16/01/2010 |
|
Her diçe kurd qada dîplomatîk de jî hêza xwe bi pêş dixin. Li Îngilistanê bi Wezîrê Karên Derve David Miliband, Wezîrê Berpirsiyarê Xezînê Stephen Timms, Wezîrê Parastina Xwezayê Hillary Benn û Wezîrê Cotkatiyê Jim Fitzpatrick re hevdîtin pêk anîn. Wezîrên îngilîz bi zimankeî hevbeş bang li Tirkiyeyê kirin ku pirsgirêka kurd çareser bike. Wezîrê Parastina Xwezayê ku ji Partiya Karkeran e Hillary Benn ji Tikriyeyê xwest ku mafên bingehîn û xwezayî yên gelê kurd bide wan.Wezîrê Karên Derve David Miliband jî ji detshaildariyê xwest ku destek bidin organîzasyona kurdan Kurds for Labourê. Wezîrê Cotkariyê Jim Fitzpatrick ku ji Partiya Karkeran e li Xwarina Salane ya Mala Gel amade bû. Serokê Mala Gel Mustafa Topkaya û Dîrektor Îbrahimm Doguş, bi wezîrên îngilîz re hevdîtin kirin û pirsgirêkên kurdan axivîn. Wezîrên îngilîz li dijî girtina DTP’ê û girtina siyasetmedarên kurd dijberiya xwe anîn ziman û ji Tikriyê xwestin ku pirsgirêka kurd di çarçoveya demokrasiyê de bê çareserkirin. Rojek beriya vê jî di parlamentoya Îngilistanê de mijara ‘azadiya Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’ hatibû nîqaşkirin. Di wê danişîna parlamentoyê de jî hatibû xwestin ku pêşî li siyaseta kurd neyê birîn û pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Wezîr di danişîna li parlamentoyê li ser helwesta Abdullah Ocalan ya li girtîgehê rawestiya û wiha got: “Ligel hemû zext û zoran, êrîş û operasyonên çi siyasî, çi leşkerî ya li dijî kurdan Ocalan bi israr daxwaze têkoşîna demokratîk bi pêş bixe û ev dilsoziya herî mezin a demokratîk e.” LONDON -ANF |
Saturday, January 16, 2010
Ji wezîrên îngilîz piştgirî
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment