hêzên Parastina Tirkîye Avêtin Ser Nivîsîngehên Partîya Aşitî û Demokrasî

BDP


30/12/2009

Hêzên ewlehîyê roja sêşembî avêtin ser navenda gişti ya Partîya Aşitî û Demokrasî BDP'ê, ji bo pênc parlamenterên DTP'ê da ku bi zora polîsan bibin dadgehê. Ji aliyê 11-emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqerê di derheqê pênc parlamenterên DTP'ê Ahmet Turk, Emine Ayna, Sebahat Tuncel, Aysel Tugluk, Selahattin Demirtaş de demekî berê doz hatibu vekirin bi îdiaya 'Pesnê sûc û sûcdar dane û propagandayê PKK kirine'. Parlamenteran diyar kiribu ku ev doz dijî demokrasiyê û neçûn ifade dayinê. Ji ber vê yekê jî runiştina 29 îlonê pêk nehatibû.

Heyeta dadgehê di rûniştina 29 'ê îlonê de bi hinceta tablîgat şandine û beşdarî rûniştinê nebûne di derbarê parlamenter Emine Ayna, Sebahat Tuncel, Aysel Tugluk, Selahattin Demirtaş de biryara "birina bi zorê ya rûniştinê" dabû. Heyetê ji bo hevserokê DTPê Ahmet Turk jî bi sedema navnîşana wî hatiye guhertin biryar dabu ku careke din teblîgat bê şandin.

Di derbarê serdegirtina partîyê û biryara bi zorê birinê, hevserokê DTP'ê Ahmet Turk diyar kir ku biryar dijî hiquqê yeji ber vê yekê jî ew neçûne ifadeyê. Ahmet Turk got " em naçin tu cîhekî, em li vir in, ji dadgehê jî, ji polîsan jî em narevin, di demekî maqul de emê harin ifade bidin." Parlamenter Emine Ayna, li ser geşedana got ku " biryareka me tenê heye ew jî wek hevî ye. Em wî dixwazin ev pêk were."

Parlamenterê BDP Selahattin Demirtaş û parlamentera berê Aysel Tugluk jî, li Diyarbekirê daxuyaniyeke rojnamevanî li dar xistin di derbarê biryara dadgehê de. Demirtaş biryara dadgehê wek biryareke siyasî bi nav kir û got ew naxwazin bibin perçeyeke dadgehkirineke ku bi tevahî sayasî ye. Demirtaş ji parlamentê Tirkîye ji minak nişan da û got " parlamenê berê Sedat Bucak û Mehmet Agar da ku ew serokên hêzên pêkhatîyên dijî qanûnî bun jî nehatin dad kirin lê bela ku me hizrên xwe yên sîyasî rave kir biryareke bi vî rengî ji bome hatiye dayin. Em bi hewlê xwe naçin, ifade nadin û vê yekê ji qebul nakin. Selahattin Demirtaş AKP'ê sucdar kir û got " ev kêşe ji aliyê AKP hatiye derxistin.

Aysel Tugluk ya ku parlamenîya wê hatibu xistin ji ifade kir ku ev, biryareke dijî hiquqê ye. Tuğluk got ku " di kanuna bingehin de mekanizmaya " desnedayina parlamenan" heye, ji ber vê yekê ev biryar dijî qanuna bingehine jî. Ez hê jî li ser hizrên xwe me da ku ev hizir ji bo min, wek egera dadkirinê hatiye nişandan.

Runiştina ku parlamen beşdar nebun bi biryara bi zorê anina dadgehê bi dawi bu û runiştin hat li paş xistin ji bo 13 meha Nîsanê

Raport

Dagirtin (MP3)

© VOA


No comments:

Post a Comment