Ji fermandarên HPG'ê dr.Bahoz Erdal diyar kir ku hukumeta AKP'ê artêşê sor dike û bi ser wan de dişîne.
Erdal li hemberî êrîş û pêkanînên taybet, AKP û rêveberiya tirk hişyar kir.
FERMANDARÊ HPG'YÎ DR.BAHOZ ERDAL:
'LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN DESTÊ GERÎLA NE GIRTÎNE'
Endamê Konseya Fermandariya HPG'ê Dr.Bahoz Erdal ji malpera 'hpg-online.com' re axivî û li hemberî siyaseta tesfiyekirinê, peyamên girîng dan.
Erdal, misilmantiya Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan û partiya wî jî, şiband misilmantiya Museyleme El Kezzab.
Erdal bi bîr xist ku AKP di bin navê 'çareseriyê' de, hewl dide Tevgera azadiya Kurd tesfiye bike û herwiha ji Kurdan xwest ku ji AKP'ê dûr bikevin.
Erdal anî ziman ku tevî hemû piştgiriya NATO û hêzên derve ya ji bo Tirkiyê jî, gerîlla berxwedaneke mezin nîşan daye..
Erdal got, her çiqas biryara bêçalakiyê dewam dike jî, lê belê li hemberî êrîşan, gerîlla wê bêdeng nemînin..
Erdal yên ji ber çalakiya Reşadiyeyê HPG'ê rexne dikin re jî weha got:
"Kesên kuştina Kurdistaniyan, bi erdê re kaş kirine cenazeyên gerîllayan, kelepçekirina îradeya gelê Kurd nabînin, mafê wan yên rexnekirinê jî nîne"...
No comments:
Post a Comment