Dozgeriya Komarê ya Amedê, di lêpirsîna Aydin Erdem ê di bûyerên 6'ê kanûdê de hate kuştin, agahiyên balkêş derxist holê. Di çarçoveya lêprisînê de hate dîtin ku îfadeya 6 polîsên bi 'guman' hatiye stendin û 5 dûvikên guleyên çeka 3 polîsan di li qulika tuvaleta Midûriyeta Polîsan de hatin dîtin.
Kujerê Aydin Erdem ê di bûyera 6'ê kanûna sala 2009'an de bi guleya polîsan hatibû qetilkirin hêj nehatiye dîtin û girtin. Ligel şahid û kamarayên mobessa ên ewlehiyê faîl nehatin dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna doza Aydin Erdem de, Serdozgeriya Komarê ya Amedê delîlên girîng derxistin holê. Şahidên bûyerê diyar kiribû ku polîsan piştî kuştina Aydin dûvikên (kovan) guleyan kom kirin û delîl winda kirin. Her wiha Ekîbê Lêkolîna Buyeran li cihê bûyerê 8 heb dûvikên guleyan dîtibûn. Di lêpirsina dozgeriyê de di tuwaleta Midûriyeta Polîsan a ketina avahiyê de 5 dûvikên guleyên tîpa parabellum ên 9 mîlîmetre yên MKE'yê hatin dîtin. Derbarê dûvikên guleyên hatin dîtin de li ser debançe û 3 keleşên 58 peyvirdarên Midûriyeta Polîsan ên nêzîkî cihê bûyerê rapora ekspertiz hate amadekirin.
Dûvikên guleyên li cihê bûyerê û dûvikên ji tuwaletê derketin mîna hevin
Di raporê de derket holê ku dûvika guleya çapa wê 9 mîlîmetre û 5 dûvikên guleyên ku ji qulika tuvaletê derketin aîdî heman çekê ye. Di raporê de hate zanîn ku guleyên hatine bikar anîn yek jê aîdî debançeya polîsê bi navê H.Î., 3 dûvikên guleyên ji tuwaletê hatin deristin aîdî polîsê bi navê M.T. û dûvikek jî aydî debanceya polîsê bi navê V.O. ye.
Di raporêde hate diyarkirin ku 7 dûvikên guleyên ku li cihê bûyerê hatine komkirin aydî çeka çapa wê 9 mîlîmetre ya MKE'ê ku aydî polîsê bi navê S.B. ye û dûvika guleya din jî ne diyare aydî çeka kêye.
Îfadeya polîsan hate girtin
Piştî dûvikên guleyan ên vala hatin dîtin û hat tespîtkirin ku aydî kîjan çekê ye, Dozgeriya Komarê bi sedema 'Bi şik e" îfadya polisên bi navê H.Î., V.O., M.T., S.B. û M.T. girt. Di îfadeya polîsê TEM'ê H.Î. hate gotin ku bi sedema hişyariyê gule bera hewa daye û talîmat nedaye tu kesî, her wiha her kesî însiyatifa xwe bikar aniye. H.Î, di îfadeya xwe de wiha got: "Di dema êrîşê de peyvirdarên ku ditin nema dikarin buyerê zeft bikin, gule bera hewa dan. Min jî 3 gule bera hewa dan. Min bi zanebûn anjî raste rast gule bera komê nedan." H.Î, têkildarî dûvikên guleyên ku ji qulika lavaboyê derketine jî bi gotina "Min duvikên vala kom nekirine" xwe parast.
'Dûvikên vala ji bêrîka min ketine tuwaletê'
Polîsê bi navê M.T. jî di îfadeya xwe ya dozgeriyê de diyar kir ku ji bo girseyê bitirsine 3 gule bera hewa dane û duvîkên ketine erdê jî kom kirine û xistine berîka xwe. M.T. di îfadeyê de wiha got: "piştî peyvira min bi dawî bû ji bo ez pêdiviya xwe bibînim ez çûm tuwaletê. Li erdê diwaletê min 2 dûvikên guleyan dît. Dema min destmala xwe ji bêrîka xwe derxist dûvikên guleyên vala ketin erdê û ji ber pîs bibûn min bi pişên xwe xistin qulika tuwaletê." M.T. angaşt ku ne bi armanca wan îmha bike wisa kiriye. Di îfadeya polîsan de dîsa hate angaştin ku kesekî sergirtî yê di nava girseyê de 3-4 caran gule berdaye. "
© ROJ TV

No comments:
Post a Comment