Saturday, January 16, 2010

Li Îmraliyê çalakî heye

16/01/2010

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de, bal kişand ser guhertinên piştî darbeya 17'ê mijdarê yên li Îmraliyê. Ocalan, got ku rêveberiya tirk, hucreya nû bi tabyetî, hostayî, zanaben û bi awayekî plankirî çêkiriye. Ocalan anî ziman ku ew bawer nake ji niha û pê ve, şertên wir baş bikin û dijwariya şertên Îmraliyê jî wiha anî ziman: "Ez xwe, wekî di bin bîreke kûr ya 15 metreyî de hîs dikim. Bênefes dimînim, nikarim razêm. Ji bo hundir hewa bigire, pencereyê vedikim. Li hewşê nikarim rûnim. Derdora hewşê bi dîwarên bilind ên beton girtî ye. Dirêjiya wê ji 5 metreyan heta 7 metreyan pêk tê. Hewşê ji ya berê biçûktir e. Serê wê jî tam ne vekirî ye. Tenê li wir dikarim bimeşin. Ji ber kûrahiyê, bandora ba pir bilind e".
Ocalan ji ber dengê jeneratorê ya li kêleka hucreya wî dixebite, aciziya xwe anî ziman û got pirsgirêka di qirika wî de jî hê dewam dike.

DERNAKEVIN HEVDÎTINAN
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist ku tevî mafê hevdîtina 10 saetan ya bi girtiyên din re heye jî, tenê saetekê li hewşê tên cem hev û wiha dewam kir: "Ev yek li dijî qanûn û rêziknameyên Wezareta Edeletê ne jî. Eger wê pêwistiyên wê bi cih neynin, tu wateya pêkanîna hevdîtinê jî nîne." Ocalan anî ziman ku wî û girtiyên din ev rewş nirxandiye û biryar girtine heta ev şert neyên başkirin, dernekevin hevdîtina hevpar.

DIJWARIYA ŞERTÊN LI ÎMRALIYÊ
Ocalan, dijwariya şertên Îmraliyê bi van gotinan raxist ber çavan: "Dema ez û hevalên din diaxivin, li pêş û paş me 2 rayedar disekinin. Şertên vir pir giran in û ji bo hevalên din jî, li gorî deverên berê girantir in. Ez fêrî şertên vir bûme. Lê belê ji bo hevalên din, heyf e. Ji bilî parêzer û malbata xwe, derfetê bi rayedarên li vê derê re biaxivim jî nîne. Dema ku xwarinê didin jî, tenê sênîkê tînin û dibin. Di navbera me de tu axaftin derbas nabe. Yanî tu tiştê li derveyî qaîdeyan pêk nayên." Ocalan, bi bîr xist ku bi rêziknameyan qedexeya kurdî rabûye, lê belê hê neceribandine, dema biaxivin, dê rewşê fêr bibin û bi vê yekê jî bal kişand ser pêkanînên din ên pratîka AKP'ê.

CIVAK Û TAKEKES
Ocalan, şexsparêzeriya Ewropayê û têkiliya wê ya bi gerdûniyê re jî analîz kir. Ocalan, bal kişand ser têkiliya di navbera sosyalîzm, şexs û civakê de û got ku ev têkilî rast nayê nirxandin.
Ocalan xwest ku divê gotinên şexs û şexsparêziyê ji hev cuda bên nirxandin û dîtina xwe ya der barê têkiliya şexsparêzî û gerdûniyê de, anî ziman. Ocalan, wiha got: "Ez di navbera şexsparêzî û gerdûniyê de, têkiliyekê datînim. Şexsparêzî girîng e, lê belê dizanim ku têkiliya her şexspariyê bi gerdûniyê re heye. Ev ne tiştên li dijî hev in lê tiştên têkildarî hev in."
Ocalan anî ziman ku têkiliya her şexsparêzeriya civakê, bi gerdûniyê re heye û wiha got: "Li Ewropayê ji ber ku tenê 'şexs' esas tê girtin, şexsparêzî bi pêş ketiye." Ocalan da zanîn ku ew li hemberî şexsparêzeriya Ewropayê, ji bo çareseriyê wekî sosyalîzma reel, enternasyonalîzmê pêşniyar nake û wiha got: "Ez dibêjim ne desthilatdarî, ne federal û ne sîstema konfederal. Li gorî min ya girîng ew e mirov nêzîkatiya şexsparêzî û gerdûnî bîne cem hev."

