Friday, January 1, 2010

'Zextên li ser gelê kurd zêde dibin'

'Zextên li ser gelê kurd zêde dibin'
Mêclîsa Jinan a Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê bi beşdariya saziyên kurdan zordariyên li ser gelê kurd bi tundî şermezar kirin. Di meşê de banga bilindkirina têkoşê li gelê kurd hate kirin.

Mêclîsa Jinan Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê, tekildarê mijara girtina DTP'ê û êrîşên li ser gelê kurd bi beşdariya saziyên kurdan meşek li dar xist. Endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a Mêrsînê yên BDP'yî, endamên meclisên şaredariyên Toroslar û Akdenîzê yên BDP'yî, nûnerên BDP, YDG, MKM-DER, ÎHD jî di nav de bi sedan kes beşdarî meşê bûn.
Jinên li ber avahiya BDP'ê ya Mêrsînê hatincem hev, heta ber Taşbînayê meşiyan. Di meşê de pankarta "Dest dirêjî vina me nekin" vekir û dowizên "Duh Helepçe îro kelepçe", "Bila 2010 bibe sala aştîyê", "Mollayên Fetûllah me bêzar nakin" û "Jin xwedî li îradê xwe derbikevin bibin dengê aştî ye" hildan. Girseyê sloganên "Bêyî Sêrok jiyan nabe", "PKK gel e gel li vir e", "Disa disa serhildan serokê me Ocalan", "Jin jiyan azadî" û "Em şer nexwazin aştî dixwazin" berz kirin. Li ser navê jinan Cîgirê Serokê Şaredarîya Akdenîzê Terfa Araç xwend.

'Zextên li ser kurda zêde dibin'

Araç bal kişand ser zextên li ser kurdan û anî ziman ku tu car devlet û hûkûmeta AKP'ê rast nêzî gelê kurd nabe. Araç da zanin ku di encama serkeftina kurdan de devlet û hûkûmeta AKP'ê êrîşên li ser gelê kurd derxistine asta herî jor û dest bi lîstikên paşverû kirine. Araç wiha dirêjî da axaftina xwe. "Zextên li ser nûner û vina kurdan her ku diçe zêde dibe. Devlet û hûkûmeta AKP bi ve nezikatiyê dixwazin gelê kurd perçe bikin û listikên xwe peş bixin. Lê êdî gelê kurd hişyar bûye û listikên dewlete dizane. Em li vir wekî hilbijartîyên gele kurd dibêjin sûce ku hevalên me kiriye me ji kiriye û verin me ji bigirin. An ji zextên li ser gelê kurd bi dawî bikin, hevalên me berdin." Li ser mijarê Araç banga hîstiyariyê li gelê tirk û saziyên demokratîk kir û ji gelê kurd jî kir ku aste têkoşînê bilind bike. Jin disa heta ber avahiya BDP'ê meşiyan û bêbûyer belav bûn. Piştre komek jinan bi armanca piştgiriyê Şaredarê Aktendîzê ziyaret kirin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment