15/01/2010
Di demokratîkbûna Rojhilata Navîn di çi mîsyon dikeve ser milê rewşenbîrên herêmê?
Di hemû civakan de rewşenbîr li pêşiya gel ronakbîriyê dikin. Rewşenbîr, tên wateya dil, mejî, giyan û hestên civakê. Xetereyê nîşanî civakê dide û dibêje da ku dê xwe çawa li dijî vê xetereyê biparêze. Rewşenbîr, berjewendiyên xwe yên kesane nafikirin, çarenûsa xwe bi civakê re dikin yek. Li dijî zext, gef, şantaj û xetereyan di rêza pêş de cih digire. Hêzekê dide civakê. Kesê ku bi helwestên ezîtiyê tevbigerin nikarin bibin rewşenbîr. Kesê ku bi desthilatdariyê re dibe yek û xizmeta wê dike jî nikare bibe rewşenbîr. Kesên ku dewleta demokratîk û exlaqî diparêzin, civakê û pêşeroja wê ya demokratîk û azad difikirin û di vê riyê de têdikoşin rewşenbîr in. Civakeke ku rewşenbîrên wê yên bi vî rengî tune be dihele, ziwa dibe û tune dibe.
Hin kes li Rojhilata Navîn xwe wekî rewşenbîr bi nav dikin lê ew kes ji nasnameya Rojhilata Navîn direvin, xwe diavêjin hembêza modernîteya kapîtalîst. Kesên bi vî rengî, modernîteya kapîtalîst tînin Rojhilata Navîn û sîxuriya wan dikin. Kesên ku herî zêde li Rojhilata Navîn texrîbatê dikin ev in. Ev ne rewşenbîr in, sîxur in. Hin kesên ku ji xwe re dibêjin rewşenbîr jî hem Rojhilata Navîn û hem jî modernîteya kapîtalîst ji xwe re esas digirin. Ne tam kesayeta Rojhilata Navîn ne jî kesayeta modernîteya kapîtalîst dijîn. Ji ber vê yekê jî bê karakter in. Mirov dikare van kesan wekî nîvrewşenbîr binirxîne. Nîvrewşenbîrî, yên herî bi xetere ne.
Li Rojhilata Navîn ji bilî van hin rewşenbîr jî hene ku hemû çand û dîroka paşeroja Rojhilata Navîn di xwe de esas digirin. Xwespartina vê çand û dîrokê, bêyî rastiya wê û aliyê wê yê zindî derxe pêş, bêyî ku rojane bike weke heyî berdewamkirin û bi vê yekê dixwaze encamê bigire. Ev kesan bi bertek nêzî modernîteya kapîtalîst dibin û di bin navê xwedîderketina li Rojhilata Navîn muhafazakarî û paşverûtiyê diparêzin. Afirîneriya wan tune ye û tiştekî ku bidin civakê jî tune ye. Çawa ku kesên modernîteya kapîtalîst texlît dikin, dikevin rewşa sîxuran, kesên ku li dijî modernîteya kapîtalîst derdikevin jî di bin navê xwedîderketina li Rojhilata Navîn de muhafazakarî û paşverûtiyê belav dikin û vê yekê ji xwe re esas digirin, bi vê yekê jî dibin sedema paşveçûneke li Rojhilata Navîn. Civak di nav her du tîpên ku ji xwe re dibêjin rewşenbîr de dimînin. Her du jî civakê dixin rewşekê ku nayê nasîn.
Kesên ku xeta Rêber Apo ji xwe re esas bigirin, dikarin bibin xwedî karaktera rewşenbîriyeke rasteqîn. Tenê rewşenbîrên bi vî rengî dikarin civakê ji kaosê rizgar bikin. Dikarin Rojhilata Navîn bigihînin nasnameya wê ya rastîn. Rojhilata Navîn dikare ku ji nû ve ji bo mirovahiyê rol bilîze. Civak di nava rewşenbîrên muhafazakar û texlîtkar de çi tişt rast e, çi tişt dê wê bi pêş bixe nikare bibîne. Kaos jî ji vê çêdibe. Heke ku yek dixwaze li Rojhilata Navîn bibe rewşenbîrekî rasteqîn, divê nirxên civaka komunal ji xwe re esas bigire û xwe bi nirxên wekî demokrasiyê, azadiyê, wekheviyê, edalet û aştiyê re bike yek, teknîk û zanyariyê jî bixe xizmeta vê yekê. Bi her awayî têkiliya xwe bi şaristaniya dewletparêz re qut bike, ji xwe re pêş xistina şaristaniya demokratîk esas bigire. Çanda xwedawendiyê û civaka li derdora wê pêk hatiye, jiyan û exlaqê wê ji xwe re esas bigire.
Di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de rola PKK’ê çi ye?
Di demokratîkbûn û azadbûna Rojhilata Navîn de Rêber Apo û PKK’ê rola pêşengtiyê dilîzin. Heta roja îro tu tevger an jî rêber bi qasî Rêber Apo û PKK’ê nêzî rastiya Rojhilata Navîn nebûne. Cara ewil Rêber Apo rastiya Rojhilata Navîn baş analîz kiriye, derxistiye holê û lê xwedî derketiye. Bi zihniyeta ku nû pêş xistiye, kurd bûne pêşeng, hêvî û ala berxwedana gelên Rojhilata Navîn hilgirtine. Hem li dijî hegemonyaya nû ya DYA’yê ya gerdûnî û hem jî li dijî statuya netewe-dewletê bûye pêşengê têkoşînên demokrasiyê.
Ev têkoşîna ku di rêbertiya Rêber Apo û PKK’ê de tê meşandin, ji bo pergala şaristaniya bi dewlet çareser bike, xeta azadiya jinê û têkoşîneke bi vî rengî derdixe pêş. Sekneke jinê ya ku ji dîrokê tê heye. Ev sekn, sekneke li dijî desthilatdarî û koletiyê û ji bo jiyaneke demokratîk, azad, wekhev, bi edalet û aştîxwaz e. Sekneke ku civakiyê ji xwe re esas digire ye. PKK, tevgereke ku sekna demokratîk û azad a hemû tevgeran ji xwe re esas digire û ji bo vê têdikoşe ye. Nûnertiya têkoşîna hemû kesên ku li dijî desthilatdarî û koletiyê ne dike. Rêber Apo tenê bi pirsgirêkên wekhevî, aştî û azadiya gelê kurd re eleqedar nabe. Bi pirsgirêkên wekhevî û demokratîkbûna hemû gelên Rojhilata Navîn heta yên hemû cîhanê re eleqedar dibe. Rêber Apo, li dijî pergala şaristaniyê ya bi dewlet, pergala şaristaniya demokratîk derxist holê û bi pêş xist. Ji ber vê yekê jî hemû şaristaniyên bi dewlet, Rêber Apo ji xwe re wekî hedef diyar kirin. Rêber Apo, rastiya dîrok û civakê ji xwe re esas girt û gihîşt rastiya mirovahî û jinê û di vî warî de ji bo ku pirsgirêkên demokratîkbûnê yên mirovahiyê çareser bike têkoşiya. Ji ber vê yekê jî hemû kesên ku êrîşê mirovahî, jin, dîrok û civakiyê dikin, Rêber Apo wekî hedef destnîşan kirin.
Li Rojhilata Navîn di sêgoşeya Amerîka-Îran-Israîl-Welatên Ereban de rola Tirkiyeyê çi ye? Wisa xuya dike ku Tirkiye bi hemû aliyan re wekî dost tevdigere û çawa dibe ku welatek dibe dostê gelek welatên ku neyarên hev in?
Tirkiye hewl dide ku li Rojhilata Navîn bibe hêzek. Dixwaze ku bi alîkariya DYA, YE, Îran û Sûriyeyê vê yekê pêk bîne. Dixwaze ku têkoşîna azadiyê ya di pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê de biqedînin û bigihêjin vê armanca xwe. Heta ku Tirkiye di pirsgirêka kurd de çareseriyeke demokratîk pêk neyne û di nav xwe de demokratîkbûneke bi pêş nexe, nikare li Rojhilata Navîn bibe hêzek. Her çiqas bibêjin ‘Di nav min û cîranên min de tu pirsgirêk tune. Me hemû pirsgirêk çareser kir. Ez bi her kesî re têkiliyan bi pêş dixim, ez hêza îstîkrar ê me’ jî ev yek ne rast e. Bi vê yekê tenê xwe û çend kesên li derdora xwe dixapînin. Pêşniyar, proje û ramanên Rêber Apo li gorî polîtîkayên xwe analîze dikin û dixwazin ku jê feyde bigirin. Lê ev rastiyekê ye ku bi vê riya nikarin bi ser bikevin. Dewleta Tirkiyeyê, dewleteke ku netewe-dewletê û neteweparêziyê diparêze, di vê riyê de hûr dibe û faşîzmê ji xwe re esas digire. Îro di hemû cîhanê de faşîzm herî zêde li Tirkiyeyê xwe bi rêxistin dike. Ev yek rasterast bi destê dewletê tê bipêşxistin. Ji ber ku dixwaze gelê kurd tune bike, di nav pişaftina siyasî, civakî, aborî, leşkerî û çandî de bihelîne, faşîzmê ji xwe re wekî çek bi kar tîne. Heta ku Tirkiye dev ji netewe-dewletê bernede, nikare ji faşîzmê pak bibe. Tu kes ji dewleteke wisa bawer nake û piştgiriyê jî nadê. Hemû welatên Rojhilata Navîn, netewe-dewlet û neteweparêziyê esas digirin. Netewe-dewlet û neteweparêzî, dagirkirina welatekî ye û tê wateya şer. Pevçûna berjewendiyan e. Ji ber vê yekê jî Tirkiye nikare ku li herêmê têkiliyên demdirêj saz bike. Tirkiye dixwaze ku bi xapandinê ji her kesî feyde bigire. Ev hewldan tenê ji bo ku li Rojhilata Navîn bibe hêzek e.
Her hêza li Rojhilata Navîn, xwedî van armancan e. Bi taybetî jî welatên wekî Îran, Israîl, Misir û Erebistana Siûdî jî wekî Tirkiyeyê li dû van armancan e. Niha li hinek avantajên Tirkiyeyê hene. Dixwazin ku van avantajan bi kar bînin. Û dibe ku ev avantaj ji destê Tirkiyeyê derkevin jî. Em ji niha ve dikarin bibînin ku êdî hêdî hêdî ji destên Tirkiyeyê diçin. DYA û YE’yê hinek peywir dane Tirkiyeyê û Tirkiye jî hewl dide ku ev peywiran bi cih bîne. Dema ku ev peywir bi cih tîne jî têkiliyên wê û hin hogerên wê yên berê xira dibe. Mînak, wekî Israîl û Azerbaycanê. Bi hinekan re jî têkiliyan germtir dike. Mînak Ermenistan û Sûriyeyê. Tirkiye nikare ku têkiliyên bê çewtî û xeletî saz bike. Têkiliyên Îran û Tirkiyeyê her diçe xirabtir dibin. Ji bo DYA’yê bi Israîlê re dikeve nav hin pevçûnên bi gotin û di Rojhilata Navîn de bi cih bibe. Hinek ereb ji ber vê yekê kêfxweş dibin lê hinek jî nerehet dibin. Dixwaze ku bi piştgiriya Hikûmeta Federal ya Kurd, PKK’ê biqedîne lê di vê rewşê de jî hêz û piştgiriye dide hikûmeta federal. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên navxweyî yên di polîtîkaya înkar û îmhayê de.
Bi kurtasî polîtîkayê wekî amûreke propagandayê û xapandinê bi kar tîne. Têkoşîna Rêber Apo û PKK’ê hemû polîtîkayên wan pûç dikin. Tirkiye ne dikare PKK’ê têk bibe û ne jî dikare pirsgirêka kurd çareser bike. Ev jî dibe sedema pêşveçûna faşîzmê û windakirina hin nirxan li Tirkiyeyê. Dibe ku ji ber berjewendiyên DYA û YE’yê nikare dengê xwe derxe. Lê gel û dewletên herêmê ji Tirkiyeyê ditirsin. Ji ber vê yekê jî dixwazin ku di nav wan û Tirkiyeyê de mesafeyeke hebe. Heke Tirkiye pirsgirêka kurd çareser neke, nikare bibe demokratîk û dîsa nikare bi kesî re têkiliyên saxlem saz bike. Dê gelek pirsgirêkên giran jî bijî. Tirkiye dixwaze di riya tasfiyekirina PKK’ê de her kesî bi kar bîne. Divê ku hêj nebûye dereng, destê aştiyê yê Rêber Apo û PKK’ê bigire. Pêşeroja Tirkiyeyê di vê de ye îtîbara wê bi vê yekê pêk tê.
Ew dixwazin ku Rêber Apo di çala mirinê de tune bikin, saziyên siyaseta demokratîk digirin, mirovan digirin, îşkenceyê dikin, lîncê pêş dixin, qetil dikin û gerîlayên hêza azadiya gelê kurd tune bikin. Bi van polîtîkayan nikare tiştekî bi dest bixe. Diçe ji DYA, YE, Sûriye, Îran, Iraq, PDK û YNK’ê parsê dike û hemû warên Tirkiyeyê pêşkêş dike. Bi vê siyasetê nikarin bi ser bikevin. Israra vê yekê qedandina Tirkiyeyê ye divê ku dev ji vê berdin. Divê ku nasnameya kurd binasin, perwerdehiya di zimanê zikmakî de pêk bê, çanda kurd bi azadî bê bipêşxistin, meclîsên bajaran binase, rêxistinbûyîn û siyaset divê neyê astengkirin û di makeqanûnê de jî bê qebûlkirin. Tirkiye tenê bi vê yekê dikare ji tunebûnê xelas bibe. Kurd, heta ku mafên xwe bi dest nexin têkoşîna xwe bernadin. Divê ku ev yek wiha bê fêm kirin.
No comments:
Post a Comment