NETEWE-DEWLET
Ocalan nêzîkatiya xwe ya wekî 'Komunalîteya Demokratîk' bi nav kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di çarçoveya vê nêrîna min de, gotinên 'neteweya demokratîk û welatê demokratîk' dikarin bên bikaranîn. Ev nêzîkatî, desthilatdarî û dewletê nake hedef. Yanî tevli desthilatdarî û dewletê nabin. Sosyalîzma ez behs dikim ev e. Ev nêrîna min, hinek li Kurdistanê bi cih bûye. Tevî kurd hatine perçiqandin û rastî qirqirinê hatine jî, ev nêrîna min di navbera kurdan de bi pêş ketiye. Ji ber ku netewe-dewletiyê bandor li hemû kesan kiriye, çareserî bi pêş nakeve. Ji ber vê li Başûr, rîska komkujiyê heye. Ji ber vê yekê Talabanî û Barzanî hişyar dikim."

LI DIJÎ ÇÎNÊ CIVAK
Ocalan diyar kir ku sedema neçareseriya pirsgirêkên civakî, netewe-dewlet nîşan da û ev yek wekî sedema serneketina marksîzmê jî bi nav kir û wiha got: "Têgihîştina netewe-dewletê encameke modernîteya kapîtalîst e. Çepgiran ev yek baş fêm nekir. Me wekî çepgir, sosyalîst û bindestan ev yek baş fêm nekir. Di bingeha têkçûna sosyalîzma reel de jî ev têgihîştin heye. Li Rûsyayê Lenîn, li Çînê Mao tev ketin nava heman şaşiyê. Divê ev yek baş were fêmkirin ku eger îro Çîn tunebûya DYA jî nikaribû bijî. Sendîka û saziyên karkeran û gelek saziyên din di rastiyê de xizmetî kapîtalîzmê dikin."
Rêberê Gelê Kurd Ocalan destnîşan kir ku analîzên marksîzmê yên der barê çînan de jî ne rast in û wiha axivî: "Ne çîn li dijî çîneke din e, ez dibêjim li hemberî çîn an jî kapîtalîzmê civak e. Dema behsa civakê jî dikim qesta min ne beşeke wê ye. Behsa tevahiya civakê dikim. Ez dibêjim, eger civak tune be takekes jî nabe. Takekes bi civakê watedar dibe. Ez çareseriyê bi xwegihandina takekes a civakê bi şêwazekî gerdûnî dibînim."

GLADÎOYA TIRK
Ocalan rojnameya Îl Manîfesto ya Îtalyayê ku ji ber nivîsê wî weşand rastî nerazîbûna Tirkiyeyê hat jî nirxand.
Ocalan bi vê boneyê rêxistinbûyina Gladîo ya li Îtalyayê jî rave kir. Ocalan wiha got, "Îtalya Gladîoya xwe di sala 1990'î de aşkera kir, lê belê Gladîoya tirk hê jî belav nebûye. Doza Ergenekonê ya niha jî tevahiya Ergenekonê nagire dest, tenê beşeke wê ya biçûk e." Navlêkirina mîna bira ya serokwezîrên tirk û îtalî jî Ocalan wekî, "di ser her du dewletan de pêkanîna zewaca kapîtalîst' şîrove kir.

'Kurd bi xwe dê biryarê bidin'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, encama polîtîkayên AKP'ê jî nirxand. Ocalan rewşa li Tirkiyeyê wekî 'saziya faşîzmî' nirxand û li hemberî plana tasfiyekirinê jî, banga hestiyariyê li gel kir. Ocalan anî ziman ku AKP aliyê îslamî yê kurdan bi kar tîne û siyaseta xwe li gorî wê dimeşîne. Ocalan, destnîşan kir ku siyaseta di salên 1970'yî de dest pê kiriye, bi Partiya Refahê dewam kir, îro jî AKP nûnertiya wê dike û wiha got: "Rastiya CHP û MHP'ê li cem kurdan derketiye holê. Ji ber vê jî, dixwazin bi AKP'ê kurdan kontrol bikin."

