Ocalan operasyonên kelepçekirina îradeya gel ya 24'ê Kanûnê weke provokasyon bi nav kir.
Ocalan di hevdîtina xwe ya vê heftê de, 3 modelên rêxistinbûyînê jî destnîşan kirin.
Ocalan ev rêxistinbûyîn weke 3 xelek bi nav kir û weke xeleka yekemîn jî sîstema KCK nîşan da.
Xeleka duyemîn jî, kongreya Civaka Demokratîk e, ku Ocalan wê weke rêbaza netewîbûna demokratîk a Kurdan dibîne.
OCALAN: OPERASYONA LI DIJÎ ŞAREDARAN
PROVOKASYON E
"Ev operasyona li dijî şaredaran di rastiyê de, provokasyonek e. Ez bawer im nerazîbûnên gel pir zêde ne li dijî van operasyonan. Gelê Kurd ê li dijî her tiştî xwe bi rêxistin kirî, vê rêxistibûyîna xwe jî diparêze. Bê guman wê rêxistinbûyîna xwe biparêze, çalakiyên protestoyî jî wê bi vî awayî bipêş bixe."
Ocalan, ji bo têkoşîna siyasî bimeşe, 3 rêyên cuda destnîşan kirin.
OCALAN: KCK Û SIYASETA LEGAL NE WEK HEV IN
RÊXISTINBÛYÎN Û SÎSTEMA KCK'Ê CUDA YE
Ocalan da zanîn ku xeleka yekemîn KCK ye û ew jî wiha tarîf kir.
"KCK rêxistinbûyînek îllegal e; yanî li gorî Tirkiyê qanûnî nayê hesibandin. Rêxistin û sazbûna KCK'ê cuda ye, yanê serê wê li Qendîlê ye, lê li gelek deveran baskên wê yên rêxistinkirî hene. Di nava Tirkiyê de jî heye. KCK û siyaseta legal ji hev cuda ne. KCK tevgerek li gorî xwe sîstem û rêxistinbûyîna xwe heyî ye. Ew jî zanin ku li Tirkiyê ne qanûnî ye û divê li gorî vê yekê tevbigere"
Ocalan diyar kir, ku divê siyaseta demokratîk di bi statuyek cuda xwe bi rêxistin bike û komele, saziyên civaka sivîl û însiyatîfên gel jî ji weke rêxistinên legal bi nav kirin.
OCALAN: KONGREYA CIVAKA DEMOKRATÎK JI BO
NETEWÎBÛNA DEMOKRATÎK E
Ocalan xeleka deyemîn jî, kongreya civaka demokratîk nîşan da.
"Navenda Kongreya Civaka Demokratîk li Amedê ye. Bê guman di nava wan de Kurd hene, lê divê kesên din jî hebin. Kongreya Civaka Demokratîk ji siyasetê bigre heta aboriyê, ji sporê bigre heta hunerê, çandê, di her qadê de, di serî de jî jin û ciwan, divê di nava gel de be. Min xwestibû Kurd li ser bingeha demokratîk xwe bi rêxistin bikin. Li Stenbolê jî hin kes dikarin di nava KCD'ê de cih bigrin, hima divê ew jî girêdayî Amedê bin. Kurd dikarin bi rêya KCD'ê netewîbûna xwe ya demokratîk pêk bînin."
Ocalan got, xeleka 3. jî partiya siyasî ye.
Ji bo partiya siyasî Ocalan got, divê ne bi tenê ya Kurdan, lê bibe partiya Tirkiyê û xwest ji femînîstan heta bi hawîrdorparêzan gelek derdor xwe têde bînin ziman.
Ji bo partiya siyasî Ocalan sê prensîbên sereke jî weke Komara Demokratîk, Welatê Demokratîk û Neteweya Demokratîk bi nav kirin.
OCALAN: PARTIYA SIYASÎ DIVÊ NE BI TENÊ YA KURDAN
BIBE PARTIYA TIRKIYEYÊ
Ocalan anî ziman ku xeleka sêyemîn jî partiya siyasî ye:
"Partiya siyasî divê ne bi tenê ya Kurdan, belê bibe partiya Tirkiyeyê. Dikare kongreyên xwe ji qada herêmî bide destpêkirin, her nîqaşa demokratîk li her devera Tirkiyeyê bixe pratîkê û xwe birêxistin bike. Ji bo min girîng e derdorên cur bi cur, fikrên cihê di nava vê partiyê de cihê xwe bigirin. Bi fikrên xwe, bi komên xwe ev yek li dora prensîbên hevpar dikare pêk were. Li gorî min divê di nava partiya siyasî de koma femînîst, derdorên femînîst hebin. Wekî din hawîrdorparêz jî dikarin di nava vê avahiya siyasî de cihê xwe bigirin. Divê derdorên fireh di nava partiya siyasî de cih bigirin. Divê derdorên elewî yên durist û rewşenbîrên elewî jî lê werin zêdekirin."
KOMARA DEMOKRATÎK
WELATÊ DEMOKRATÎK, NETEWEYA DEMOKRATÎK
Ocalan ji bo partiya siyasî sê prensîbên hevpar jî weke komara Demokratîk, welatê demokratîk û neteweya demokratîk bi nav kir.
"Prensîba hevpar a pêşî Komara Demokratîk e. Ya ez dixwazim bi vê bêjim demokratîkkirina dewletê ye. Prensîba duyemîn welatê demokratîk e. ji bo ku rastiya ku li ser van erdan netewe û etnîsîteyên cihê dijîn were dîtin, ez dibêjim welatê demokratîk. Prensîba sisiyan neteweya demokratîk e. Ne bi tenê kurd û tirk, etnîsîteyên cihê, hindikayî hene, çanda ji pirrengan, nasnameya ji pirrengan neteweya ji pirrengan; em dikarin ji yekîtiya van re ji yekparebûna wan re bêjin, neteweya demokratîk. Li Spanyayê ev heye. Yek neteweya Spanî nîne, welatekî hevpar heye, lê têgihiştinek, dewleteke ku neteweyeke yekreng, zimanekî yek reng ferz dike nîne. Li Ingilîstanê weke li Tirkiyê, têgihiştina yek dewlet, yek netewe mîna kuneke reş a fezayî ye. Her tiştî dadiqurtîne, dema hewl dide bişibîne xwe û bike yekreng wan tine dike."
Ocalan got, divê destûrname û rêziknameya partiya siyasî ya ku wê bi tevahiya pirsgirêkên Tirkiyê re eleqedar bibe, li gorî vê were amadekirin.
Anî ziman ku bi tenê bi vî rengî mirov dikarin xwe ji "Kapîtalîzma qumarê yan li Anatolê' xilas bikin.
Ocalan dubare got, tiştên ew dibêje tesbîtên sosyolojîk in û talîmatan nade û weha peyivî:
"Ez rêbertiyeke stratejîk im, fikrên xwe tînim ziman. Weke her kesî mafê min jî heye nîqaş bikim."
Rêberê Gelê Kurd Ocalan, lêgerîna li Daîreya Şerê Taybet jî nirxand..
Ocalan bûyerên diqewimin weke şerê li hemberî hevdû binav kir û bal kişand ser dema lêgerînan...
Ocalan weha got:
"Çi dema ku AKP li dijî Kurdan operasyonan lidar dixe, mîna ku li dijî artêşê jî, operasyonan pêk tîne bi vî awayî hewl dide biser kirinên xwe yên li dijî Kurdan de bigre."...
OCALAN: JI BO BI ÊRÎŞÊN LI DIJÎ GELÊ KURD DE BIGRIN
ÎLÊGERÎN DAN DESTPÊKIRIN
Rêberê Gelê Kurd Ocalan, lêgerîna li navedna Kontrgerîlla ku weke daîreya şerê taybet tê naskirin, nirxandin..
Ocalan derbarê mijarê de ev tesbît kirin:
"Ya tê kirin, şerê aliyan li hemberî hev e. Kengî AKP li dijî Kurdan operasyonan dike, ji bo ku ser van operasyonên xwe bigre, bi îdîayên, 'ez dixwazim hin gavan bavêjim, lê li pêşiya min dibin asteng,' rewşê şîlo dike û raya giştî dixapîne. Kengî AKP li dijî Kurdan operasyonan li dar dixe, mîna ku li dijî artêşê jî, operasyonan pêk tîne bi vî awayî hewl dide kirinên xwe yên li dijî Kurdan veşêre."
Öcalan diyar kir ku AKP bi van kirinên xwe hewl dide, nerazîbûnên li hemberî operasyonên li dijî gelê Kurd dike, ji holê rake...
AKP BI OPERASYONAN JI KURDAN RE DIBÊJE
'XWE BAVÊJIN HIMBÊZA MIN'
"Bi navê li dijî KCK'ê operasyon hat lidarxistin, ev provokasyon e, lê ji ti kesî deng derneket. mijar nayê nîqaşkirin. Kurdên ku hewl didin bi awayekî azad tevbigerin, davêjin girtîgehan. Li pêşiya Kurdên ku dixwazin siyaseta demokratîk bikin, dibin asteng, di vê rewşê de jî artêşê dikin bahane. Yanî ji Kurdan re dibêjin, 'werin xwe bavêjin himbêza me'. Li aliyekî Kurdan tesfiye dikin, li aliyê din jî bi riya pereyan hewl didin hin malbatên Kurd bi xwe ve girêdin. Nabe ku mirov ji vê yekê re bêje, pêşîvekirin."
DIVÊ KURD PÊŞENGIYA PÊŞÎVEKIRINA
DEMOKRATÎK BIKIN
Ocalan dijî vê yekê got, divê Kurd pêşengiya pêşîvekirina demokratîk bikin û weha dewam kir:
"Divê ji bo tevahiya Tirkiyê, Kurd pêşengiya pêşîvekirina demokratîk bikin û vê helwestê di pratîkê de bicih bînin. Eger siyaset wê were kirin û ji bo azadiyê têbikoşin, divê niyeta AKP û vê provokasyonê baş fêm bikin û bi zanîstî binirxînin. Divê AKP'ê daxin binê ji sedî 10'an. Ji bilî tesfiyê ti çareseriya din a AKPê nîne. Bi van hewldanan dixwazin Kurdan bi xwe ve girêdin."
Ocalan destnîşan kir ku wî parêznameyên xwe li dijî tevahiya êrîşan amade kiriye û careke din, akademiyên siyasetê pêşniyar kir...
Ocalan weha got:
"Divê li çar perçeyan, li Îran, Iraq, Sûrî û Tirkiyê, heta li Ewrûpayê jî, divê ji bo jinan Akademiyên Azadiyê were vekirin."...
Rêberê Gelê Kurd sersala girtiyan û jinan jî pîroz kir.
Ocalan di hevdîtina xwe de li ser çanda Ewrupa û Ermeniyan jî rawestiya û ji parêznameya xwe mînak dan.
Ocalan di vê çarçoveyê de got; jihevderxistina dîroka Îtalyayê jihevderxistina dîroka Ewrûpayê ye.
SALA 2010'AN WÊ BIBE SALA XURTKIRINA
TÊKOŞÎNA AZADIYA JINAN
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê têkoşîna azadiya jinê de jî peyivî û got; ez difikirim ku wê di sala 2010'an de jin heta hetayî çanda serwer a mêran berdin û têkoşînê li ser hîmê azadiyê mezin bikin.
Ocalan li ser têgîna 'heta hetayî ya berdanê' jî ev nirxandin kir:
'Mebesta min ji berdana heta hetayî ew e ku divê jin dest ji çanda serwer a mêran berde. Ez vê serdestiya pênc hezar salan a li ser jinê weke çanda destavêtinê bi nav dikim. Bêguman jin vê çandê berde wê pê re azad bibe. Azadiya jinê hîmê azadî û demokratîkbûna civakê ye. Ji lewra jî min jin ji netewe û çînekê wêdetir weke yekemîn netewe û beşê civakê yê bindest bi nav kir. Bêguman wekhevî û azadiya jinê, di heman demê de hîmê civakeke azad û wekhev e. Eger em behsa wekheviya civakê dikin, divê em vê pêk bînin. Mebesta min ji eşqa bêserûbinî jî ew e ku mirov ji aliyê manewî ve dikare bibe xwedî hêzeke mezin. Ji vê yekê, hûn nikarin bextewerî û qezenceke maddî bi dest bixin, lê hûn ji 'berdana heta hetayî ya çanda mêr', weke jin dikarin azadiyê û bedewiyê bi dest bixin. Hûn dikarin di warê manewî de bi ser bikevin.'
JI BO BERXWEDANA DI ZINDANÊ DE
HÊZA MANEWÎ DIVÊ
Ocalan sala nû ya girtiyên di zindanan de jî pîroz kir û got; ev salê ji bo wan bibe sala azadiya manewî û weha dewam kir:
'Di zindanan de li ber xwe dan tiştekî manewî ye. Hûn bi tenê di warê fizîkî de nikarin di zindanan de li ber xwe bidin. Eger hûn bi tenê di warê fizîkî de li ber xwe bidin ev dikare we ber bi tinebûnê ve bibe û hûn nikarin hêza xwe ya manewî bibînin. Ji bo hûn karibin di nava şert û mercên zindanê de li ber xwe bidin divê hûn ji aliyê manewî ve xurt bin.'
JIHEVDERXISTINA DÎROKA ÎTALYAYÊ
JIHEVDERXISTINA DÎROKA EWRÛPAYÊ YE
Ocalan di hevdîtina xwe de da zanîn ku kovareke Îtalî jê xwestiye jêre gotaran binivsîne.
Ocalan diyar kir ku ew giringiyê dide dîroka Îtalyayê û weha got: 'Min di parêznameya xwe ya bi navê Demokratîzekirina Çanda Rojhilata Navîn de bi xetên sereke anîbû ziman. Jihevderxistina dîroka Îtalyayê jihevderxistina dîroka Ewrûpayê ye. Eger hûn ji Îtalyayê fêhm bikin, hûn ê ji Ewrûpayê jî fêhm bikin.'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hunermend Aramê Tîgran jî bi bîr anî û weha peyam da: 'Analîzên min di parêznameya xwe de kirin, dikarin pirsgirêka Ermeniyan jî çareser bikin. Li şûna milletgiriya çor û hişk, di çarçoveyeke demokratîk de çareserkirina pirsgirêkan ez ji bo Ermeniyan jî girîng dibînim. Ew dikarin pirsgirêkên xwe yên rojane jî bi vî awayî çareser bikin.'
Ocalan di dawiya hevdîtina xwe de di şexsê xelkê Wan, Mûş û Kopê de silavên xwe ji gelê Kurd re şandin.
© ROJ TV
No comments:
Post a Comment