16/01/2010 |
|
Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Mustafa Karasu, destnîşan kir ku rejîma Îranê dixwaze ku gelê kurd bi îdaman bitirsîne, piştî hilbijartinan jî, civak rabû ser lingan û bang li muxalefeta hundir kir ku hevkariyê bikin. Karasu, diyar kir ku bi pêkhatina Şoreşa Îslamî ya sala 1979’an çavên cîhanê teva li Îranê bû, lê niha jî, bi tevlihevî û têkoşîna muxalefeta hundir, careke din kete rojeva cîhanê û wiha got: “Îran ji hundir û derve ne aram e, li hundir, muxalefet rabûye ser piyan, li derve jî Îran hatiye îzolekirin. Li hemberî van bûyeran teva, rejîma Îranê li dijî gelê kurd bi zext û îdaman zexta li ser kurdan zêde dike.” Karasu, diyar kir ku bilindbûna dijberiya muxalefetê, nîşaneya dijberiya rejîmê ye û wiha got: “Eger gelên li welatekî daxwaza demokratîkbûn û azadiyê bikin, muxalefet jî daxwaza guhertina rejimê bike, li wî welatî krîz heye. Ev tê wateya ku li dijî desthilatdariyê nerazîbûna bi salan, îro teqiyaye. Komara Îslama Îranê jî, ji aliyê hêzên ku ew afirandiye ve tê hejandin. Rejîm ji edalet, heq, hiqûq û wekheviyê dûr ketiye. Yanî, bêedaletî, neheqî û zordestî heye.” Karasu, kombûna muxalefetê ya li dora Musevî û Kerrubî, wek nerazîbûna muxalefetê û krîzeke nû nirxandin û wiha got: “Eger nerazîbûneke li dijî rejîmê nebûna, kes li dora Musevî, yan jî Kerrubî nediciviyan.” KRÎZ CIDÎ YE Karasu, da zanîn ku li Îranê krîzeke cidî ya rejîmê heye û axaftina xwe wiha dirêj kir: “Guman nakim ku hêzeke li dijî sîstemê derkeve. Lê gotinên weke destên derve di tevlîheviya Îranê de heye û hêzên li dijî şoreşê bûyeran derdixin ne rast in. Karakterê dijberiya muxalefetê, di nava sîstemê de ye. Guhertinekê dixwazin. Daxwaza edaleta civakî, li dijî newekheviyê ye. Daxwaza demokratîkbûn û xwedî derketina li nirxên demokrasî dikin. Mirov dikare navê reformîstan jî li wan bike.” BANGA YEKITIYÊ Karasu, bang li hêzên muxalif kir ku yekitiya xwe sakzar bikin û wiha got: “Kurd, çepgir, sosyalîst û hêzn din yên muxalîf tevan, beriya rewş bêtirîn xirab bibe û tevlihev bibe, werin cem hev û hêza xwe bikin yek. Eger yekitiyekê wiha bê sazkarin, wê bandorê li rejîmê bikin û rejîm jî wê mecbûr bimîne ku xwe biguherîne. Hingî Yekitiya Muxalefetê wê dikaribe desthilatdariyê bigire û edalet, wekhevî, demokrasî û azadiyan hêdî hêdî û di rewşeke erênî de li Îranê sazkar bike.” Karasu, got ku Tevgera Azadiya Kurd jî pêwîst e eniyên civaka kurd, li dora daxwazên hevpar kom bike û destekê bide Muxalefeta Civakî ya Îranê. Bi vî rengî dikare para xwe di guhertina rejîma Îranê de destnîşan bike. Karasu, da zanîn ku Îranê ji bo ku zext û zora Amerîka li ser xwe sivik bike bi Tirkiyeyê re hevkariya dike û wiha got: “Îran li ser du argumentan bi Tirkiyeyê re têkiliyan dideyne. Ji bo ku bêje Tirkiyeyê, binêrê ez jî li dijî hereketa kurd im, êrîşan li dijî Tevgeraa Azadiya Kurd li dar dixe. Bi vê yekê jî, mesaj dide dewleta Tirkiyeyê. Bi vê mesajê dixwaze ku Tirkiyeyê bike mertalê li dijî êrîş û zextên Amerîkayê.” MAFÊN SIYASÎ TUNE Karasu, der barê siyaseta Îranê ya li ser kurdan jî bi van gotinan anî ziman: “Îran ji berê de, siyasetên, "kurd nînin, kurd nikarin zimanê xwe bi kar bînin" nameşîne. yan jî ne li dijî navên kurd û herêma Kurdistanê ye. Siyaseta asîmîlasyonê nade meşandin. Kurd hene, Kurdistan heye lê mafên wan yên siyasî nînin. Asîmîlasyoneke li demê belavbûyî, zeîfkirina kurdîtiyê ku dikaribe bi hêsanî kontrol bike dide meşandin.” Karasu, dardekirinên ku wek çavtirsandinê û siyaseta bêdengiya kurdan zêde kirine anîn ziman û wiha got: “Bi îdaman, dixwaza ku mesajê bide Tirkiyeyê bêje, binêre ez li dijî kurdan im, tu jî muxalefeta hundir destek neke. Li aliyê din, dixwaze ku dilê Tirkiyeyê xweş bike û rê li ber Tirkiyeyê bigire ku bi giştî tevli siyasetên Amerîkayê nebe. Ya herî girîng jî bi îdaman dixwaza ku çavên gel bitirsîne û dike ku dijbeirya muxalefeta hundir bilind bûye, têkoşîna kurdan kêm bike û bide rawestandin.” ÎDAMAN RAWESTÎNIN Karasu, got ku siyasetên klasîk û erzan nema encaman didin, ev siyaset wê li xwediyê xwe vegerin û wiha got: “Eger rejîma Îranê wiha dewam bike wê têkiliyên gelê kurd û dewleta Îranê ji hev qut bibin. Li hemberî ku PJAK’ê agirbest îlan kirine, rejîma Îranê serî li îdaman dide. Ev ji çareseriya pirsgirêkê zêdetir wê pirsgirêkê dijwartir bike û tevlihev bike. Şer jî wê dijwartir bibe. Ev ne tercîha me ye, lê eger Îran di îdaman de israr bibe, gelê kurd jî wê dijberiya xwe bi heman rengî bide.” Karasu, anî ziman ku nijadperestî li dijî berjewendiyên Îranê ye û got ku ji bilî kurdan jî netewe hene li Îranê. Eger nijadperestiya Îranê zêde bibe, gelên din jî wê dijberiyê nîşan bidin. Ev jî wê Îranê ber bi parçebûnê bibe.” Karasu, li ser têkoşîna li Îranê jî rawestiya û wiha got: “Pêwîst e têkoşîna li Îranê di çarçoveya demokratîk de pêk were. Gel xwe biparêze, li dijî êrîşan xwe biparêze. Ji bo vê jî pêwîste rêxistiniya xwe bike. Hereketa gel a bê çek û demokratîk, li Îranê dikare encamekê bidest bixe. Dibe ku hinek windahî çêbibin, lê eger hereketa gel bi israr be, guhertina rejimê û bidestxistina edalet, wekhevî, biratî û mafan wê pêk were. Mîna di hereketa li dijî Şah û têkbirina rejîma Şah, guhertin dikare bi hêsanî pêk were. Dînamîzma demokratîk ya li Îranê ne biçûk e û ne jî lawaz e. Ji aliyê ciwanan û jinan jî rastî ev e. Guhertin dive ku di Komara Îslamî a Demokratîk û Kurdistana Serbixwe de çêbibe.” BEHDÎNAN - ANF |
Saturday, January 16, 2010
Gel guhertinê li Îranê ferz dike
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment