Sunday, January 17, 2010

‘Bi PKK’ê re rûnin’


17/01/2010

Alîkarê sekreterê berê yê NY’yê û Koordînatorê berê yê Iraqê Hans-Christof von Sponeck, da xuyakirin ku pêwîst e PKK wekî alî were dîtin û bi PKK’ê re li dora maseyê bicivin. Her wiha da xuyakirin ku astengiya li ber çareseriya pirsgirêka kurd di encama têkiliya Tirkiyeyê ya bi Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê re derketiye holê an jî ew têkilî dibin asteng li hemberî çareseriyê.
Li Almanyayê li bajarê Bremenê di çarçoveya çalakiya ku ji alî Komeleya Biratî ve hatiye organîzekirin de, konferansa bi navê ‘Perspektîfek ji bo aştiya li Kurdistanê’ hate lidarxistin.
Sponeck û Parlamentera BDP’ê Sebahat Tuncel wekî axêvger beşdarî vê konferasê bûn. Sponeck ku di navbera salên 1998-20002’an de li Iraqê pêywirdar bû da xuyakirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hiqûqa navneteweyî nayê xebitandin. Her wiha di berdewamiya axaftina xwe de Sponeck anî ziman heke peyman û hiqûqa Neteweyên Yekbûyî bihata xebitandin dê pirsgirêka kurd jî li gorî wê bihata çareserkirin û da xuyakirin ku berpirsiyarên sereke yên bêçarehiştina pirsgirêka kurd di serî de Amerîka û Neteweyên Yekbûyî ne.
Sponeck, bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên ku li Tirkiyeyê pêk tên û wiha got: ‘bi salan e li Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan pêk tên û Amerîka û Netewên Yekbûyî ji hesabên xwe yên stratejîk, çavên xwe ji wan binpêkirinan re digirin.

‘PKK NEBE NABE’
Christof von Sponeck di axaftina xwe de got ku hiqûqa navnetewî ji bo kurdan nehatiye bikaranîn û ji ber vê jî têkoşîna kurdan wekî ‘krîmînal’ hatiye nîşandan û têkoşîna kurdan wekî ‘berxwedan’ bi nav kir. Sponeck ku demekê li Tirkiyeyê jî pêwirdar bûye, bal kişand ser girîngiya rola PKK’ê û wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pêwîst e ku diyalog bi PKK’ê re were kirin” û wiha li gotinên xwe zêde kir, “Ez vê yekê dibêjim tevî ku dizanim di dema niha de ev yek ne mimkûn e jî. BREMEN
Hans-Christof von Sponeck kî ye?
Hans-Christof von Sponeck di sala 1939’an de li Almanyayê ji dayik bûye. Di dîrokê de xwedî dereceya BA û MA ye. Hans von Sponeck di sala 1968’an de tevli bernameya Pêşdebirina Netewên yekbûyî bû û li welatên wekî Ghana, Tirkiye, Botswana, Pakistan û Hindistanê kar kir. Di sala 1998’an de wekî kordînatorê NY’yê yê Iraqê kar kir. Sponeck di sibata 2000’an de ji bo protestokirina siyaseta navneteweyî ya li dijî Iraqê îstîfa kiribû.
Hans von Sponeck gelek nivîs û gotar bi zimanê îngilîzî û almanî bi mijarên wekî pêşketinên civakî yên alternatîf û mijarên din ên cur bi cur di rojnameyên navdar de weşandine. Her wiha ew xwediyê berhema bi navê “Pêşketinên mirovahiyê- Gelo Alternatîfek heye?” ye ku li Delhiya Nû sala 1997’an hate weşandin.

No comments:

Post a Comment