16/01/2010 |
|
Dewleta tirk kurdan êdî li gorî tabîeta wan a eşîran jî deq dike. Li Şirnexê ku di salên 90’î de bi pêkanînên dewletê yên taybet wekî ‘Komara Şirnexê’ dihate binavkirin, niha pêkanîneke din a sosret derket holê. Bi taybetî li ser nasnameyên welatiyên ji eşîretên koçer li dewsa ku cihê gund û taxên wan bêne nivîsîn navên eşîrên wan tên nivîsin. Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrevan Elçî anî ziman ev pêkanîn demeke dirêj e ku li herêma Şirnexê heye û bi taybetî jî ji bo eşîrên koçer wisa tê kirin. Rayedarên hikûmet û dewletê, her tim dibêjin em li dijî "eşîrtî û paşverûtiyê" ne. Lê di nasnameyên gelek welatiyên herêmê de li cihê gundên wan ji kijan eşîrê ne hatine nivîsandin. Saziyên dewletê di her axaftinan de dibêjin ku li hemberî ‘eşîrtî û paşverûtiyê’ ne û wekî ku têkoşînê didin xwe didin xuyakirin. Lê di nasnameyên hin welatiyan de derket holê ku bi awayekî fermî li şûna navê gund bê nivîsandin navê eşîrê hatiye nivîsîn. Welatiyê bi navê Mehmet Şîrîn Uçkan ê di sala 2005'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê nasnameya xwe nû kir, di nasnameya wî de li şûna cihê gund, navê eşîra wî ‘Eşîra Keççan Omeran’ hate nivîsandin. Di nasnameya welatiyê bi navê Ramazan Dalmiş ê di sala 2002'an de jî nasnameya xwe guhartî heman tişt li ser nasnameya wî jî li cihê gund navê eşîra wî a ‘Eşîra Hesînan Keççan’ hatiye nivîsandin. Welatiyê bi navê Şahîn Poşluk jî di sala 2001'ê de dema ku nasnameya xwe guhert, li cihê rojbûna wî ‘Tayyan’ li cihê ‘gund- tax’ jî ‘Eşîra Tayyan Keravan’ hatiye nivîsandin. Dîsa li Cizîrê welatiyê bi navê Adem Golce di dema ku di sala 1995'an de ehliyet stand, li cihê ‘gun-tax’ navê tîpên pêşî yên ‘Eşîra Kervanê’ bi kurtahî ‘T.K.’ hate nivîsandin. NASNAMEYÊN KOÇERAN Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrevan Elçî anî ziman ku demeke dirêj e heman pêkanîn li herêma Şirnexê heye û wiha got: “Ji bo çi wisa tê kirin tam nizanim. Bi taybetî li ser nasnameyên welatiyên ji eşîrên koçer wisa tê nivîsin. Hin caran min fikiriye, ji ber ku koçer xwecihên derekê nîn in li ser nasnameyên wan wisa tê nivîsin. Tiştê ez dizanim, berê li tevahiya Kurdistanê heman pêkanîn hebû. Lê hatiye terikandin. Li Şirnexê heman pêkanîn îro jî dom dike.” Me ji parêzer Elçî pirsî ku li ser nasnameya wî jî navê eşîretê tê nivîsîn an na? Elçî wiha got: “Naxêr, li ser nasnameya min navê eşîrê nayê nivîsîn. Ji ber ku ez li bajar dijîm û tax û warê min diyar e, navê eşîrê li ser nayê nivîsîn. Navê taxê li ser nasnameya min nivîsiye. Ev pêkanîn bi giştî ji bo welatiyên ji eşîrên koçer derbasdar e.” SEDEMA FIKARÊ YE Rayedarên dewletê yên ku di salên 90’î de herêma Şirnexê bi ‘qanûnên’ taybet birêve dibir û navê ‘Komara Şirnexê’ lê dikir, çima li ser nasmameyên welatiyan navê eşîran dide nivîsandin, di nava welatiyan de dibe sedemê fikarê. Ev yek yekser dibe sedema cudatiya di nava welatiyan de. ŞIRNEX |
Saturday, January 16, 2010
Warê wan eşîra wan e!
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment