Thursday, January 14, 2010

'Li cîhanê binpêkirina azadiyan berdewam kir'

'Li cîhanê binpêkirina azadiyan berdewam kir'
Rêxistina Şopandina Azadiya (Freedom House) di rapora amadekirî de daxuyand ku li tevahiya cîhanê di sala 2010'an de binpêkirina azadiyan berdewam kir. Di raporê de hate daxuyandin ku binpêkirina azadiyan a li Tirkiyeyê di nav 2 salên dawiyê de zêde bûne jî berdewam kiriye û girtina DTP'ê jî wekî şînaneya vê yekê hate dayîn.

Rêxistina Şopandina Azadiyan ku ev 70 sale li tevahiya cîhanê binpêkirina azadiyan dişopîne, rapora xwe ya 2010'an amade kir. Di kapora kîteyên wê dê di gulana 2010'an bê aşkerakirin de, derbarê binpêkirinên azadiyan ên li cîhanê de agahî hatin dayîn. Li gorî raporê di sala 2010'an de jî li tevahiya cîhanê maf û azadî paşve ketin û zordariyên li hemberî van zêde bûn. Di raporê de derbarê Tirkiyeyê de jî nirxandin hatine kirin û wiha hate gotin: "Trenda paşve ketina maf û azadiyan a li Tirkiyeyê jî berdewam kir. Li 20 welatên cîhanê yên nifûsa ji sedî 40'ê cîhanê lê dijî maf û azadî li gorî salên berê zêdetir paşve ketine. Li ser azadî û mafan zordarî berdewam dikin. Welatên wekî Bahreyn, Urdun, Kenya û Kirgizîstanê pêşketina di salên borî de rawestiya û zordarî zêde bûn."

Welatên Rojhilata Navîn ên herî zordar in

Rêxistina ji sala 1972'yan heta niha bi awayek rêk û pêk raporan amade dike, li tevahiya cîhanê wekî navendek taneyên têkildarî rewşa maf û azadiyan tê nirxandin. Di raporê de pêşketinên di sala 2009'an de hatine berhevkirin jî hatin daxuyşandin û wiha hate gotin: "Di sala2009'an de di warê maf û azadiyan de paşketinek mezin çê bû. Tişta ji vê xirabtir rejîmên otorîter zordariya xwe zêdetir kir." Freedom Haous ku derbarê welatên dişopîne de qarneyê amade dike, wekî 'welatek kêm azadiye' an jî 'azadî lê tune ye' dabeş dike. Di raporê de hate daxuyandin ku di dema hilbijartinan de di warê demokrasiyê de ji sala 1995'an heta niha sala herî xirab hate derbas kirin û wiha hate gotin: "Di vî warî de welatên herî zordar û şidetkar li Rojhilata Navîn in. Welatên Afrîqayê jî diwarê azadiyan de qarneya herî xirab girtiye. Di warê azadiyan de rewşa erênî jî tenê li welatên Asyayê d erket holê."

'Tirkiye nîv azad e'

Rêxtinê di nav 194 welatan de 89 welat wekî welatên azad nirxandin û qarneya azadiyê da wan lê 46 welatên ji sedî 30 nifûsa cîhanê di hundirînin jî nîv azad hate nirxandin. Tirkiye di raporê de wekî par cardin wekî welatek 'Nîv azad' hate nirxandin. Ji sedî 24'ê nifûsa cîhanê jî azad nîne. Di raporê de hate daxuyandin ku ev ji sedî 24'ê nifûsa cîhanê jî 2 milyon 300 milyon kes dike. Di raporê de wiha hate gotin: "Li welatên wekî Burma, Ekvator Gînesî, Erître, Lîbya, Koreya Başûr, Somalî, Sudan, Tîbet, Turkmenîstan û Ozbekîstan welatên di vê mijarê de herî xirab in. Li Iraq û Libnanê jî pêşketinek heye."

Girtina DTP'ê nîşaneya paşketina Tirkiyeyê ye

Midûrê Freedom House Arch Puddîngton derbarê raporê de diyar kir ku li Tirkiyeyê ev du sale nîv azadiyên heyîn jî paşve dikevin û wiha got: "Ji ber girtina DTP'ê me di raporê de pileya 'Welatê di warê azadî û mafan de paş dikeve' da Tirkiyeyê. Girtina DTP'ê xeyalên me yên di warê Tirkiyeyê de vala d erxistin. Her wiha helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî çapemeniyê jî baş nîne."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment