15/01/2010
Bavê Atabay, Gafûr Atabay diyar kir ku di bin zordariyeke mezin de ne û leşker her hefte bi ser mala wan de digirin û gefan li wan dixwin.
Parlamenterê BDP'ê Ozdal Uçer, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û Serokê Rêxistina BDP'ê Muhiyettîn Aksîn malbata Îbrahîm Atabay ê 18 salî ku di 7'ê cotmeha 2009'an de li gundê Kelê yê navçeya Ebexê bi 2 HPG'iyan re hate qetilkirin, ziyaret kirin. Bavê Atabay, Gafur Atabay diyar kir ku leşker her hefteyê di ser mala wan de digirin û zordariyê li wan dikin. Atabay anî ziman ku leşkeran pirsa, "Te nêrîn daye malpera PKK'ê û te gotiye 12 kurên min hene, pêwest be ez dê wan jî feda bikim. Tu çima daxuyaniyên wiha didî?" ji min kirin û gef li min xwarin.
DIVÊ HESAB BIDIN
Atabay anî ziman ku dozger jî gazî wan kiriye û heman pirs araste kirine û wiha pêde çû: "Ez jî wekî bavekê ketim nav karwanê şehîdan. Ez bi vê rewşa xwe serbilind im. Wekî malbat çi li me bikin jî em natirsin. Çi dikin bila bikin. Em dê têkoşîna xwe bilind bikin. Kurê min bi awayek hovane qetil kirin. Dê hesaba vê yekê bidin. Bi gefan nikarin min û malbata min bêzar bikin. Bîrdara min û gundiyan bi armanca bîranîna 3 kesan çê kirî, bi hinceta di nav eraziyê dewletê de ye, herifandin. Wekî malbat em bêzan nebûn û me bîrdar ji nûve çê kir. Em dê vê yekê bidomînin."
YEKITÎ PÊWÎST E
Parlamenter Uçer jî diyar kir ku dê der barê mijarê de lêkolînê bike û wiha axivî: "Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Gelê kurd bi salan e êşê dikişîne. Zarokên kurdan tên qetilkirin. Di vê rewşê de hewceyiya me tenê bi tiştekî heye. Ew jî yekîtî ye, hevgirî û piştgiriya me ye. Em dê bi vê yekîtiyê li hemberî dijwarî û zordariyê rabin." Kaya jî diyar kir ku li ser êşa kurd dikişînin, rastî gefan jî tên û ev tişt gotin: "Wan bîrdar xirab kir lê gundiyan li berxweda û ji nûve çêkir. Ev dersek mezin e. Ez ji ber vê helwest û îradeya pîroz gundiyên gundê Kelê û Navçeya Ebexê pîroz dikim. Ez bawerim dê li hemberî êrîşên li ser îradeya xwe tu caran paşve gav neavêjin." Piştî axaftinan xwîş û birayên Atabay, Kurdistan û Zîlan bi tirkî û kurdî helbestên li ser birê xwe çêkirîn xwendin û bûn sedema demên hestewar. WAN
No comments:
Post a Comment