16/01/2010 |
|
Dewleta Îranê cezayê muebetê da girtiyeke jin a kurd. Îranê beriya demekê jî cezayê îdamê dabû girtiya kurd a bi navê Zeyneb Celaliyan. Dewleta Îranê terora xwe ya li hemberî gelê kurd didomîne. Bi taybetî jî jin, parazvanên mafên jinan û parazvanên mafên mirovan rastî pêkutî, girtin, şîdet û îşkenceyê tên. Herî dawî dewleta Îranê cezayê muebetê da girtiya bi navê Şîrîn Elem Hulu (Ronahî Rûken) ku beriya salekê li Tehranê hatibû girtin. DI 2007’AN DE HATGIRTIN Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin Şîrîn Elem Hulu di 2007’an de bi Hasan Hîkmet Demîr re ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû darvekirin, hatibû girtin. Piştî ku Hasan Hîkmet Demîr bi awayekî birîndar hate darvekirin niha jî cezayê muebetê dane Şîrîn Elem Huluyê. Şîrîn Elem Hulu ji Makoya rojhilatê Kurdistanê ye û li Tehrenê li Girtîgeha Evîn ku bi îşkenceyan tê zanîn dimîne. CEZAYÊ CELALIYANÊ Dewleta Îranê li hemberî kurdan her ku diçe pêkutiyên xwe zêdetir dike. Beriya demekê jî parazvana mafên mirovan a bi navê Zeynep Celaliyan ji aliyê dewleta Îranê ve bi cezayê îdamê hatibû cezakirin. Zeynep Celaliyan bi darizandina çend deqîqeyan û bêparêzer hatibû cezakirin. Celaliyanê piştê vê cezayê îdamê ji saziyên mafên mirovan û saziyên jinan re name şandibû û rewşa xwe ragihandibû. Celaliyanê alîkarî xwestibû. Li ser daxwaza wê Rêxistina Efûyê û saziyên jinan ketibûn nava tevgerê û ji bo ku Celaliyan bê berdan kampanya dabûn destpêkirin. Lê ligel hewldanan dewleta Îranê dev jî pêkanînên xwe bernade. Li Îranê heta niha 3 girtiyên kurd hatin îdamkirin. Girtiyên bi navên Hasan Hîkmet Demîr, Îhsan Fetahiyan û Fesîh Yasemînî ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin.Her wiha dewleta Îranê cezayê îdamê daye 17 girtiyên kurd ên siyasî. Ligel xebatên rêxistinên navneteweyî û kampanyayên ji bo rawestandina îdaman dewleta Îranê biryarên îdamê paşve nakişîne û girtiyan di bin tehdîda îdamê de dihêle. TEHRAN |
|
Saturday, January 16, 2010
Cezayê muebetê dan wê
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment