Saturday, January 16, 2010

Ji pakêta AKP’ê jop derket


16/01/2010

Wezîrê Karên Hundir û Koordînatorê Berlêvekirina Demokartîk Beşîr Atalay duh derket pêşberî çapemeniyê û pakêta xwe ya navê ‘çareseriya pirsgirêka kurd’ lê kiriye, bi raya giştî re parve kir. Ji pakêta Atalay israra ji bo îmhayê û înkara gelê kurd derket. Atalay dîsa got, ‘em ê terorê bi dawî bikin’ û îdia kir ku li Tirkiyeyê îşkence tune. Lê tabloya ku Hikûmeta AKP’ê gelê kurd rû bi rû kiriye pêdivî bi şîroveyê nahêle.

ISRARA JI BO ÎMHAYÊ
Beşîr Atalay di destpêka gotinên xwe de anî ziman ku ew ê hem li hundir û hem jî li derve ji bo ku dawî li ‘terorê’ bê, çi pêwîst bike dê bikin. Atalay israra Hikûmeta AKP’ê ya ji bo îmhayê bilêv kir û wiha got: “Em bi biryar vê pêvajoyê didomînin. Ji bo ku dawî li ‘terorê’ bê xebatên girîng ên ku encam jê derkevin têne kirin. Li derve û li hundir xebatên berfireh têne meşandin. Ji bo ku dawî li ‘terorê’ bê çi pêwîst be, tê kirin. Gavên herî pêşdeçûyî tên avêtin.”

EV GAV ÇI NE?
Ev gotinên Atalay ku wekî xala herî girîng hatine pêşkêşkirin çi ne? Ji tîrmeha 2009’an heta niha Hikûmeta AKP’ê qala ‘berlêvekirina çareseriya pirsgirêka kurd dike’. Di nava 6 mehên borî de nêzî 100 operasyonên leşkerî yên bejayî û hewayî li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk hatin. Li gorî daneyên HPG’ê aşkera kirine ji 50’iyan zêdetir gerîla jiyana xwe ji dest dane. Hikûmeta AKP’ê di vê pêvajoyê de li deştê jî lez da operasyonên li hemberî siyaseta kurd. Ji 14’ê nîsana 2009’an heta niha zêdetirî 500 siyasetmedarên kurd hatin girtin. Şaredarên bi dengên gel hatine hilbijartin, bi kelepçeyên plastîk rêzkirin ber dadgehê.

KURDÎ LI XWE HERAM KIR
Beşîr Atalay di daxuyaniya xwe de dîsa qala TRT 6’ê û vekirina Kursiya Zimanên Jîndar a Zanîngeha Artukluyê kir. Got ku wan destûr ji bo weşana televîzyonan daye û vekirina enstîtûyên ‘zimanên jîndar’ jî ber bi însafa YOK’ê ve hiştine. Atalay dibêje ku li girtîgehan jî axaftina bi ‘zarave’ û ‘lehçeyên’ cuda serbest e.

REWŞ ÇI YE?
Rast e ku TRT 6 zêdetirî salekê ye ku weşana kurdî dike. Her wiha ji sala 2006’ê heta niha di serî de Gun TV (li Amedê) û hin televîzyonek û radyoyeke din jî Amed û Rihayê weşana kurdî dikin. Lê di qanûnan de TRT 6 jî di nav de nav li van weşanan nehatiye kirin. Defokto weşana kurdî tê kirin lê di qanûnan de hê jî ‘navê kurdî’ qedexe ye.
Her wiha Zanîngeha Artukluyê ji bo Kursiya Ziman û Wêjeya Kurdî serî li YOK’ê dabû, lê YOK’ê bi vî navî destûr neda. Destûra ji bo Zanîngeha Artukluyê hatiye dayîn ji bo ‘Kursiya Zimanên Jîndar’ e. Çiqas Atalay înkar bike jî înkara ji zimanê kurdî hê jî didome.
Yek ji mînakên vê înkarê jî qedexekirina navên kurdî ye. Di nava hefteyê de malbateke ku xwest navê ‘Welat’ li zarokê xwe bikin, rastî astengiyan hat. Ji malbatê re hate gotin ku ‘Welat’ navekî dijberî dab û nêrîtên civakê ye. Ligel vê sosretiyê tê zanîn ku ji ber tîpa ‘W’ navê welat nehatiye qeydkirin. Lewre tê zanîn bi sedan zarokên kurd wekî ‘Velat’ hatine qeydkirin.
Li zanîngehan jî qedexeya ziman didome. Rayedarên girtîgehan bi hinceta peywirdarên kurdî dizanin nîn in destûra axaftina bi kurdî nadin. Her wiha rojname, pirtûk û kovarên bi kurdî weşanê dikin nakevin girtîgehan.

DARIZANDINA ZAROKAN
Wezîr Atalay dibêje ku ew ê darizandina zarokên kurd ên di çarçoveya Dadgehên Cezayê Giran de tên kirin, bi guhertina qanûnê ji holê rakin û zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de bin dê li Dadgehên Zarokan bêne darizandin.
Rewş çi ye? Di serdema hikûmetên AKP’ê de zêdetirî 30 zarokên kurd li kolanê bi guleyên polîsan hatin qetilkirin. Zêdetirî 3 hezar zarokên kurd hatin binçavkirin, darizandin û ji 400’î zêdetirî wan hatin girtin. Piraniya wan niha jî di girtîgehê de ne.

TOLERANSA BO ÎŞKENCEYÊ
Atalay wekî ku beriya niha jî gelek caran aniye ziman dibêje ku du hedefên ‘bêrlêvekirina çareseriyê’ hene. Yek jê ‘dawî lêanîna ‘terorê’ ye’ ya din jî bilindkirina standartên demokrasiyê ye. Atalay her wekî wezîrtiya karên hundir a Tirkiyeyê nake li nav çavên gelê kurd dinêre û dibêje em ê zarokên we yên li hemberî zilma dewletê serîhildayî îmha bikin. Û di dewama van gotinan de îdia dike ku di serdema hikûmetên AKP’ê de toleransa ji bo îşkenceyê daketiya asta sifrê.

BÊTOLERANSÎ EV E!
Di serdema hikûmetên AKP’ê de rast e ku îşkenceya li qereqolan kêm(!)bûye. Polîs êdî li kolanan îşkenceyê li gelê kurd dikin. Di nava salekê de Mehmet Uytunê 18 mehî jî di nav de 10 kurdên sivîl bi guleyên polîs û leşkeran hatin qetilkirin. Di her çalakî û xwepêşandina gelê kurd de hêzên dewletê çek bi kar anîn û hejmara birîndaran tu carî nehate zanîn. Polîsên li Amedê Aydin Erdem qetilkirî ligel ku şahid jî axivîne, hê jî nehatine aşkerakirin.

3 hezar zarokên kurd hatin darizandin
Li Tirkiyeyê di sala 1991’ê de Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) hat derxistin û di sala 2006’an de ev qanûn hat nûkirin. Nûkirina qanûnê pêşî li darizandina zarokan jî vekir. Ji sala 2006’an û vir de zêdetirî 3 hezaran zarok bi hinceta ku kevir avêtine polîsan di çarçoveya ‘Endamtiya Rêxistina Terorê’, ‘Li ser navê rêxistinê pêkanîna sûc’, ‘Propagandaya Rêxistinê’ û ‘Li dijî qanûna bi hejmara 2911’an muxalefet’ de li Dadgehên Cezayên Giran hatin/tên darizandin.
Wekî ku tê zanîn, gelek kesan ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) hatin cezakirin. Lê bi nûkirina TMK’ê bi awayeke ji DGM’yan dijwartir bi ser kurdan de hatin. Ev qanûn bi taybetî jî bandoreke gelek mezin li ser zarokan kir. Tenê di 3 salan de herî kêm 10 hezaran zarok, ji ber vê qanûnê di Dadgehên Cezayên Bilind de hatin darizandin û cezakirin. Li Tirkiyeyê, ji bo her zarokeke ku bi hinceta ‘kevir avêtine polîs’ hatin girtin, herî kêm 35 sal ceza tê xwestin. Lê dema ku zarokeke mirovekî bikuje, herî zêde 10 salan ceza dixwe. Ev jî bêedaletiya dewleta tirk a hovane bi awayeke zelal derdixe holê.

10 HEZAR ZAROK…
Niha li 16 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê yên wekî Amed, Edene, Wan, Mêrdîn, Dîlok, Riha, Sêrt, Şirnex, Êlih, Enqere, Izmir, Stenbol, Antalya, Bursa, Hatay û Mêrsînê zêdetirî 3 hezar zarokên ku di girgîtehan dene tên darizandin. Di sala 1991’an de ev qanûn hatin avakirin û ji wê rojê û vir de zêdetirî 10 hezaran zarok hatine mexdûrkirin. Dîsa ji sala 2006’an û vir de bi hezaran zarok hatine darizandin. Ji bo zarokên kurd Bangawazên Ji bo Zarokan Edalet xebateke gelek mezin didin. Ji bo rakirina ev zexta li ser zarokan, pêşniyara guherîna qanûnan hat kirin. Li gorî hiqûqnasan divê qanûnên TMK’ê yên wekî; 2, 5, 7/2-a, 9, 13, 17, 33-c û 220/6 bên betalkirin.

FÊMA ZAROKAN…
Zarok, dema ku di çalakiyan de tên girtin, ji aliyê bi dehan polîsan ve lêdanê dixwin. Her wiha dîsa li qereqolan jî bi lêdanên gelek giran ve rû bi rû dimînin. Dema ku zarok derdikevin pêşberî dozgeran û vê lêdana ku li wan hatiye kirin dibêjin hin dozger wiha bersiv didin ‘heke te heq nekirina dê polîsan li te nedana’ yan jî dibêjin ‘polîs bê sedem li tu kesî nade, te tiştek kiriye lewma ew jî li te didin’. Malbatên zarokan, ji ber rewşa zarokên xwe bi fikar in. Malbatan anîn ziman ku ev ne tenê pirsgirêka zarokan an jî ya avêtina keviran e û divê di vî warî de neyê nirxandin û wiha lê zêde kirin: “Ev ne pirsgirêkeke ji rêzê ye. Ev pirsgirêk rasterast girêdayî pirsgirêka kurd e. Zarokên me jî wekî ku polîs dibêjin ‘ji tu kesî pereyan nagirin û naçin keviran navêjin’ Her çiqas temenê wan biçûk û ew di statuya zarokan de bin jî, ji bo pere yan jî ji bo kêfa xwe naçin çalakiyan. Êdî pirsgirêka kurd li her derê tê nîqaşkirin. Li malan, dibistanan, cihên kar ango her qadê jiyanê de tê nîqaşkirin. Dema ku zarok jî li mala xwe yan jî li derve dibin şahidên van nîqaşan, bêgûman di aliyeke mejiyê wan de dimîne. Her çiqas zarok bin jî, ew jî ev neheqiya li ser kurdan fêm dikin. Malbatên zarokan anîn ziman ku zarokên wan wekî hevalên xwe yên di heman temenê de ne tevnagerin.

RÛREŞÎ NEKIRIYE…
Arif Akkayayê ku lawê wî yê 16 salî di girtîgehê de ye û jê re 42 sal ceza tê xwestin jî wiha got: “Zarokên me tu sûc nekirine. Çav bera namûsa tu kesî nedane. Diziya tu kesî nekirine. Ew tenê derketine qadan û xwedî li nirxên xwe derketine, xwedî li kurdîtiya xwe derketine. Dema ku zarokekî di temenî wî de mêrekî bikuje jî, herî zêde 10 salan ceza ji wî re tê xwestin. Lê lawê min, bi hinceta ‘kevir avêtiye polîs’ bi 42 sal ceza tê darizandin. Ka gelo ev çi edalet e.” Akkaya bi lêv kir ku her çiqas lawê wî di temenê zaroktiyê de be jî, di Dadgehên Cezayên Giran de tê darizandin û daxuyand ku ev dadgeh, ji DGM’ê jî xirabtir û dijwar tir in.

‘BERPIRSIYAR AKP YE’
Parêzer Gulçin Avşar diyar kir ku zarokên kurd wekî mezinan tên darizandin û bi ser de dîsa di çarçoveya ‘qanûna terorê’ de bi awayeke nehiqûqî tên darizandin. Bi vî awayî jî zarok, du caran tên mexdûrkirin û wiha got: “Hikûmetê xwest ku bi hin gotinan raya giştî bixapînin. Gotin ku dê ji bo wan hin qanûn bên guhertin û dê ev guhertin ji bilî ‘pêşîlêvekirina demokratîk’ pêk bên. Lê hikûmeta AKP’ê vê soza xwe bi cih nanî. Avşarê anî ziman ku tenê di dema desthilatdariya AKP’ê de ji bo zarokan zêdetirî 105 hezar sal ceza hatiye xwestin.

No comments:

Post a Comment