Thursday, January 14, 2010

PARÊZERA ENDAMA KHRP'Ê LI ÎMRALIYÊ BÛ

PARÊZERA ENDAMA KHRP'Ê LI ÎMRALIYÊ BÛ

Ji parêzerên Ocalan, Omer Guneş, Mehmet Buyukdeniz û parêzera Îngilîz Catrîona Vîn îro danê sibê di bo hevdîtinê, çûn navçeya Bursayê Gemlîkê..

Piştî kontrolên rûtîn li Fermandariya Cendermeyan a Gemlîkê, parêzer ketin ser riya Îmraliyê..

Hat zanîn ku hevdîtin pêk hatiye...

Projeya Mafê Mirovan a Kurd, piştî guhertinên dawî li îmraliyê û şîdandina tecrîdkirina Ocalan, ji bo lêkolînê serî li wezareta dadê ya Tirk dabû..

'WÊ NIKARIBIN ME TEVLÎ PÊVAJOYA
TESFIYEKIRINÊ BIKIN'

Rêberê Gelê Kurd Ocalan, Îna bihûrî bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîbû û li dijî armancên tesfiyekirinê, helwesta xwe nîşan dabû....

Ocalan bi bîr xistibû ku ew alîgirê çareseriya demokratîk û aştiyane ye û weha gotibû, "Wê ti kes nikaribe me tevlî pêvajoya tesfiyekirinê bike."...

Ocalan hişyar kiribû, eger çareserî pêş nekeve, dibe ku şerekî dijwar biqewime..

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment