/01/2010
|
DERWÊŞ M. FERHO
Ji her sal zêdetir zordestî û lîstikên dewleta Tirkiyeyê li ser gelê kurd di 2009’an de xuya kir. Bi saya medya kurd, ku bi cesaret û bê rawestan wezîfa xwe bi cih anî, piraniya zilma li ser kurdan hate kirin bi cîhanê da zanîn. Lê mixabin, cîhana ku li ser mijara demokrasiyê bê navber diaxive, di pirsgirêka kurdî de di nav bêdengiyeke mezin de bû! Di serî de ji Yekitiya Ewropayê (YE) xwe ker û kor nîşan da. Di nav dîmenên televîzyonan de zor û zilma li ser kurdan dibûn, roj bi roj belav bûn. Di rojname û malperan de di her fersendê de hate nivîsîn. Kevneparêzî û nijadparêzî ji rojeva Tirkiyeyê kêm nebû. Êrîş û talana dewletê ji aliyekî li ser gel, ji aliyê din li ser kultur, ziman, orf û adetên kurdî bi hemû şîdeta xwe berdewam bû. Destê zaroka 13 salî li ber kamerayan hat şikandin. Zimanê mirov hate birîn. Li nava kolanan, jin û zarokên kurd di nava îşkence de dikirin qare-qar. Kuştiyên kom bi kom ji çalan, şikeftan û binê axê derketin. Bi deh hezaran leşkerên xwe, tev hezaran cerdevan şandin ser Kurdistanê. Welat ji her çar ali tê bombekirin. Saziyên kurdan, parêzerên mafên mirovan û partiya siyasî xwedî 21 parlementer hatin qedexekirin û qedexa xebata siyasî li serkêşên siyasî hat birîn. Roja duyemîn ku 19 parlamenterên DTP beşdarî BDP bûn operasyon di hember wan de pêk hat û bi sedan kadroyên hêja avêtin girtîgehan. Di heman demê de ku ev zilm û zor li ser gelê kurd dimeşe “prosesa demokratîk açilim” jî ji rojevê nakeve. Îqtîdara AKP’ê, muxalefeta di parlementoyê de û her wiha medya û ronakbîr ji çaralî ve vê minaqeşê dikin. Alîyê AKP û terefdarên wê vê pêvajoyê erênî dikin, muxalefeta siyasî mîna hovan êrîş dibe ser û ronakbîr jî di nava çarçoveya têgihiştina xwe de vê yekê diaxivin. Lê ji ku dinêrî binêre yek tiştê mişterek di nava wan de xuya ye. Hereketa kurd ku ji 25 salan û vir de di hemberî vê dewleta qatil şer dike terorîst e û ne muxatabê “çareserkirina pirsgirêka kurdî ye”. Gelek ji “ronakbîrên” esil kurdî jî di nava van gengaşiyan de hene! Bê guman gelek jî hene ku rastiya dîrokê bê tirs û bê şik di rûyê dewletê de li her cih di her fersendê de dibêjin. Û YE li hember van qas tiştan bêdeng e. Sedema vê yekê jî ew ku dewleta tirk bi hemû neheqiyên xwe ve, xwe li qada internasyonal heq der tîne û bi hemû heqê kurdan jî kurd mîna neheqan, mîna terorîstan û ji vê “prosesa demokratîk açilim” re mîna xêrnexwazan têne xuyakirin. Tê wê wateyê ku dewleta tirk tevî hemû durû û qirêjiyên xwe dikare xwe bi YE û mercên din bide qebûlkirin. Her çend YE û mercên din vê dewletê ji me kurdan jî baştir dinasin. Kurd! Gelo kurd ji çi sedeman nikarin pirsgirêka xwe û rûreşiya dewleta tirk li YE’yê bixin rojeva wan û vê hêzê nikarin bidin qebûlkirin. Pirsa kadroyan heye? Pirsa me ne rast e? Em li hin mafan digerin ku ji me re zêde ne? Em zeîf in? Yan ji gelek aliyan kêmasî di nav me de hene? Ronakbîrên me, xwendavanên me, siyasetmedarên me û saziyên me li Ewropayê ji her demê zêdetir hene. Civaka kurd li YE’yê ji piraniya civakên din zêdetir organîzekirî ye û di her waran de xwedî cih e. Kurd li seranserê Ewropayê di warê hevtêgihiştinê de (integrasyon û tolerans) ji piraniya civakên din xurtir e. Roj bi roj karsazên me (tucar) zêde dibin û hisa neteweyî bi wan re xurtir dibe. Li xwendegehên bilind mamosteyên me her roja diçe cihên bilind distînin. Em dikarin gelek tiştên din rêz bikin ku hene. Gelo ne dema ku em rûnin û ji xwe hûr û kûr bipirsin? Li welêt gelê me wezîfa xwe pêk tîne. Ji bo em sibe-dusibe bikaribin li çavê gelê xwe binêrin. Divê ew gel ji me re bêje “we wezîfa xwe pêk anî”. Yan em ê serê xwe bitewînin û xwe biavêjin bextê gel ku her saet di bin zor û zilma dewletê de dinale? Ez bawer dikim ku ew ê gel hin kesên nekêr bibexşîne. Lê dîrok! Gelo ew ê ji dîrokê re çi bêjin? Eger em kurd di nava YE’yê de hin tiştên pêwîst û di xizmeta berjewendiyên gelê xwe rojek berê roja din pêk neyinin ew ê qet û qet YE vê bêdengiya xwe di hember pirsgirêka me de neşikîne. Heta em di hin mercan de ne organîzekirî û ne sazkirî bin, ew ê tu car doza me ji aliyê qada internasyonal de neyê pejirandin. Divê em hebin heta em gazinan ji xelkê bikin. |
Friday, January 15, 2010
Gerek kurd bêdengiya Ewropayê bişikînin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment