Sunday, January 17, 2010

Baroyên 45 bajaran ji bo çareseriyê li Amedê civiyan


17/01/2010

Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, di civîna "Baro hewldanê nîqaş dikin" de diyar kir ku di encama serhildanên kurdan ên li hemberî polîtîkayên tirkirinê yên 80 salî de navê pirsgirêkê wekî "pirsgirêka kurd" hatiye danîn. Aktar, diyar kir ku ji bo çareseriyê dereng nemîne, divê pêvajoya bêpevçûnî bê mayînde kirin û bi guhertina makeqanûnê pêşiya perwerdehiya zimanê zikmakî ji bo kurdî bê vekirin.
Bi pêşengiya Baroya Amedê nûnerên baroyên 45 bajaran bi şîara "Baro hewldanê nîqaş dikin" li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê li hev civiyan. Cîgirê Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Berra Besler, Sekreterê Giştî yê TBB'ê Cengîz Tugral, endamên Lijneya Rêveberiya TBB'ê Asude Şenol, Turgay Bîlge û serokên nûnerên bajarên bakurê Kurdistanê û Mersîn, Kocaelî, Balikesîr jî di nav de yên 45 bajaran beşdarî civînê bûn. Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar ku axaftina vekirina civînê kir, beşdar bi kurdî û tirkî slav kirin. Aktar, balkişand ser pirsgiraka kurd ku wekî pirsgirêkên "Ewlehî, pirsgiraka rojhilata bajûr, problema paşvemayînê" dihat navkirin û herî dawî wekî "pirsgirêka kurd" hatiye bi nav kirin. Aktar, destnîşan kir ku piştî bi navkirina pirsgirêka kurd ku bûye sedema mirina bi hezaran kesî û rê li ber tehrîbatên civkî, aborî û ekolojîk vekiriye, divê asta wê jî bê diyar kirin.
Aktar, bi lêv kir ku piştî avakirina Komarê, bi armacan tirkkirina Anatolyayê bi dirûşmeya "Yek dewlet, yek al, yek ziman û yek millet" polîtîka hate pergalî kirin û meşandin. Aktar, anî ziman ku kurdan li hemberî van polîtîkayan serhildanên biçûk û yên biçek ên berfireh dane dest pê kirin û da zanîn ku wekî çareseriyê jî rêbazên bi zorê çewisandina van tevgeran a girtin, darvekirin û înkarê neçarî pêk anîne.

BÎLANÇOYA ŞER
Aktar, diyar kir ku di pevçûnê 25 salan de hejmara bilançoyên derketiye holê nişana şerekî nişna dide û wiha got: "40 hezar insanan jiyana xwe ji dest da, 5 hezar bûyerên kiryar ne diyar û windayî, 4 hezar 500 gund û mezra hatin valakirin û bi milyonan însan ji cih û warên xwe bi zorî hatin koçberkirin. 350 hezar kes hatin binçavkirin, 54 hezar kes hatin girtin û 24 hezar kesan îşkence dît û ev yek bi raporên serlêdanên saziyên fermî de diyar e. Vê rewşê hisa kurdan ya veqetiyanê bi hêz xistiye." Aktar bal kişand ku tiştên hatine jiyandin di civakê de bûye sedema travmayê û ani ziman ku ji ber ku bûyerên kiryar nediyar aqubeta wan nederket holê di civakê de baweriya dadê gelek kêm kir. Aktar, destnişan kir ku ji bo ku di civakê de aştiyekî mayînde û baweriya dadê bê sererastkirin divê neheqiyên wê demê derxin holê û bi wan re rup ru bên. Aktar, devbirî kir ku di mehên dawî de girtina parti, kesên hatine hilbijartin û operasyonên li dijî parêzvanên mafên mirovan nişan dide ku çareserî ji bo bihareke din dimîne. Aktar bilêv kir ku huquq tevlî siyasetê dikin û bi van pêkutiyan qada siyaseta demokratîk dixwazin vala bikin û wiha berdewam axisftina xwe kir: "Biryarên dadê yên vê demê de girîngiya azadbuna raman ji holê radike.”

SIYASETA DEMOKRATÎK
Aktar bi birxist ku li herêmê di nava 3 salên dawî gelek zarok ji ber ku tevlî çalakiyan bûne bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ li Dadgehên Cezayên Giran hatin darizandin. Aktar, da zanîn ku ev darizandine li dijî Peymanên Mafên Zarokan ên DY'ê ne. Aktar, divê ku di vê pêvajoyê de qada siyaseta demokratîk bihêz bêxin û berfireh bikin û wiha axivî: "Divê Makeqanûneke demokratîk bê çêkirin, kurd perwerdiya zimanê xwe bikin, astengê li hemberî zimanê kurdî yên di çapemeniyê de bên rakirin û di zanîngehan de enstîtuyên lêkolîna zimanê kurdê bên avakirin. Ligel van gavan divê şert û mercên ji bo tevlibûna siyaseta demokratîk jî bêne afirandin."

RAPORA BAROYÊ…
Wekîle Serokê TBB'ê Berra Besler îdîa kir ku çalakiyên PKK'ê zirarê dide aborî û razemeniya bakurê Kurdistanê û wiha got: "Li Herema Rojhilatê Tirkiyeyê, pirsgirêkên aborî û razemeniyê car caran ji ber polîtîkayên dewletê, car caran ji ber şert û mercên erdnîgarî û car caran jî wekî din pêş neketiye. Her welatên demokratîk divê hemû welatiyên xwe wekhev bigre. Divê dewlet têkoşîna xwe di çarçoveya hiqûqê de mimeşîne. Divê pirsgirêkê di çarçoveya mafên mirovan de çareser bike. Rapora ku TBB'ê di meha tebaxa 1999'an de derbarê mijarê de amade kiribû hîn derbasdar e." Besler, anî ziman ku dema Beşîr Atalay çûye serdana wan, ev rapor pêşkêşî wî hatiye kirin.” AMED-DÎHA

No comments:

Post a Comment