LI TIRKIYEYÊ ‘FAŞÎZMA SAZIYÎ’ HEYE
Ocalan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê 'faşîzma saziyî' heye û şertên ew di nav de ye jî, berhema vê faşîzma saziyî ye. Ocalan nûnerên îro yên siyaseta faşîzma saziyî ya ji dema Îttîhatiyan û pê ve, MHP û CHP bi nav kirin. Ocalan qebûlnekirina xeta AKP û ya CHP-MHP'ê jî, wiha anî ziman:"Em dibêjin ne xeta neteweperestiya tund a MHP û CHP'ê, ne jî hegemonyaya îslamî ya AKP'ê. Em her duyan jî red dikin û rast nabînin. Ez riyeke sêyemîn rast dibînim. Ev riya sêyemîn, riya me ye, ku min heta niha gelek caran bahs kiriye. Ev rê jî, riya demokrasiyê, yanî konfederalîzma demokratîk, komara demokratîk, neteweya demokratîk û welatê demokratîk e."

MEHÊN SIBAT Û ADARÊ TÊN
Ocalan, destnîşan kir ku CHP û MHP siyaseta tasfiyeyê di çarçoveya nijadperestî û neteweperestiya tund de, lê AKP bi rêbazên nerm û zirav dimeşîne. Lê belê armanca her du eniyan jî tasfiye ye û ya AKP dike jî, ji yên din xetertir e. Ocalan anî ziman ku ji sala 2002'yan ve, AKP bi MHP û CHP'ê re peymaneke veşartî dimeşîne û muxalefetiya wan jî, muxalefeta sexte û qaşo bi nav kir. Ocalan wiha dewam kir: "Va ye, mehên sibat û adarê tên. Wisa xuya ye, dê operasyon bi zêdebûnê dewam bikin. Plana tasfiyeyê dimeşe. Wê bi ser me de werin. Wê ji hemû aliyan bi ser me de werin û hewl bidin me bênefes bihêlin. Piştre jî, wê dikaribin operasyonên leşkerî pêk bînin." Ocalan diyar kir ku di rewşeke wiha de dê xwe ji navê bikişîne lê eger ji bo çareseriyê ji wî alîkarî were xwestin, ew amade ye.

DIVÊ BI HIŞYARÎ TEVBIGERIN
Ocalan li hemberî rewşê, ji kurdan xwest ku hişyar tevbigerin û dûre jî wiha got: "Ji şertên dijwar ên vê derê zêdetir, fêmnekirina dîtinên min, ez aciz dikim. Kurd gelekî ku li ber xwe dide ye. Lê belê hê xetereya plana li hemberî xwe fêm nekiriye. Ez nizanim, wê piştî sibat û adarê çi biqewimin. Ez nabêjim şer bikin an jî aştiyê pêk bînin, ferman jî nadim. Lê çi bikin, divê bi xwe biryarê bidin. Yanî wê rûmeta xwe biparêzin an dev ji mafên xwe berdin, wê bi xwe biryara vê bidin."

Ji Nexşeriya Ocalan ditirsin û nadin DMME’yê
Ocalan, anî ziman ku rayedaran biryara erêkirina cezayê hucreyê yê 20 rojî ragihandiye wî, lê belê nizane dê kengî biryar bê bicihanîn. Ocalan diyar kir ku rayedarên dewletê, daxwaza wî ya beşa nexşeya rê ya parêznameya wî jî bidin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî red kiriye û wiha dewam kir: "Dibêjin nexşeya rê ji bo perwerdehiyê ye. Lê belê hemû parêznameyên min, ji bo perwerdehiyê ne. Ez ji vir fermanê nadim tu kesî. Tiştekî wiha rast jî nabînim. Jixwe ne mimkûn e girtiyekî di nav van şertên dîlîtiyê de karibe fermanê bide. Tiştekî wiha exlaqî jî nabînim. Lê belê bibin sedema mirina min jî, ez ê dîtinên xwe bînim ziman. Wê tu kes nikaribe vê yekê asteng bike. Tespîtên min ên li vir ne ferman, analîz û tespîtên sosyolojîk in."
Ocalan bi bîr xist ku ew hestiyar nêzî provakasyonên li Îmraliyê dibe, vê yekê ji bo morala gel bilind bihêle dike û wiha got: "Beriya niha, li vir li hemberî min, hin pêkanînên neyînî pêk hatin. Bi ser min de hatin. Min nerazîbûn nîşan da. Min got, hûn çima wiha dikin? Eger min bersiv bida, dibû ku min kuştibana. Çima min bi heman rengî bersiv neda? Ji ber ku mirin, ne tiştekî baş e. Ez ê li vir nebim sedema mirina xwe. Ez ê dawî li jiyana xwe neynim, lê eger ew bikujin, dikarin bikujin. Ez ji bo bilindkirina moralê gelê xwe û ji bo parastina hêviya aştî û azadiya gelê xwe hewl didim zêdetir bijîm."

No comments:

Post a Comment