Sunday, January 17, 2010

'Nexşeriyek hikûmetê ji bo çareseriyê tune ye'

'Nexşeriyek hikûmetê ji bo çareseriyê tune ye'
Akademîsiyenên di konferansa Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê de axivîn diyar kirin ku encama gengaşiya siyasî tunebûna nexşeriyek çareseriyê ya hikûmetê ye û ji ber ku hikûmet bi tirs tevdigere lazim e hêzên civakî bikevin nav tevgerê.

Konferansa Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê bi sernava, "Gengaşiyên siyasî û encamên muhtamel" li Otela Surmelî ya Enqereyê berdewam kir. Di rûniştina Prof. Dr. Murat Belge rêvebirî de Prof. Dr. Serpîl Sancar, Doç. Dr. Nazan Ustundag û Doç. Dr. Bekîr Beraat Ozîpek axivîn. Belge di vekirina rûniştinê de diyar kir ku lazim e herkes bi rûmeta xwe bikaribe li Tirkiyeyê bijî û ji bo pêk hatinekê hewce nîne ku alî ji hevhez bikin lê li ser berjewendiyên hevpar divê bên cem hev. Pişter Serpîl Sancar balkişand ser lîncên demên dawî pêş dikevin û wiha got: "Ev dê bibe sedema pevçûnek civakî. Lazim e berpirsyar tişta dikeve berê wan bi cih bînin." Bekîr Beraat jî diyar kir ku lazim e herkes ji bo aştiyê dengê xwe bilind bike û wiha domand: "Yekem car e em dermanê xwe diguherînin. Dermanê heta niha dihat bikar anîn nexweş ber bi mirinê ve dibir. Niha dermanek niha tê ceribandin. Kî çi dibêje bila bêje her canek kete axê cudahiyê zêde dike. Bûyerên lîncê niha ji hêla çapemeniyê ve tên araste kirin û wekî encamek heildana çareseriyê tên nîşan dayîn. Lazim e siyaset û bûyerên em dijîn şefaş bibin."

'AKP û BDP dikarin bi hev re pêvajoyê bimeşînin'

Ozîpek diyar kir ku BDP û AKP dikarin vê pêvajoyê bi hev re bibin û wiha pêde çû: "Ev difikirin ku bêyî BDP jî dikarin pêvajoyê bimeşînin. Dixwazin hemû destkeftiyên vê pêvajoyê ji xew re bigirin. AKP pirsgirêkên mezin dijî. Lazim e berî her tiştî pêşiya girtina partiyan bê girtin. Operasyona KCK xetaya AKP'ê ya herî mezin e. Pêkanîna vê operasyonê, kelepçekirina siyasetmedaran dê bandorek neyînî ya mezin bike. Her wiha helwesta muhatabiyê ya DTP û BDP'ê jî xelet e. AKP û BDP dikarin hevgiriyê bikin û pêşbikevin. Lê mixabin nexşeriyek hikûmetê ji bo çareseriyê tune ye. Ji ber vê lazim e rêxistinên civakî bikevin nav tevgerê."

Ustundag: Gotina DYA li hemberî Afganîstanê tê bikar anîn li hembe kurdan tê meşandin

Nazan Ustundag jî diyar kir ku ji bo hatina aştiyê xwedî baweri ye û wiha pêde çû: "Ev bawerî dê bandorê li ser aliyê tirk jî bike. Polîtîkaya îmha û înkarê ya li hemberî kurdan niha cihê xwe daye polîtîkaya cudakariyê. Polîtîkaya li Emerîkayê li hemberî reşikan dihat meşandin niha li Tirkiyeyê li hemberî kurdan sazûman dibe. Herî zêde jî medya vê polîtîkayê dimeşîne. Bi hatina kurdan a metropolan ev politîka kûrtir bû. Yanî li gorî çapemeniya tirk li Kurdistanê jin tên kuştin, namûs, qelen heye û em tirk dê kurdan xilas bikin. Ev gotina Amerîkayê ya ji bo mudahaleya li hemberî Afganîstanê bikar anî ye. Di demên dawî de cudahiya di navbera gotinên mexdûriyetê û mexdûriyetê bi xwe de kişf dibe. Qasî ev kifş bibe ew qas mexdûr rewa dibe. Tirk li aliyekê têkoşîna li Afganîstanê rewa dibînin, piştgiriyê didin li aliyê din ji bo zarokên keviran diavêjni bêdeng in. Piştgiriyê nadin.

No comments:

Post a Comment