Thursday, January 14, 2010

FIKRÊN OCALAN DI ÇAPEMENIYA EWRÛPAYÊ DE NE



Eleqeya çapemeniya Ewrûpayê ji bo fikrên rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe zêde dibe.

Gotara yekemîn a Ocalan ku di rojnameya Îtalî Îl Manîfesto de hat weşandin hem li Tirkiyê hem jî li Ewrûpayê deng vedabû.

Ev nivîsa Ocalan a ku modernîteya Kapîtaslîst şîrove dike, di rojnameya Baskî, Garadayê de jî hat weşandin.

GOTARA YEKEMÎN A JI BO ÎL MANÎFESTO HAT NIVÎSANDIN
DI ROJNAMEYA BASKÊ, GARADAYÊ DE JÎ HAT WEŞANDIN
Yekemîn nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şemiya derbasbûyî di rojnama Îtalî Îl Manîfesto de hatibû weşandin.

Rayedarên rojnamê diyar kiribûn, Ocalan modeleke alternatîf a civakê derdixe pêş û sîstema kapîtalîst ji hev derdixe, ji ber vê yekê ew cih didin nivîsên Ocalan.

Ev eleqeya ji fikrên Ocalan re tenê bi Îtalyayê jî bi sînor nema.

Gotara bi sernivîsa 'ji bo Kurdan aştiyeke adil' di rojnameya Bask'ê Garadayê de jî hat weşandin.

Rojnameya Garadayê bi du zimanan- Baskî û Spanyolî weşanê dike û rojê ji aliyê nêzî 130 hezar kesî ve tê xwendin.

Rojname 30'ê Kanûna 1999'an de, li bajarê herêma Bask'ê San Sebastianê dest bi weşanê kiribû.

No comments:

Post a Comment