Saturday, January 16, 2010

Tugluk: Operasyon ji ber tirsa nêzîkbûna aştiyê ye

Tugluk: Operasyon ji ber tirsa nêzîkbûna aştiyê ye
Siyasetmedara hatiye qedexekirin Aysel Tugluk ku di Konferansa Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê de axivî, diyar kir ku operasyonên li hemberî siyasetmedarên kurd tên meşandin ji ber tirsa nêzîkbûna aştiyê ye û wiha got: "Lê nenêrin ku siyasetmedarên hatine hilbijartin kelepçe dikin. Ew jî dibînin ku aştî tê tirsa wan ji vê yekê ye. Bawer bikin ev hewildana wan a dawiyê ye."

Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê li Odela Surmelî ya Enqereyê panela, "Hêj dereng nîne ji bo aştiyê çareserî di destê me de ye" pêk anî. Di beşa "Qedexeyên siyasî" de Parlementera DTP'a hatî girtin a qedexe kirî Aysel Tugluk axivî. Tugluk bi gotina, "Em dê siyasetê bidomînin" balkişand ser qedexeya siyasî ya li hemberî wan. Tugluk wiha axivî: "Gelê be berpirsyarî daye me û ji ber vê yekê ev qedexe dê gelek caran bê binpêkirin. Me jiyana xwe ji bo jiyanek hevpar a gelan derbas kir. Niha jî em xebatên aştiyê dimeşînin. Di salên dawiyê de vî welatî gelek tişt winda kirin lê êdî em di serdema aştiyê de ne. Ji ber ku ez bawer dikim ez wiha dibêjim. Ne ku agahiyek di destê min de heye. Em gelek nêzîk aştiyê bûne. Divê em tu caran hêviya xwe winda nekin. Em piçek din zêde bixebitin civak dê bigihe aştiyê."

'Kelepçe hewildana dawiyê ye'

Tugluk diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de riyek jênager derketiye holê û ev tişt gotin: "Pirsgirêka kurd çareseriya xwe li ser her tiştî ferz kiriye. Hêza tu kesî têra astengkirina çareseriyê nake. Ne operasyon û ne jî kelepçekirin pêşiya vê yekê digire. Lê nenêrin destên siyasetmedarên kurd ên hatine hilbijartin kelepçe dikin. Ev hewildanên wan ên dawî ne. Bawer bikin ji vê yekê pêvetir nikarin tiştek bikin. Dibînin ku aştî tê û tirsa wan ji vê yekê ye. Cîhana di serê wan de ya berê nema êdî. Dê jiyana nû hîn bibin. Dibe jê hez nekin lê em dê v ê yekê nîşanî wan bidin, mecbûrin hîn bibin. Em dê vê yekê bi têkoşîna xwe bikin."

'Sebir nema'

Li ser mijarê Tugluk diyar kir ku wekî derfeta serkeftina bi hevreyî heye, xeteriya windakirina bi hevre jî heye û wiha pêde çû: "Ji bo em bi hev re serbikevin divê em bi hev re bixebitin. Siyaseta tirk di duriyanek girîng de ye. Ev ji bo siyaseta kurd jî wiha ye. Wezîfeyên me hene. Lazim e em hemû pêvajoya perisîna demokratîk fam bikin û li gorî wê tevbigerin. Lazim e polîtîkaya neçareseriyê bê bi dawî kirin. Êdî sebir nemaye û kes nikare tehamûlî polîtîkaya neçareseriyê bike. Ji bo vê yekê riyek hevapr û siyasetek demokratîk lazim e."

No comments:

Post a Comment