Friday, January 1, 2010

Malbata Onkol li 'fezlekeya fermandar' gilî kir

Malbata Onkol li 'fezlekeya fermandar' gilî kir
Malbata Ceylan Onkol a 12 salî ku bi guleya leşkeriyê li Lîceyê hate qetilkirin, ji ber fezleyekeyê li Fermandarê Qereqola Cendermeyan a Abali Yuksel Şanliturk, bi sedema ku neheqî li gelê herêmê hatiye kirin serlêdana suc kir.

Fermandarê Qereqola Cendermeyan a Abali, Yuksel Şanliturk, dêkildarî kuştina Ceylan Onkol a 12 salî ya li Gundê Xembaz a Navçeya Lîceyê bi guleya leşkerên Tabûra Tabantepe ve hatibû kuştin fezleke amade kiribû û diyar kiribû û gotibû "Li herêmê kesên piştgiriyê dide terorê dijîn. Ji bo tasmînatê jî bistînin hemû buyerên pêk tên wekî buyerên terorê didin xuyakirin." Li ser vê yekê Birayê Ceylan Onkol Rifat Onkol, bi riya parêzerên xwe, derbarê Fermandar Yuksel Şanliturk de li dozgeriyê serlêdana suc kir. Malbata Onkol, bi riya Serdozgeriya Komarê ya Amedê daxwazname ji Dozgeriya Komarê ya Lîceyê re şand û serlêdana suc kir. Di daxwaznameyê de bal kişandin ser kuştina Onkol û nêzîkatiya qereqolê. Di daxwaznameya serlêdana suc de wiha hate nivîsandin: "Fezleyekeya Fermandarê Qereqola Abali Yuksel Şanliturk ku peyvira xwe ya zagonî bi cih neanîye û zagon binpêkirine, rûmeta mirovan dixe bin piyan. Bi gotina 'Ji bo tazmînê bistînin kuştina zarokên xwe jî didin ber çav' neheqî û heqaretek mezin li gelê herêmê kiriye."

'Fermandarê qereqolê gelê herêmê kir hedefa xwe'

Di berdewama daxwaznameyê de hate gotin ku Fermandarê Qereqolê Şanliturk, sucê hestê lihevsorkirina gel û pêşxistina dijminantiya herêmê kiriye û wiha hate gotin: "Li şûna Fermandarê Qereqolê Yuksel Şanliturk, ku mal û canê mirovên herêmê biparêze, bi fezlekaya amade kiriye, mirovên herêmê kiriye hedefa xwe ya vekirî. Peyvirdarekî cemaweriyê ku divê can û malê mirovên herêmê biparêze, li dijî peyvira xwe dijminantiya di nava gel û civakê de kur dike û gelê herêmê li hev sor dike. Her wiha bi vê nêzîkatiyê neheqiyê li rûmeta gelê herêmê dike. Ji ber vê yekê divê ji peyvira xwe bê dûrxistin. Ji bo vê yekê jî divê derbarê wî de lêpirsînek zagonî bê destpêkirin."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment