01/01/2010 |
|
‘Înkara herî dijwar hate jiyîn’ Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi mebesta sersalê peyameke nivîskî weşand û sersala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên azadiyê, gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz kir û şehîdên Kurdistanê jî bi dilsozî bi bîr anîn. Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku gelê kurd bi rêxistinî têkoşîna xwe, rojeva Tirkiyeyê ya sala 2009’an destnîşan kir û wiha got: “Gelê kurd û Tevgera Kurd di çarçoveya perspektîfên siyaseta exlaqa civakî û demokratîk de, têkoşîn û berxwedaneke dîrokî kir. Ev pêvajoya serîhildanên gelê kurd bi dijwarî dewam dike û bi azadiya serok Apo û çareseriya pirsgirêka kurd re kilît bûye.” ÎNKARA HERÎ DIJWAR KCK’ê dazanîn ku dijminê dagirker ên gelê kurd bi kiryarên faşîzane, êrîşkeriyên xwe didomînin û dixwazin ku li ser gel me zext û zoreke psîkolojîk, çandî, îdeolojîk û siyasî sazkar bikin. Ev dewama siyasetên inkar û imhakirina herî dijwar e. KCK’ê da zanîn ku li hemberî van kiryarên faşîzane û operasyonên terorî ya dewleta Tirkiyeyê gelê kurd di sala 2009’an de destketiyên xwe zêde kirin û îradeyeke siyasî ya dîrokî bidestxist û vegot: Gelê me, sala 2009’an, di daxwaz û têkoşîna azadî, demokrasî, û netewa demokratîk de, serketinên mezin bidestxist. Desthilatdariya AKP’e, ji bo ku destketî û serketina gelê kurd têk bibe, li dijî Serokatiya Gelê Kurd, li dijî Haraketa Azadîxwaz û li dijî gel konseptên tesfiye kirinê û ji holê rakirinê, kirin partîkê. NEXŞERIYA OCALAN KCK’ê diyar kir ku konsepta tesfiye kirinê bi nedana Nexşeriya Çareseriyê ya Rêber Apo dest pê kir. Hat diyarkirin ku bi nedena Nexşeriya Çareseriya Rêber Apo, daxwazên demokratîk ên gelê kurd ji nedîtive hat, operasyonên li dijî gerila dijwar kirin û gelek herêmên Kurdistanê li ber niştecihên herêmê qedexe kirin, li metropolan jî kiryarên lincê dane dest pê kirin. KCK’ê, darbeya 17’ê mijdarê û bi cih kirina Rêber Apo ya di Çala Mirinê de bibîr anî û got: Di heman pêvajoyê de DTP’e girtin û komkujiya siyasî dan dest pê kirin. Di heman demê de prowayên komkujiyên li dijî gel jî kirin pratîkê. Bi awayejkî faşîzane nûnerên siyasî yên gelê kurd girtin. Armanca dijmin ew e ku kurdên xayin derbixin pêş. Lê gelê kurd bi têkoşîna xwe ya dîrokî rê li ber konseptên tunekirin û tesfiye kirinê girt û da xuya kirin ku kes nikare îradeya gelê kurd têk bibe. PARASTINA VÎNA XWE KCK’ê dazanîn ku gelê kurd xwedî sîstemek e rêxistinî ye û xwedî hêza parastinê ye û wiha berdewam kir: Tu hêz wê nikaribin gelê kurd ji daxwaza azadî û jiyaneke bi rûmet paşbixe. Bi vê pêvanê em bang li kadro, welatparêz û tevahiya gelê xwe dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de ligel gelê xwe cih-bigirin û di asta herî bilind û dijwar de, di xeta rêber Apo de, tevlî têkoşînê bibin. TÊKOŞÎNA YEKGIRTÎ KCK’ê got ku pêwiste sala 2010’an bibe sala azadiya rêber Apo û çareseriya demokratîk û wiha pêşkêş kir: Baş tê zanîn ku şerên neteweyî pêdiviya seferberiyên mezin dibîne. Ev pêvajoyên dîrokî ku dijmin konseptên tesfiye-kirin û ji holê rakirina gelê kurd kiriye hedefa, pêwist e yek kurd jî, li derî têkoşînê nemîne. Bi giyanê seferberiya gihiştina azadî û çareseriyê tevlî têkoşînê bibin. KCK’ê, sersala Rêber Apo, ya girtiyên azadiyê, ya gelê kurd û gelên li Rojhilata Navîn teva pîroz kir û hêviyên ku sala 2010’an bibe sala azadî û aramiyê anî ziman. BEHDÎNAN - ANF |
Friday, January 1, 2010
2010 sala serkeftin û azadiyê ye
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment