Sunday, January 17, 2010

‘Ji bo aştiyê ne dereng e’


17/01/2010

Prof. Dr. Cengîz Guleç di axaftina vekirinê ya konferansa Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê de ji bo çareseriyê banga "Agirbesta bêdem" li aliyan kir û xwest dewlet dest ji polîtîkayên ‘yekperestiyê’ berde. Guleç, peşniyara avakirina Komîsyona Hevrûbûna bi Rastiyan a Hihûqê kir û xwest mafên zimanê zikmakî bên nasîn û riya siyasetê li pêşiya endamên PKK'ê vebe.
Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê, bi navê, "Hê jî ne dereng e, ji bo aştiyê çareserî di destê me de ye" bi beşdariya gelek siyasetmedar û akademîsyenan li Otela Surmeliyê ya Enqereyê dest pê kir. Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Berdevkê Meclîsa Aştiyê Prof. Dr. Cengîz Guleç ve hate kirin. Prof. Dr. Guleç, bal kişand ser xebatên çareserkirina pirsgirêka kurd ên Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê û wiha got: "Bandora me ya ji bo aştiyê raya giştî dikare binirxîne. Hê jî em bi yekitiyê hewl didin ku bibin alîkar. Aştiya civakî hê jî di destê me de ye." Guleç, diyar kir ku di konferansê de li ser rewşa Tirkiyeyê û rewşa rojane ya pirsgiraka kurd û plansaziya pişt dîrokê dê bê nîqaşkirin û der barê mijarê de pêşniyar û nêrîn hatin dayîn.

FIKARA JI BO PEVÇÛNAN
Guleç, destnîşan kir ku pirsgiraka bingehîn demokrasiya rastîn, pirsgirêka kurd û rêveberiyeke adîl e. Guleç, anî ziman ku sedema xwe ji neçareserkirina pirsgirêka kurd digire û da zanîn ku ev pirsgirêk dibe sedema xizantî, diziya veşartî û pirsgirêkên giran ên îdarî û wiha got: "Gelên li Tirkiyeyê dijîn ligel giranbûna pirsgirakan jî, hewldana jiyana bi hev re nîşan dane. Ger çareseriyeke rastîn neyê dîtin, pêvçûn ji qada aliyên bi çek derkeve û xetereya gihîştina heta nava jiyana me ya rojane hildigire."

ZIMANÊ YEKPERESTIYÊ
Guleç, diyar kir ku nîqaş ji bo çareseriyê bingeheke erênî ava dike û xwest dewlet dest ji polîtîka û feraseta 'yekperestiyê berde. Guleç, anî ziman fikr û ramana avakirina şert û mercên aştiyeke bi rûmet û adîl diparêzin her ku diçe zêde dibin û wiha got: "Divê tu kes ji bo fikr û ramanên xwe neyên darizandin û cezakirin. Ev yek bê tehamûliyek e. Divê vegera malê jî ne li dijî şikandina rûmetê be. Divê hikûmet di daqa vegera malê de berpirsiyariya siyasî bide ser milê xwe." Guleç, bi bîr xist ku bi binçavkirin, girtin û operasyonan çareserî ne pêkan e û wiha dom kir: "Divê feraseta berê ya yek ziman, yek netew û yekperestiyê bi dawî bibe. Divê dawî li van polîtikayên fermî bên. Ger ku bi rastî dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin divê nûnerên kurdan muhatap bigrin. Ger ku bi awayekî fermî PKK'ê muxatab negrin jî divê dest ji nêzîkatiyê îmhakirinê berdin."

‘TÊKOŞÎNA RÛMETÊ YE’
Guleç, destnîşan kir ku gelê kurd têkoşînek bi rûmet dimeşînin û xwest guhertina qanûnan wekî minetekê neyê dîtin. Guleç, bal kişand ser têkoşîna gelê kurd û da zanîn ku gelê kurd bi kedek mezin mafê xwe bi dest xistine. Guleç, destnîşan kir ku êdî gelê kurd bi nêta tasfiyekirina gelê kurd, PKK û Têkoşîna Azadiya Kurd li hewldana çaresiryê dinerin û wiha dom kir: "Rexneya li hemberî malbateke ji ber nikaribe bi zarokê xwe re bi kurdî bi axive bi gazinc û bêzare bê însafî ye. Mafê wê malbatê heye nerazîbûnê xwe bîne ziman."

AGIRBESTA DUALÎ…
Guleç, pêşniyarên çareseriyê jî pêşkêş kirin û wiha got: "Divê êdî her du alî jî agirbestek bêdem dest pê bikin û vê yekê teqez îlan bikin. Divê endamên PKK'ê karibin bi hêzanî beşdarî siyasetê bibin û rê li pêşiya wan bê vekirin. Her wiha divê ewlehiya wan bê stendin."

KOMÎSYONA RASTIYAN
Guleç, pêşniyara hemwelatiya makeqanûnî jî kir û wiha dom kir: "Divê mafê zimanê dayikê bê dayîn. Rêveberiyên herêmî bên bi hêzkirin. Pêwiste qanûna partiyên siyasî bên guhertin û bendav dakeve jêr. Her wiha divê Komîsyona Hiqûqa bi Hevrûhatina Rastiyan bê avakirin. Divê dewlet bi hemû bêhiqûqiyên xwe re bê hemberî hev û bi PKK'ê re bê hemberî hev." ENQERE - DÎHA

Kî tevli bûn?
Di konferansê de endamên Komên Aştî û Çareseriya Demokratîk ên Mexmûr û Qendîlê, Musteşarê MÎT'ê yê berê Cevat Oneş, Serokê Giştî yê BDP'ê Demir Çelîk, Serokê Koma BDP'ê yê Meclîsê M. Nurî Yaman, Cîgirê Serokê Komê Selahattîn Demîrtaş, ji Sekreteriya Giştî ya YE'yê Sema Kiliçer, Nivîskar Murat Belge, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Serokê Kurd Derê Ahmet Aday, Serokê Giştî yê KESK’ê Samî Evren, Sekreterê Giştî yê KESK'ê Emîrali Şîmşek, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, Metîn Bakkalci, Aydin Çubukçu, Kamîl Ateşogullari, Kemal Bulbul û gelek kesên din amade bûn.

No comments:

Post a Comment