16/01/2010 |
|
Polîsên bi boneya di dema serdagirtina avahiya DTP'a Edeneyê ya di 14'ê tebaxa 2008'an pêk hatî de, Rêveberê ÎHD'a Edeneyê yê berê Huseyîn Beyaz dema ji bo çavdêriyê çûye avahiyê ji hêla polîsan ve hatiye dehf dan û di encama ketina di pêlekanan de destê wî şikandine, dihatin darizandin, beraet kirin. Polîsan di 14'ê tebaxa 2008'an de di ser avahiya DTP'a Edeneyê de girtibû û di encama şikandine derî û pencereyan de li derdora 130 kesî binçav kiribûn. Rêveberê demê yê ÎHD'ê ya Edeneyê Huseyîn Beyaz jî bi armanca şopandina serdagirtinê çûbû avahiya DTP'ê. Lê polîsên Beyaz bi zorê ji qata 3'yan derxistibûn di pêlekanan de dehf dabûn. Milê Beyaz di 3 cihan de hatibû şikandin û Beyaz ji Nexweşxaneya Dewletê ya Edeneyê rapora kar nedîtinê ya 2 mehan girtibû. Beyaz der barê 3 polîs û komîserekê de li 1'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Edeneyê doz vekiribû. Beyaz ji Saziya Tipa Edlî jî rapora nîşan dide ku tehlîkeya kuştinê ya darbeya li Beyaz ketî heye, girtibû. ÎFADE NEGIRTIN Danişîna biryarê ya doza der barê polîsan de hatiye vekirin, bi encam bûn. Di biryara ji Beyaz re hate şandin de wiha hate gotin: "Di serî heta niha de polîsan sûcdarî qebûl nekirine. Derbarê polîsan de delîlên ku mirov nexin gumanê nehatine peydakirin. Ji ber vê yekê rewşek ku nîşan dide polîsan ew dehef daye û milê wî şikandine tuneye..." Her wiha di teblîgnameyê de hate daxuyandin ku bi boneya komîser M. M. li derveyî welat bûye îfadeya wî nehatiye girtin. DÊ ÎTIRAZ BIKIN Beyaz nerazîbûn nîşanî biryarê da û anî ziman ku li ser serlêdana rêveberên DTP'ê çûne wir û wiha got: "Polîsan hingê ze û Serokê ÎHD’a Edeneyê Ethem Açikalin avêtin ji derve. Di encama dehf dana me de ez di pêlekanan de ketim û milê min şikandin. Min raporên pêwist jî girtin. Lê di biryarê de tê gotin ku delîlên polîsan sûcdar nîşan bide tunin. Ji bilî raporên saziya tipa edlî, raporên nexweşxaneyan û Serokê ÎHD'ê ez dê çi delîlan nîşan bidim nizanim. Bi boneya kevir avêtin bêyî delîl 36 sal ceza didin zarokan lê ligel raporan jî polîsan beraet dikin. Ku Dadgeha Bilind biryarê erê bike, ez dê serî lî DMME'yê bidim." Parêzara Beyaz, Beyhan Guneylî jî diyar kir ku biryar encama polîtîkaya ceza nedayîna wezîfedarên dewletê ye. Guneyli anî ziman ku dê îtîrazî biryarê bikin. EDENE - DÎHA |
Saturday, January 16, 2010
Îşkencekar bereat kir
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment