Friday, January 1, 2010

PEYAMA OCALAN A SALA NÛ



Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawiya sala 2009'an de, sersala gelê Kurd pîroz kir..

Ocalan anî ziman ku ew bawere gelê Kurd sekna xwe ya rêxistinkirî dewam bike û got, divê sala 2010'an bibe sala xurtkirina têkoşîna demokratîk..

DIVÊ SALA 2010'AN BIBE SALA XURTKIRINA
TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK
Öcalan, diyar kir ku li dijî gelê Kurd qirkirina siyasî, aborî û çandî tê kirin..

Li dijî vê qirkirinê Ocalan anî ziman ku ew bawere gelê Kurd di sala 2010'an de sekna xwe ya rêxistinkirî dewam bike û weha got:

"Ya li dijî Kurdan tê kirin, qirkirina siyasî, aborî û çandî ye. Ez dizanim ku gelê me li dijî vê qirkirinê li ber xwe da û bawerim ku bi rêxistinbûyîneke xurt li dijî rawestiya. Divê gelê me ji bo azadiyê, di sala 2010'an de rêxistinbûyîna xwe xurt bike û li ser hîmê netewa demokratîk tevahiya hêza xwe seferber bike. Dubare dibêjim, divê sala 2010'an li ser hîmê demokratîk bibe sala têkoşîneke mezin. Heta 15'ê Sibatê hem helwesta AKP, hem jî helwesta gerîlla wê eşkere bibe. Abbas jî dibêje, ew nikarin li hemberî nerazîbûnên komên otonom bibin asteng. Ez jî nikarim asteng bikim."

Rêberê Gelê Kurd Ocalan, îşaret bi encamên siyasetên tesfiyekirinê yên hukûmetê kir û weha hişyar kir:

"Heta niha min hin tişt kirin û min anî heta vir. Lê divê hukûmet baş bizanibe ku ew ê rewş weha dewam neke. Ez li vir fermanan nadim, ji xwe dayîna fermanan jî nerast e. Ez nikarim li vir rêbertiya pratîk bikim, ya ez dikim rêbertiyeke siyasî û îdeolojîk e, ez vê yekê jî weke nirxandinên civakî pêşkêş dikim. Lê eger rewş weha dewam bike, wê ti kes nikaribe li pêşiyê bibe asteng. Ne tenê li çiyê, li deverên din jî, şer wê gur bibe. Divê rewşenbîrên Tirk jî vê yekê bibînin û tevî gelê Kurd siyaseta demokratîk bimeşînin. Li şûna ku bikevin provakasyona AKP'ê divê li ber rabin û qiyametê rakin."

© ROJ TV


No comments:

Post a Comment